“Em bo mexdûrên 28ê Sibatê ne efûyê darizandina ji nû ve dixwazin”

“Em bo mexdûrên 28ê Sibatê ne efûyê darizandina ji nû ve dixwazin”

Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Êlihê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa Myê ya Êlihê hat tertîpkirin de ji bo mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê darizandina ji nû ve hat telebkirin.

Li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa Myê ya Êlihê bi kesên ku ji teref 28ê Sibatê û darazan FETO ve hatine mexdûrkirin bi piştevanîya Şaxa Êlihê ya Cemîyeta Mustezafan û STKyên Îslamî ji teref MAZLUMDER ve daxuyanîya çapemenîyê hat tertîpkirin. Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat tertîpkirin de naskirîyên kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne axivîn û destnîşan kirin naskirîyên bêsûc û belesebeb 15-20 salan di girtîgehan de tên girtin û ew mexdûr in.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Mahmut Yavuz ve li ser navê MAZLUMDERê ve hat xwendin. Yavuz di daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê ew qerarên daraza paralel û bi birifîng bên betalkirin û dû re wiha got: “Em bo mehkûman efû û tahlîyê naxwazin; em dixwazin ku rêya darizandina ji nû ve bo wan bê vekirin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Yetîm-Dera Ewrûpa ji bi hezaran Afrîkayî re alîkarîya tenduristî û xurekê kir
Ê Li Pey Kerwana Umûdê ji 200 zarokê êtîm re alîkarîya cil û bergan kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.