Li Elmanya bi sedhezaran ciwan bûne mubtelayê medyaya ciwakî

Li Elmanya bi sedhezaran ciwan bûne mubtelayê medyaya ciwakî

Li Elmanya li gor encamê lêkolînekê li welêt bi sedhezaran zarokên ku emrê wan di navbera 12 û 17 salî de ye derket holê ku tev bûne rajêrî medyaya civakî.

Li Elmanya li gor daneyên lêkolînekê li welêt bi sedhezaran zarokû ciwan rojê 2 saet û nîvan zemanê xwe bi medyaya civakî derbas dikin.

Li gor daneyên lêkolînê qîzên ciwan ji sê saetan zêdetir wextê xwe di medyaya civakî de derbas dikin û ciwanên law jî di medyaya civakî de 2 saet û nîv wextê xwe derbas dikin.

Tê îfade kir ku gelek ciwan ji êvarê heta sibê li ser medyaya ciwakî sohbet dikin û tiştan parve dikin. Serokê DAKê Andreas Storm, îfade kir ku encamên lêkolînê endîşe dide.

Srorm, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di navbera deprasyon û mûbtelabûna medyaya civakî de eleqeyek mezin heye û îfade kir ku ciwanên ragêj bûne zêdetir dikevin deprasyonê.

Ji ciwanên beşdarê lêkolînê bûn ji sisya yekî îfade kir ku ew valahiya xwe bi medyaya civakî dadigrin û di nav ciwanan de hejmara ciwanên qîz zêdetire.

Ji çara yekê ciwanan ji ber di medyaya civakî de zemanê xwe derbas dikin têr ranakevin û bê xew dimînin. Dîsa di lêkolînê de derket holê ku ji ciwanên medyaya civakî bikar tînin jê ji pêncan yekê wan bi dê û bavên xwe der xirecirê dikin.

Li gor lêkolînê ciwanekî di dema perwerdehîyê de jî sepandina peyama difikire ew wek mubtelakî medyaya civakî tê nirxandin. Heger ciwanekî hevalên wî û telefonek bi aqil dema ne li ba wî be bê hizûr dibe û xemgînbibe ew jî wek rajêr bûn tê nirxandin. Zanyarên ku lêkolîn kirin îfade dikin ku gotina“Wendakirina kontrolê” ji ber ku xwe nagrin û pirê zemanê xwe di medyaya civakî de darbas dikin derdikeve holê. (ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11798/li-elmanya-bi-sedhezaran-ciwan-bne-mubtelay-medyaya-ciwak 


Ê Berê Kesên ku di Îmtîhana Sîyerê de xelat qezenc kirin hatin daxuyandin
Ê Li Pey “Ji bo Qur’ana Kerîm bê fêmkirin divê dirist bê xwendin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.