Wezareta Karên Derve: Bertek nîşanî berdevkê Pentagonê da

Wezareta Karên Derve: Bertek nîşanî berdevkê Pentagonê da

Berdevkê Wezareta Karûbatên derve Hamî Aksoy bertek nîşanî bedevkê Pentagonê Albert Robert Mannîg da û wiha got: "Berdevkê Pentagonê dîsa tewşomewşo diaxive."

Berdevkê Pentagonê Albay Robert Manning di komcivîna çapemenîyê de behsa Ferhat Abdî Şahînê ku li Tirkîye di lîsteya terorê de kir û jê re got “Generalê YPGê”. Berdevkê Wezareta Karûbatên Derve Hamî Aksoy bertek nîşanî bedevkê Pentagonê Albert Robert Mannîg da û wiha got: "Berdevkê Pentagonê dîsa tewşomewşo diaxive."

Berdevkê Wezareta Karûbatên Derve Hamî Aksoy îfade kir ku: "Berdevkê Pentagonê dîsa tewşomewşo diaxive."

Aksoy, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Hûn tev eşkere dizanin PYD/YPG rêxistinek terorîye. Çend roj berê di nûçeyek li Emerîka derket holê ku di Gel saziyên fermî tev dizanin PYD/YPG qismek ji rêxistina PKKê ye. Ez difikirim ku haya Berdevkê Emerîka jî ji vê yekê heye. Lewra me daxuyanîyên hewce kirine. Berya niha jî Berdevkê Pentagonê daxuyanîyên wisa dida.”

Aksoy, îfade kir ku koma xebatê ya bi Emerîka re hatîye çêkirin wê di 8-9ê Adarê de bicivin û wiha got: “Em li hêvîya ku Eemerîka daxwaz û telebên me bi cîh bînin . Di komcivînê de mijara çekên Emerîka daye PYD-YPGê jî wê were rojevê. Em li bende teslîmgirtina sîlehane.” (ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11805/wezareta-karn-derve-bertek-nsan-berdevk-pentagon-da 


Ê Berê “DEDAŞ bi neheqî ciza dide”
Ê Li Pey Li Sûrîyeyê teyara herbê ya Rûsya ket: 32 mirî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.