‘LI ARAKANIYAN QIRKIRIN TÊ KIRIN’

‘LI ARAKANIYAN QIRKIRIN TÊ KIRIN’

RÊVEBIRIYA MYANMARÊ Û ÇETEYÊN BÛDIST, LI SER MISILMANÊN ARAKANIYAN QIRKIRINÊ BERDEWAM DIKE… KOMÎSERÊ BILIND Ê MAFÊN MIROVAN Ê NETEWEYÊN YEKBÛYÎ (NY) HUSEYÎN GOT, LI MYANMARÊ QIRKIRINA BERPÊ MISILMANAN BERDEMA DIKE

Rêvebiriya Myanmarê û çeteyên Bûdist, li ser misilmanên arakaniyan qirkirinê berdewam dİke.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El Huseyn,  du rûniştina 37emîn a Konseya Mafên Mirovan a NYyê de axivî û dest nîşan kir. Huseyîn wiha got: endîşe û metirsiyên me ên mezin ên wekî ku ji bo nêzî 900 hezar misilmanên Arakanî yên ku mecbûr man xwe bispêrin Bangladêşê û civaka misilman a li Myanmarê man in dewam dikin.

Huseyn hişyariya hikûmeta Myanmarê bi buldozeran ji ser gorên komî derbas dibe û bi vî awayê zanebûn hewl dide ku "sûcên dijî mirovahiyê hatine kirin" jî di nav de delîlên "sûcên navneteweyî" yên muxtemel ên ku hatine kirin tune bike û wiha axivî:

"Qurbaniyan rapor kirin ku hêzên ewlehiyê û milîsên herêmî bi bûyerên kuştin, destdirêjî, êşkence û revandinê û bi astengkirina gihana mahsulat û çavkaniyên xurekê Misilmanên Arakanî bi zanebûn birçîbûnê re rû bi rû dihêlin. Wekî ku Konsey jî hay bi vê yekê heye gumanên xurt ên ofîsa min hene ku li eyaleta Arakanê ji tebaxê vir ve çalakiyên qirkirine kirine."

Huseyn bangî Konseya Mafên Mirovan kir û xwest ku ji bo ku berpirsyariyên sûcên li dijî Misilmanên Arakanî yên Myanmarî hatine kirin bên tespîtkirin û mekanîzmayeke serbixwe û bêalî û bê teref a nû bê avakirin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) sala çûyî, ji 25ê tebaxê vir va ji ber tundî û zexta li Myanmarê 655 hezar Misilmanên ji Arakanê, xwe sipartine Bangladêşê. Li gor agahiyan salên 1970î da li Arakanê nêzî 2 milyon Misilman hebûn û ji ber tundî û zexta sîstematîk ev jimar daketiye 350 hezarî.

Li gor dîmenên saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî li herêmê nêzî 350 gundên Misilmanan hatin şewitandin.


Ê Berê JI ŞEHÎDAN JÎ DITIRSIN
Ê Li Pey Konvoya Wijdanê ya Navneteweyî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.