Kerwana Umûdê ji 200 zarokê êtîm re alîkarîya cil û bergan kir

Kerwana Umûdê ji 200 zarokê êtîm re alîkarîya cil û bergan kir

Kerwana Umûdê ya ku li Sîwerekê bi xebetên alîkarîyê tê naskirin ji 200 zarokê êtîm re alîkarîya cil û bergan kir.

Ji 200 zarokê êtîm ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re ji teref Kerwana Umûdê ya Sîwerekê ve alîkarîya cil û bergan hat kirin. Alîkarîya cil û bergan bi xêra welatîyên ku li derveyî bajêr dijîn hat kirin.

Huseyîn Şekerê ku Temsîlkarê Kerwana Umûdê yê Sîwerekê ye derbarê mijarê de destîşan kir ew bo alîkarîyê bang li malbatên zarokên êtîm kirine da ku werin dikanê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wek her sal îsal jî me di bergehan alîkarîya cil û bergan de ji 200 zarokê êtîm re alîkarîya cil û bergan kir. Ev alîkarî bi xêra karsazekî hat kirin. Bi rastî jî ji ber ku me vê alîkarîyê belav kir em gelek şad û bextewar in. Em ji ber keda wan ji kesên xêrxwaz re teşekur dikin. Înşallah em ê piştî vê pêvajoyê jî ji zarokan re alîkarîyê bikin.”

Şeker di dawîya axavtina xwe de destîşan kir ew ê heta dawîya Remezanê ji 400 malbatî re alîkarîya erzaqê bikin.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/12728/kerwana-umd-ji-200-zarok-tm-re-alkarya-cil-bergan-kir 


Ê Berê “Em bo mexdûrên 28ê Sibatê ne efûyê darizandina ji nû ve dixwazin”
Ê Li Pey Di girtîgehê de bi îşkenceyan hat şehîdkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.