“Îdeolojîya nîjadperestîyê tesîrên xwe yên herî nebaş û pîs li ser Kurdan kir”

“Îdeolojîya nîjadperestîyê tesîrên xwe yên herî nebaş û pîs li ser Kurdan kir”

Doç. Dr. Vahap Coşkûn îfade kir ku mijara Kurd di bingeha we de daxazên polîtîk heye û îdeolojîya nîjadperestîyê tesîrên xwe yên herî nebaş û pîs li ser Kurdan dike.

Çend roj berê bi bangewazîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû dîsa “Pirsgirêka Kurd” hatibû rojevê. Piştî bangewazîya Yapicioglû Mamosteyê Hindekarîyê yê Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê yê Falulteya Hiqûqê Doç. Dr. Vahap Coşkûn derbarê vê mijarê de ji berê heta îro tiştên hatîye jiyandin nirxandin.  

Coşkûn, destnîşan kir ku li Tirkîye ji du îdeolojîyan yek layiktî û ya din jî nijadperestîye û îfade kir ku armanca layiktîyê temsîlkirina dîn û jiyandina wî ji nava saziyên dewletê derxe û wiha got: “Nijadperestî di dema Osmanîyan de wek gotinek berfireh dihat bikaranîn û tenê qewmek an jî milletek temsîl nedikir. Bê guman nijadperestîyê herî zêde di warê îdeolojîya nîjadperestîyê de tesîrên xwe yên herî nebaş û pîs li ser gelê Kurdan kir. Lewra Kurd di zemanê Osmanîyan de xweyê jiyaneke xweser bûn û di nava rêveberîya dewletê de xweyê nasname û çanda xwe bûn. Piştî Komara Tirkîye hat damezrandin ev yek ji holê hat rakirin. Dewleteke li gor nasnama Tirkîtîyê sîstemek damezrandin. Ev jî bû sedamê çi tiştên aîdê Kurdan hebe ji holê rakirin û temamê nirxên aîdî Kurdan bûn ji mewzûatan derxistin.”   

“Bi Lihevkirina Lozanê re ji nasnameyên din re derî girtin”

Coşkûn, di berdewama nirxandina xwe de îfade kir ku piştî 1923yan sîyasetek li ser Tirkîtîyê tê meşandin û wiha got: “Dema em ji hêla Herba Xelasîyê re binerin emê bibînin ku dema herbê dewam dikir kesên xwe wek xwyê Komarê didan naskirin îfade dikin ku dema herb bê qezenckirin dê komareke temamê nasname û nijadan di nava xwe de bi cîh bike. Dema herb qedîya û di sala 1923yan de di Lihevkirina Lozanê de desthilatdarên Komara Tirkîyeyê ji ew sîyaseta wad dikir bi temamî guherandin û derî ji temamê nasnameyên din re girtin û tenê li ser nasnameya Tirkîtîyê sîyaseta xwe pêşve birin û temamê derîyan ji gel û nasnameyên din re girtin. Li hember vê yekê hin caran bi sîyasetê û awayên demokratîk û hin caran bi cebr û şiddetê xwe da nîşandan. Di encama van tevade dewletê polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê xist sepanê. Ji ber vê yekê bi van awana ji damezrandina komarê heta îro hat. Helbet heta îro hin cuhadî û guherandin hatin kirin lê belê Pirsgirêka Kurd heta îro hebûna xwe bi awakî dewam kir.”  

“Pirsgirêka Kurd di bingeha xwe de mijareke daxwaza mafên nijadî ye”

Coşkûn, îfade kir ku bingeha Pirsgirêka Kurd înkarkirina nasmameya Kurdaye û wiha got: “Berya niha hat gotin ku dê nasnameya Kurdî bi awakî fermî bê naskirin, lê belê ev yek dû re hat înkarkirin. Piştî qanûna esasî ya 1924an temamê miletên li vî memleketî wek Tirk hatin qebûlkirin. Ev ne tiştekî ku kurt qebûl bike. Kurdan bertek nîşanî vê yekê dan. Em dikarin Pirsgirêka Kurd bi çend awayî tarîf bikin. Em dikarin di heqê bê pirsgirêka Kurd çiye çend tiştan îdîa bikin. Lê belê pirsgirêka Kurd di bingeha xwe de mijareke daxwaza mafên nijadî ye. Ji ber ku ev mijara nehat çareserkirin û her tim ev daxwazan hatin îstîsmarkirin û wek erênî nehatin dîtin heta vê rojê bi zêdebahî dewam kir û hat van rojan.”

“Ji ber ku di mijarên esasî de lihevkirin nehatin kirin  pêvajoya çareserîyê nehat biencamkirin”

Coşkûn, behsa pêvajoya çareserîyê jî kir û îfade kir ku sedemê bê encambûna pêvajoya çareserîyê ji ber du nokteyan bû û wiha got: “Ji van yek polîtîkayên der bû ya din ji polîtîkayên hindurîn bûn. Di warê polîtîkayên dervede em dikarin mijara Sûrîyeyê îfade bikin. Bûyerên li Sûrîyeyê qewimîn hevsengî xira kir. Di wê pêvajoyê de her dû hêlan li hevkirinên di nav xwe de danîn hêlekê. Di warê polîtîkayên hindurî de di navbera herdû hêlan de li hevkirineke tinebû. Di warê dema pêvajoyê de gelek xeletî hatin kirin. Li hêladin dema di navbera herdû hêlande pirsgirêkek derketa tu mekanîzmayên pirsgirêkên di navbera wan de çareser bike tinebû. Herdû hêlan jî digotin çareserî û aşîtî lê belê herdû hêl jî di warê çareserî û aştîyê de ji hev cuda difikirîn. Dema hikumetê digot aştî dixwest PKKe çekan dîne û dema PKKê jî digot aştî dixwst hêz û quweta xwe li herêmê bi qewettir bike. Ji ber cudahîyeke wisa pêvajo pêşve neçû û tu gavên erênî nehat avêtin û pêvajo xetimî.”

Coşkûn, destnîşan kir ku partîyê sîyasî di warê çaresetkirina pirsgiêka Kurd de bangawazîyê bike ev tiştekî zaf mihîm e û îfade kir ku lazim e partîyên din jî di vî warî de fikr û ramanên xwe bînin ziman.

“Lazim e daxwazên Kurdan bên qebûlkirin”

Ji bo çareserîya pirsgêrêka Kurd jî Vahap Coşkûn, wiha got: “Di warê pirsgirêka Kurd de dive her kes çareserîyekê diyar bike. Ecex tiştê ku ez dibînim di vê mijarê de hin sernavên bingehî henin. Divê di warê sernavên bingehî de gavin bên avêtin. Ji van sernavan yek di warî heq û azadîyan de lazim e hin gav bên avêtin. Hin daxwazên Kurdan henin. Ji van daxwazan yek perwerdehîya bi zimanê zikmakî û bikaranîna zimanê xwe di zaziyên dewletê de ye. Ji bo van daxwazan lazim e hin gav bên avêtin. Mijareke din jî mijara sîlehê ye. Divê ji bo çek bên danîn û sîleh ji holê rabe mekanîzmayên hewceye bên damezrandin. Mijara sisiyan jî divê Kurdên li derveyî sînorê Tirkîyê dijîn ji bo wan jî hin tişt bên çêkirin. Li Iraq, Sûrîye, Îran û li Tirkîyê Kurd henin. Derdora Tirkîye bi Kurdan pêçayî ye. Divê Tirkîye têkiliyên xwe bi awakî herî baş pêkve bibe. Berya referandûma Kurdistanê têkiliyên Tirkîye û rêvebrîya Kurdîstanê zaf baş bû, lê belê ew têkiliyên baş xirabûn. Divê têkiliyên wan ji nûve baş bibe. Divê bi Kurdên Sûrîyere têkiliyên baş bên kirin û bi Kurd û rêveberên Kurdan re eleqeyên xwe baş bike. (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/12427/deolojya-njadperesty-tesrn-xwe-yn-her-nebas-ps-li-ser-kurdan-kir 


Ê Berê Alimên beşdarî bernameya mewlûdê bûn banga wehdetê kirin
Ê Li Pey Karê Bêrîvanan yê bi zehmet

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.