Sewqîyata demên dawî ya herî mezin hat kirin

Sewqîyata demên dawî ya herî mezin hat kirin

Ji teref TSKyê ve hat îfade kirin ku di demên dawî de di carekê de sewqîyata herî mezin hat kirin.

Artêşa Tirkiyeyê (TSK)yê îfade kir ku ji bo bi hêzkirina hêzên li ser sînorê Sûrîyêyê di demên dawîde di carekê de sewqîyata herî mezin hat kirin.

Ji yekîneyên li gelek deverên welêt di nav de tirên ku çekên giran û obus lê barkirî jî hebû gîha navenda bajarê Kilisê.

Bi taybetî tê îfadekirin ku ji bajarên rojhilat nêzîkî 100 obusên firtinayê, tank, wesatên personelan yên zirxî û gelek materyalên leşkerî ji bo alîkarîyê hatin şandin û hat îfade kirin ku wê di pêşerojê de bên şandin deverên şer.

Do Serokwezîr Bînalî Yildirin daxuyanîyek dabû û di daxuyanîya xwe de wiha axifîbû: “Ji bo em li welêt û cîhanê aramîyê saz bikin, lazim e em sînorên xwe ji temamê unsûrên me tehdîd dikin biparêzin. Fikirandina me ya vê herekatê tenê bi Efrînê re ne mimkune. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11788/sewqyata-demn-daw-ya-her-mezin-hat-kirin 


Ê Berê Xulam û xizmerkarên siyonîst û emperyalîstan:“Leşkerên tarîtîyê”
Ê Li Pey Li Gûtaya Rojhilat kuştina sivîlan dewam dike

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.