Çeteyên Bûdîst Misliman qetil kirin û mizgeft şewitandin

Çeteyên Bûdîst Misliman qetil kirin û mizgeft şewitandin

Li Srî Lankayê di encama êrîşên çeteyên Bûdîst de gelek Misliman hatin şehîd kirin û hin mezgeft jî hatin şewitandin.

Tê îfade kirin ku li Srî Lankayê di encama êrîşên çeteyên Bûdîst de gelek Misliman hatin şehîdkirin û hin camî jî ji teref çeteyan ve hatin şewitandin.

Di encama êrîşên çeteyên Bûdîst de heta niha çend Misliman hatine şehîdkirin nayê zanîn. Lê belê tê îfade kirin ku li rojhilatê Srî Lankayê 2 mizgeft hatine şewitandin.

Ji ber çeteyên Bûdîst êrîşî Mislimana dikin û agir berdan kargehên Mislimana yên li welêt, qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Dîrektorê Navenda Mafên Însana yê Srî Lankayê Rajith Keerthi Tennakoone ji ber polêsan midaxeleyî bûyeran nekirîye êrîşên çeteyên Bûdîst şermezar kir.  

Wezareta Karûbarên Derve bertek nîşanî êrîşan da

Li hêla din Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkîyeyê bi sedem li Srî Lankayê li Mislimana êrîş hatin kirin bi daxuyanîyek nîviskî bertek nîşan da.

Di daxuyanîya Wezaretê de cîh hat dayîn van agahîyan: “Li gelek deverên Srî Lankayê di rojên dawî de li Mislimana û kargehên wan êrîş tên rastkirin û Misliman wek hedef tên nîşan dan ev yek endîşê dide me. Em ji kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re ji Xwedayê Mezin rehmetê dixwazin, ji merivê wan re ser saxîyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em bawer dikin ku rêveberîya Srîlankayê li welet aramî û hizûrû tesîs bike û ji bo hedîseyên wisa ne qewime wê tedbîrên ewlehîyê bigrin.” (ÎLKHA)  

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11808/ceteyn-bdst-misliman-qetil-kirin-mizgeft-sewitandin 


Ê Berê Li Sûrîyeyê teyara herbê ya Rûsya ket: 32 mirî
Ê Li Pey “Li Beykozê temamê arşîva Hîzbullah ket destê FETO”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.