Yapicioglu: Ji sedî 90ê xelkê ji darazê bawer nake

Yapicioglu: Ji sedî 90ê xelkê ji darazê bawer nake

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu destnîşan kir li memleket terazîya edaletê xera bûye û ji sedî 90ê xelkê ji darazê bawer nake.

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Bajêra Bingolê ya HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu hat tertîpkirin.

Yapicioglu di kongreya ku beşdarî bû de derbarê rojevê de nirxandinan kir.

“Ji sedî 90ê xelkê ji darazê bawer nake”

Yapicioglu di axavtina ku kir de derbarê edaletê de diyar kir ew dibêjin “Pêşî Însan, Ewilî Edalet” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Belê, gelo me çima got ‘Pêşî Însan, Ewilî Edalet’? Çima di bernameya me ya partîyê de pêşî cih hatiye dayîn ‘ji nû ve tesîskirin edaletê’ û çima ev 5 sal e em li her derî dibêjin ‘edalet nikare ji tu tiştî re bê fedakirin’? Eşkere ye ku li memleket terazîya edaletê xera bûye û ji sedî 90ê xelkê ji darazê bawer nake. Hemû kes gilîdar in  û kesên ku negilîdar in û ji wan were edalet hatiye tesîskirin jî qet berê wan neketiye edlîyê û ji ber vê yekê negilîdar in.”

 “Ji sê parên hakim û dozgeran parek ji ber ku endamê rêxistina terorê ne hatin îxrackirin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir di 2 salên dawî de ji 3 parên 13 hezar hakim û dozgeran parek yan “endabûna rêxistina terorê” yan jî “bi rêxistina terorê re îltîsakbûn”ê ji wezîfê hatin îxrackirin. Yapicoglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Memleketekî bifikirin, Lijneya Bilind a Dozger û Hakiman dema ku dozger û hakiman ji wezîfê davêje dibêje ev kes dema ku derbarê dosyayan de qerar de edilane tevnegeriyan, li gor menfeatên xwe, rêxistinên xwe û li gor talîmatên serokên xwe tevgeriyan. Yanî wan raye û meqamên xwe wek çekan bi kar anîn bo ji terefdarên xwe re cih vekin û wan kesên ku wek dijberên xwe didîtin ji holê rabikin. An îjî van însanan ji meqamên wan daxin. Bo wan kesên ku nebûne terefdarê wan, serî li ber wan netewandine û daxwazên wan bi cî neanîne bêîtîbar bikin. Baş e kî van tiştan dibêje? Lijneya Bilind a Hakim û Dozgeran. Wekî din kî vê dibêje? Wezîrê Edaletê yê memleket, Serokwezîr, Serokomar. Çi dibêje? Dibêje; ev kes qet neketin derdê tesîskirin edaletê, fotokopîyên hinek dosyayan şandin Pensîlvaya û li benda bersiva wê derê man û li gor wê qerar dan.”

 “Hinek kesên ku mexdûrên daraza 28ê Sibatê ne hêj di girtîgehan de ne”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji alîyekî ve daraza FETO û ji alîyê din ve jî daraza bi birifîng a 28ê Sibatê fermana kesên dîndar hatibû rakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Leşkerên pêvajoya 28ê Sibatê di bin navê ‘micadeleya bi îrtîca’yê de li hember xelkê Misliman şer îlan kirin, nav li wan kirin û wan ji azadîya wan kirin. Wan ji kirina heqê ticaretê men kirin. Ji ber ku xwehên me bi tesettur bûn heqê wan a xwendinê ji destên wan standin. Heqê memûrîyetê yê gelek birayên me ji destên wan hat standin. Lê ji van tiştekî girîngtir heye; di bin navê ‘micadeleya bi îrtîca’yê de fermana însanên dîndar rakirin û hêj hinek ji wan di girtîgehê de ne. Em dibêjin,  ji alîyekî ve daraza FETO û ji alîyê din ve jî daraza bi birifîng a 28ê Sibatê fermana kesên dîndar hatibû rakirin, zilm hatin kirin û gelek insan bi destê van her du terefan hatin acêtin girtîgehê. FETOyîst û aktorên 28ê Sibatê hatin darizandin, lê ew kesên ku ji teref wan ve hatin darizandin û hatin mexdûrkirin hêj di girtîgehê de ne. Dikarin mexdûrîyetên wan ji rastê bên rakirin. Bi verastkirineke ku dê bê kirin dikarin mexdûrîyetên wan bê çareserkirin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11803/yapicioglu-ji-sed-90-xelk-ji-daraz-bawer-nake 


Ê Berê Serkeftina “Îmtîhana Sîyerê” ya xwendekara Sûrîyeyî
Ê Li Pey “DEDAŞ bi neheqî ciza dide”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.