Karê Bêrîvanan yê bi zehmet

Karê Bêrîvanan yê bi zehmet

Bêrîvan îfade dikin ku ew ji bo debara mala xwe bikin rojê du caran diçin deştê ajalan didoşin û karê çandin û malê dikin.

Li gundê Receba yê girêdaye Êlihê di gel hewa germ Bêrîvan rojê du caran, sibe û êvarê bi kîlometran dimeşin û diçin deştê, pezên xwe didoşin û vedigerin malên xwe.  

Bêrîvanên ku debara xwe bi ajaldarîlyê dikin îfade dikin ku ew di bin şertên zor û zehmet de dixebitin û ew her roj du caran ji bo pez û dotinê diçin deştê û tên.

Gelê gundê Receba îfade dikin ku ew ji meha adarê heta meha tebaxê ji ber ku şîr zêdeye ew 5 mehan li deştê dimînin û pezên xwe li wir didoşin.

“Em şîrê xwe dikin penêr û bi vî awayî debara xwe dikin”

Ji ehlê gund H. Abdûllah Karakûş, îfade kir ku ew debara xwe bi ajaldarîyê dikin û wiha behsa jiyana xwe kir: “Em ji meha Adarê heta meha Nîsanê tên çolê û em heywanên xwe li vir didoşin. Em şîrê xwe dikin pênêr û difroşin. Wekî di her îşî de heye di vî karî de jî kar û xisar heye. Em perê şivanên xwe didênê. Em xwarinê ji şivanên xwe re tînin û baş li wan dinhêrin. Kesên nedîtibe dibêjin di ajaldarîyê de zêde kar heye. Lê belê zêde kara vî îşî tineye. Em li ber bîrên petrolê şivanîyê dikin. Şîrê em di mehekê de kom dikin nake bihayê varîleke petrol. Tu fêda me di pertolê de tineye. Ji me tu kes di karê petrolê de naxebitin. Tenê em debarê xwe bi ajaldarîyê dike. Di gel ajaldarîyê 40-50 dolim erdê me heye em çandinîyê dikin. Zarokên me diçin xurbetê û li wir dixebitin. Em jî vî karî dikin.”

“Ji ber ku heywan nayên malê Bêrîvan ji bo şîr bidoşin tên deştê”

Ji ehlê gund Haydar Bûdakar, jî îfade kir kur bi hatina biharê ew heywanan bi şev û roj li çolê dihêlin û got: “Em her roj ajalên xwe didoşin. Kesên şîrê wan hebe hem ji bo xwe penêr çêdikin û hem jî difroşin. Ji bo me fêda şîr zêdeye. Li gor hewayê ji 15dê meha Adarê ajalên me li derve dimînin. Ji ber ku ajalên me nayên malê Bêrîvan ji bo dotinê diçin deştê. Ev yek heta mehên havînê dewam dike. Piştî çêre hişk dibe em ajalên xwe li pêrêzê derdora gund diçêrînin. Dema berxik nû çêdibe em pez tînin malê û em kar û berxan li mal şîr didin. Ji bîlî veya ajalên me bi şev û roj li çolê dimînin. Dema berx mezin dibe em ajalan qet nînin malê, her tim li çolê dimînin.”

“Ajaldarî çiqas kêm bibe bihayê tiştan awqas zêde bibe”

H. Salîh Karahan, destnîşan kir ku ji ber hindik kes ajaldarîyê dike bihayê qatix û goşt ewqas zêdeye. Ji bo ajaldarî zêde bibe lazim e karbidestên dewletê piştgirîyê bidin wan û wiha got: “Her sal Bêrîvan di meha adarê de derdikevin deştê. Bêrîvan li deştê pêz didoşin. Şîrê tê bidestxistin dikin penêr. Mixabin îsal penêr kême. Ji ber vê yekê dilê me bi kesên feqîr dişewite. Em naxwazin ewqas biha bibe lê belê ji ber ku hindik kes ajaldarîyê dikin biha ewqas zêdeye. Her kes xwe axa dihesibînin. Êdî kes xizmetê nakin. Em bi zorê şivanan dibînin. Heger wisa dewam bike ajaldarîyê kêmtir bibe û qatixê behatir bibe. Her çiqas heywan kêm bibe tiştên ewqas zêde bibe. Em dixwazin gelê me berê xwe bidin ajaldarîyê.”

“Ev 30 salê min e ez heywanan didoşim"

Ji Bêrîvanan Şukran Karahan, behsa zehmetîyên dikşîne kir û wiha got: “Di meha adarê de kerîyê me derdikevin çolê. Em her roj diçin çolê û şîrê wan didoşin. Heta dawîya mehên havînê em diçin deştê û heywanan didoşin. Ev 30 salê min e ez şîr didoşim. Em şîrê ji deştê digrin dikin mast û penêr û difroşin. Ji tiştên em çêdikin zarokên Mislimanan dixwin. Em bi vî karî debara xwe dikin. Tu kerê me yê din tineye. Zarokên me bê karin. Tenê ev kara di destê me de maye.”

Ji Bêrîvanan Zekîye Karahan jî îfade kir ku ew li gundê Receban hatîye dinê û ji çer tê bîra wê heta ana ew bi vî karî re meşxûle û got: “Çer ez çê bûmim ez li vî gundîmim. Em diçin deştê û şîr didoşin. Hemd ji Xweda re karekî helal û temîz e. Em vî karî ji bo zarokên xwe dikin. Zemanê berê temamê Bêrîvanan bi niga dihatin deştê. Şîrê me didot me datanî ser pîyê xwe û em diçû gund. Paşê me bi keran ev kara kir. Niha jî ji ber terextor û wesaît derketîye em bi wan diçin deştê şîrê xwe didoşin û em vedigerin malê.”

“Em 6 meha bi şev û roj heywanên xwe diçêrînin”

Şivanê gund Metîn Çelîk, destnîşan kir ku ev nîv esre ew şivanîyê dike û behsa zehmetîya şivanîyê kir: “Ev du salê min e ez li vî gundî şivanim. Em di avdana ajalan de zehmetîyan dikşînin. Ji sibê heta êvarê em ji paqij kirina xweydana xwe dibetilin. Em êvarê heta saet 22.00 radikevin paşê em radibin di hênkaya şevê de pezê xwe diçêrînin. Bi hatina biharê em 6 meha bi şev û roj ajalan diçêrînin. Ev kara zaf zore. Hin kesên din bi vî karî rojekê jî nakin lê belê em 6 mehan bi şev û roj dikin. Em 6 mehan li dervene. Ev kara karê bavêmin e. Ez 52 salîme, ev nîv esre ez vî karî dikim. Ez vî karî bi zarokên xwe re dikim û ew jî alîkarîya min dikin. (ÎLKHA)


Ê Berê “Îdeolojîya nîjadperestîyê tesîrên xwe yên herî nebaş û pîs li ser Kurdan kir”
Ê Li Pey “Xwedîbûna statûyê mafê Kurdan e jî”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.