Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir - Kelhaamed

Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir

Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir

Azîme Yondena dêya Alî Riza Yondenê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev 18 sal in ku di girtîgehê de tê girtin li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin çû rehma Xwedê.

Alî Riza Yondem ev 18 sal in ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di bêsûc û belesebeb di girtîgehê de tê girtin. Azîme Yondema ku dêya Alî Riza ye îro li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin bi hesreta lawê xwe çû rehma Xwedê.

Dayik ev demeke dirêj bû ku ji ber çend nexweşîyan li Mêrsînê di nexweşxaneyeke tayber de dihat tedawîkirin. Cenazeya Yonden ji nexweşxanê hat girtin û bo bê definkirin hat birin Karasungura gundê Perwarîya Sêrtê.

Ew ê tazîye li Taxa Kurtalîya Mêrsînê bên qebûlkirin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11925/dayikeke-din-bi-hesreta-law-xwe-y-ysif-rehmet-kir 


Ê Berê Ew ê bernameyên “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bên tertîpkirin
Ê Li Pey Ji Qur‘Ana Mecîd Çend Pend û Şîret

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.