“Kesên ku li muqaddesatên xwe xwedî derneketine zelîl bûne”

“Kesên ku li muqaddesatên xwe xwedî derneketine zelîl bûne”

Bo qerara Amerîka ya derbarê Qudsê de û danezana sosret a li Fransayê bê tel’înkirin li Êlihê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî hat lidarxistin. Di daxuyanîya girseyî de hat destnîşankirin Mislimanên ku li muqaddesatên xwe xwedî derneketine zelîl bûne.

Daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li Kolana Gulistanê hat tertîpkirin. Kesên ku beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn lenet li danezana li Fransayê û li qerara Serokê Amerîka Trump anîn.

 “Kesên ku li muqaddesatan xwedî derketine bûne ezîz”

Mela Muhammed Varol di daxuyanîya çapemenîyê de axavtinek kir û destnîşan kir Quds nirxa hevpar a Mislimanan e û diyar kir ew ê Qudsê ji zaliman re nehêlin. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kî terka muqaddesatên xwe bike him li dinyayê û him jî li axretê dê ezîz nebe. Lewra kaînat milkê Xweda ye. Xweda van muqaddesatan ji me re pîroz kiriye. Îzzet di xwedîderketina muqaddesatan de ye.  Di dîrokê de kî terka muqaddesatan kiribe zelîl bûye. Tu kes  ezîz nebûye, tev perîşan bûne. Ger Misliman pêşanîyê bidin muqaddesatên xwe û îxtîlafên xwe li pey xwe bihêlin dê Quds azad bibe. Em Misliman tev divê pêkve li Qudsê xwedî derkevin. Kesên ku li muqaddesatan xwedî derketine bûne ezîz.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/12576/kesn-ku-li-muqaddesatn-xwe-xwed-derneketine-zell-bne 


Ê Berê Platforma Nesla Qur’anê ji daneza bêedeb a li Fransayê re berteka tund nîşan da
Ê Li Pey Zilma PKKê ya li Gêra Cafer û berxwedana destanî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.