“Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye” - Kelhaamed

“Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye”

“Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye”

Alimên ku beşdarî bernameya mewlûdê ya ku li Êlihê hat tertîpkirin bûn destnîşan kirin Resûlê Xwedê temînata şadî û bextewarîya dinya û axretê ye.

Doh ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi deh hezaran li Êlihê bernameya bi navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” hat tertîpkirin.

Alimên herêmê yên ku beşdarî bernamê bûn derbarê bernamê de hest û ramanên xwe wiha anîn zimên:

Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslan: “Kesên ku Hz. Muhammed taqîb bikin ew ê li her du cîhanan jî bibe xwedî izzetê. Resûlullah temînata hizûra dinya û axretê ye.”

Endamê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Evdirrehman Îçlek: “Înşallaj ew ê ev bernameyên mewlûdê bibin wesîleya şiyarbûna û yekbûna Mislimanan  û ew ê Misliman çawa ku doh Qudsê ji cihûyên necis paqij kiribin ew ê îro jî Quds û beldeyên Îslamê ji wan xelas bikin.”

Mela Seîd Mahmudê ji Ulemaya Kurdistana Sûrîyê: “Divê em temamê salê de Pêxemberê xwe di ruh û eqlê xwe de zindî bigirin.”(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/12333/reslullah-temnata-hizra-dinya-axret-ye 


Ê Berê “Em bi çar çavan li benda bernameya mewlûdê bûn”
Ê Li Pey Edaleta we serê we bixwe…

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.