Ji Qur‘Ana Mecîd Çend Pend û Şîret - Kelhaamed

Ji Qur‘Ana Mecîd Çend Pend û Şîret

Ji Qur‘Ana Mecîd Çend Pend û Şîret

(YA QEWMÊ MIN 1)

 

Wextekî Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: Ya qewmê min! Nî’metên ku Xwedê Te‘ala daye we bi bîr bînin. Lewra wî pêyẋember ji nav we rakir, hun kirin ḥukumdar û nîmetên wilo da we ku di ‘alemê de nedabû hîç kesî. Ya qewmê min! Têkevin wî bajarê muqeddes ku Xwedê Te‘ala ew (bajar) bo we nivîsîye û berepaş bi paş ve venegerin. Naxwe hûn dê bibin ji wan kesên ku ketine xusranê. (Sûetê Maîde: 20-21)

(Ya Muḥemmed!) Bêje: Ya qewmê min(ê nebawermend) çi ji destê we tê texsîr nekin. Ez jî texsîr nakim. Elbet hun dê di pêşerojê de fêm bikin bê ka îlanîhayet aqîbeta bi xêrtir ya kê ye? Bêgûman zalim hew îflaḥ dibin. (Sûretê En‘am: 135)                        

(Nûḥ ji qewmê xwe re) got: Ya qewmê min! Hîç delaletek di min de nîne. Lakîn ez resûlek im ku ji teref Rebbê ‘aleman ve hatime şandin. Ez rîsaleta Rebbê xwe teblîẋî we dikim û nesîḥetan li we dikim. Ez (bi wesîla weḥya îlahî) wan tiştên ku hûn nizanin dizanim. (Sûretê E’raf: 61-62)

Me ji qewmê ‘Ad re jî birayê wanê Hûd (bi pêyẋemvertî) şand. Got: Ya qewmê min. Bi tenê ‘evdîtîyê ji Xweda re bikin. Gelo ma hêj jî hûn xwe (ji dijberîya Xwedê Te‘ala) nahêvişînin. (Sûrete E’raf: 65)

(Hûd got:) Ya qewmê min! Ez kêmaqil û sefih nînim; lakîn ez resûlê Rebbûl-‘alemîn im. (Sûretê E’raf 67)

Me ji qewmê Semûd re jî birayê wan Saliḥ (bi pêyẋembertî) şand. (Saliḥ) ji wan re got: Ya qewmê min! Her ji Xwedê Te‘ala re ‘evdîtîyê bikin. Bo we ji bil wî hîç îlahek nîne. Bi rastî (di warê pêyẋembertîya min de) delîlek aşîkar ji we re hatiye. Ew jî (wek îşaretek) ev devea Xwedê Te‘ala ye. Dev ji wê berdin bila di erdê Xwedê Te‘ala de bixwe û vexwe. Nebî Nebî! Hûn bi niyetek xerab nêzî wê nebin. Naxwe dê ‘ezabekî elîm we rapêçe. (Sûretê E’raf: 73)

(Saliḥ) berê xwe ji wan vegerand û got: Ya qewmê min! Bi sond; min rîsaleta Rebbê xwe teblîẋî we kir û nesîḥet li we kir. Bes hûn ji nesîḥetvanan ḥes nakin. (Sûretê E’raf: 79)

Me ji qewmê Medyen ra jî birayê wan Şû‘ayb (bi pêyẋembertî şand.)  Şu‘ayb ji wan re got: Ya qewmê min! Her ji xwedê Te‘ala re ‘evdîtîyê bikin. Bo we ji bil wî hîç îlahek nîne. Bêgûman bo we ji Rebbê we delîlek aşîkar hatiye. Îdî hûn pîvan û weznê bêkêmasî pêk bînin. Bihayê malê însanan kêm nekin. Piştî islaḥa wê li ser erdê fesadiyê dernexin. Ger hûn ji bawermendan bin ev ji bo we bixêrtir e. (Sûretê E’raf 85)

Şû‘ayb berê xwe ji wan fetiland û got: Ya qewmê min! Bi rastî min rîsaleta Rebbê xwe teblîẋî we kir û nesîḥet li we kir. Ma îdî ezê çawa li ser qewmekî kafir (ê wek we) meḥzûn bibim. (Sûretê E’raf:93


Ê Berê Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî rehmet kir
Ê Li Pey Yew thomê cuyinê sıfreyi dewan: Zervet

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.