Ew ê bernameyên “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bên tertîpkirin - Kelhaamed

Ew ê bernameyên “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bên tertîpkirin

Ew ê bernameyên “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bên tertîpkirin

Di meha Nîsanê de ew ê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li 30 navendan bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bên tetbîqkirin.

Ji teref Sekreterîya Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember ve  derbarê bernameyên ku dê di meha Nîsanê de bê tertîpkirin de daxuyanîyek hat dayîn.

“Em li 30 navendan bernameyan tertîp bikin”

Cemît Cahîl Unsalê ku Sekreterê Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember e derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ê ji teref wan ve di bin navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” de li 30 navendan bername bên tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê wek Platforma Evîndarên Pêxember îsal jî di meha Nîsanê de  bernameyên xwe bidomînin û wê hewldana xwe ya yadkirin û vegotina Pêxemberê xwe bidomînin. Di vê çarçovê de wek platformê li 30 navendan bernameyan tertîp bikin. Em ê van bernameyên xwe di bin navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” de tertîp bikin.”

 “Ez bangewazîya xwedîderketina van bernameyan li xelkê  me dikim”

Unsal di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê îsal jî seferberîya selewatan bidin destpêkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ew ê di bernameyan de bo Hz. Muhammed bê fêmkirin û bo sunneta Wî bê tetbîqkirin axavtin  bên kirin, helbest û mewlûd dê bên xwendin. Ji niha ve ser xêrê be. Ez bangewazîya xwedîderketina van bernameyan li xelkê  me dikim.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11913/ew-bernameyn-fmkirina-hz-muhammed-tetbqkirina-sunneta-w-bn-tertpkirin 


Ê Berê Şehîdên Qerecdaxê
Ê Li Pey Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.