Şehîdên Qerecdaxê dê îro li ser qebrên xwe bên bîranîn

Şehîdên Qerecdaxê dê îro li ser qebrên xwe bên bîranîn

11 Şehîdên Qerecdaxê yên ku bi mayîna PKKyiyan di sala 1994an de hatibûn şehîdkirin ew ê li ser qebrên xwe bi bernameya ku dê bê tertîpkirin bên bîranîn.

Her weke ku tê zanîn di 10ê Adara 1994an de kesên PKKyî li rêya gundê Gogweriya Çinarê mayîn bi cî kiribûn û di encama teqîna mayinê de 11 Misliman şehîd bûbûn. Ji ber salvegera şehadeta 11  Mislimanan ew ê ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve bernameyek bê tertîpkirin û ew ê şehîd li ser qebrên xwe bên bîranîn.

Her weke ku aşkere ye di salên 90î de PKK gelek zilm û tehdayî li gelê Kurd ê Misliman kir. Bêşik û şiphê ji vê zilm û zordariyê re Qerecdaxa Diyarbekirê jî şahid e. Qerecdax cihekî wiha ye ku lê ji teref PKKyiyan ve bi dehan Mislimanên Kurd lê hatine şehîdkirin.

Xelkê gundê Gogweriya Qerecdaxê ji ber ku tu carî serê xwe li ber zilma PKKê netewand  rastî êrîşa kesên PKKyî hat. Di 10a Adara sala 1994an de kesên PKKyî van Mislimanên ku serê xwe li ber zilma wan netawandibû hedef girtin û bi mayinan êrîşî Mislimanên gundê Gogwerî kirin.Di encama teqîna mayina PKKyiyan de 11 mezlûm şehîd bûn.Piştî vê hewadîsa elemnak kesên ku hatibûn qetilkirin wek ‘Şehîdên Mayînê yên Qerecdaxê’ hatin  bîranîn.

Ji ber minasebeta salvegera şehadeta şehîdan, Serokê Platforma Karwana Şehîdan Omer Çelîk daxuyanî da. Çelîk di daxuyaniya ku da de wiha axivî: “ Ji teref PKKê ve  gelek tehdayî û zilm li însanên heremê hatin kirin. PKK wan kesên ku wek xwe nedifikirîn û ji baweriya wan a ji rê derketî bawer nedikirin bi wehşiyane û hovane qetil kir. Ji van bûyeran bûyerek jî ya gundê Gogwerî ye ku di  10ê Adara 1994an de PKKyiyan otobusa gundiyên ku ji bo haziriya eydê xwe berdidan bajêr  bi mayînan teqandin. Di encama vê teqînê de 11 Misliman şehîd bûn û nêzî 40 kesî jî birîndar bûn. Di nava wan kesên ku şehîd bûn de zarok jî hebûn.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Ji ber minasebeta salvegera şehadeta şehîdan, dê 10ê Adarê(îro) di seat 11.00an de li gundê Gogweriyê  bernameyeke bîranînê dê bê tertîpkirin.Em wek Platforma Karwana Şehîdan temamê xelkê xwe dawetî vê bernameyê dikin.”

Navên şehîdên ku di êrîşa bi mayin de hatibûn şehîdkirin bi vî awayî ne: “Îbrahîm Dagtekîn, Mele Xidir Akyol, Bedrî Soysal, Muhammed Xelîl Golçer, Muhammed Emin Golçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl û Remazen Golçer.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/11846/sehdn-qerecdax-d-ro-li-ser-qebrn-xwe-bn-brann 


Ê Berê Di 13emîn salvegera şehadeta xwe de Aslan Mashadov
Ê Li Pey Şehîdên Qerecdaxê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.