“Armanca me ji bi dehhezaran malbatên feqîr û jar re alîkarî kirine”

“Armanca me ji bi dehhezaran malbatên feqîr û jar re alîkarî kirine”

Kerwama Umûdê ya Êlihê di çarçoveya xebatên Remezanê de dest bi xebatên alîkarîyê kir da ku di meha Remezanê de ji kesên feqîr, jar, yetîm re alîkarî bê kirin.

“Armanca me ji bi dehhezaran malbatên feqîr, penaber, mexdûr û muxtac re alîkarî kirin e”

Serokê Kerwana Umûdê yê Êlihê Mehmet Alî Işik derbarê amadehîyên ku bo belavkirina alîkarîyê hatine kirin de nirxandinan kir. Işik di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew ji xwe re kirina armanc ku di meha Remezanê de ji bi dehhezaran kesên feqîr, yetîm, penaber û mexdûr û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ji feqîran re bê belavkirin me 5 ton xurek stand. Em kolîyeke ku di nav de birinç, nîsk, savar, zeytûn, şekir û ava bacana, fasûlî, maqarna û hwd. hene. Li we malûm e, ev kar kareke bi kulfet e. Em ji temamê endam û dildarên xwe re teşekur dikin. Me ji îro pê ve dest bi belavkirina van kolîyên xurekê kir. Ev yek bi saxiya alîkarîya xêrxwazan dest pê kir. Ger em destekê bistînin înşallah em ê ji bi dehhezaran kesên feqîr,yetîm, penaber û mexdûr re alîkarî belav bikin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/12616/armanca-me-ji-bi-dehhezaran-malbatn-feqr-jar-re-alkar-kirine 


Ê Berê Ji Cemaata Hîzbullah bangewazîya Qudsê
Ê Li Pey Ji Evîndarên Pêxember peyama “Remezan û Qudsê”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.