Ji Serokomar Erdogan derbarê “ji nû ve darizandina mexdûrên 28ê Sibatê" de daxuyanî

Ji Serokomar Erdogan derbarê “ji nû ve darizandina mexdûrên 28ê Sibatê

Serokomar Erdogan derbarê pirsa ‘gelo ew ê mexdûrên 28ê Sibatê ji nû ve bên darizandin an ne?” de destnîşan kir “Di vî warî de xebateke ku Wezareta Edaletê dike heye.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Senegalê pirsên rojnamegeran bersivand.

Di civîna çapemenîyê ya ku hat lidarxistin de rojnamegerek ji Serokomar Erdogan pirsa ‘ Bo însanên ku mexdûrên kumpasên heyama 28ê Sibatê ne bigihijin azadîyên xwe an jî îade-î îtîbar bê kirin gelo ew ê ji nû ve darizandin bê kirin an na?’ pirsî.

Erdogan pirsa rojnameger wisa bersivand: “Di vî warî xebateke ku ji teref Wezareta Edaletê ve tê kirin heye. Lê ev kengî bi netîce bibin ew jî meseleya darazê ye. Ne mimkûn e ez vêgavê vê yekê bibêjim. Lê belê me di vî warî de ji hevalên xwe re got ku ‘bo tecellîya edaletê xebatekê bikin.’  Niha hevalên me li Wezareta Edaletê xebateke wisa didomînin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11782/ji-serokomar-erdogan-derbar-ji-n-ve-darizandina-mexdrn-28-sibat-de-daxuyan 


Ê Berê SERÎLÊDANÊN KOMÎSYONA OHALÊ
Ê Li Pey "Di Qur’an Kerîm de şehîd û şehadet wek mirina di ‘Rêya Xwedê’ de hatiye diyarkirin"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.