Sineta ku li hêvîya îhyakirinê ye: Îtîkaf - Kelhaamed

Sineta ku li hêvîya îhyakirinê ye: Îtîkaf

Sineta ku li hêvîya îhyakirinê ye: Îtîkaf

Îtîkaf sineteke ku Hezretî Pêxember tu carî terk nekirîye. Alîm û zanayên Îslamê jî dibêjin kesên ku îmkan û derfetên wan hebin divê vê sineta li ber ji bîr kirinê ye îhya bikin.

Îtîkaf sineteke wisa ye ku Pêxemberê me -silava Xweda li ser be- tu carî terka wê nekirîye û di deh rojên dawî yên Remazanê de tê îhyakirin. Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Cemal Çinar û ji damezrînerên Weqfa Sîyerê Mûhammed Emîn Yildirim îfade kirin ku îtîkaf sinet e ku bi ayet, hedîs û bi îcmaê sabit bûye û xwestin ku Misliman xwe ji vê xêra mehrûm nekin û jê îstîfade bikin.

Mela Cemal Çinar îfade kir ku îtîkaf xwe ji dûrkirina ji meşxûlîyeta dinyayê û îfade kir ku Hezretî Mûhammed deh rojê Remezanê yê dawî bi îtîkafê derbas dikir.

“Kesekî têkeve îtîkafê nikare bê mazeret mizgeftê terk bike”

Mela Çinar, îfade kir ku jin dikarin di malên xwe de têkevin îtîkafê, lê belê divê zilam li mizgeftan 5 wext nimêjên xwe bi cemaet bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekî di heman îbadetan de heye di îtîkafê de jî berya her tiştî nîyet lazim e. Divê meriv bibêjin ‘Ez bi nîyetim ji bo riza Xweda dikevim îtîkafê’. Kesê ku nîyet hanîbe têkeve îtîkafê divê berya roj here ava têkeve mizgeftê û ji bo çend rojan nîyet hanîbe ewqas rojî ji mizgeftê dernekeve. Heger kesekî ji bo roja dawî tenê nîyet hanîbe divê heta nimêja îdê bê kirin ji îtîkafê dernekeve. Kesekî têkeve îtîkafê bê mazeret nikare ji îtîkafê derkeve. Heger bê mazeret ji îtîkafê derkeve nîyeta wî xera dibe. Ev yek ji bo jinan jî hemam tişte.”

“Heger li cîkî tu kes neketibe îtîkafê hatina belayê muhtemel e”

Çinar, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê kesê têkeve îtîkafê her saetê xwe baş derbas bike û wiha got: “Heger li cîkî tu kes nekeve îtîkafê îhtîmala belakî mezin were zêde ye. Tenê însanek jî têkeve îtîkafê dê bibe wesîla rabûna bela li ser wî miletî tevî. Wekî Hezretî Mûhammed dibêje, îtîkaf însan ji agirê cehenemê dûr dixe. Lazim e meriv di nava salê de carekê têkeve îtîkafê. Ya mihîm ewe ku meriv di deh rojê dawî yê Remezanê de têkeve îtîkafê.”

Mûhammed Emîn Yildirim jî di warê îtîkafê de îfade kir ku, îtîkaf sinet e ku Resûlê Xweda emanetî me kirîye û wiha got: “Resûlê Xweda qezayê tu sineta nekîrîye, lê belê di sala hîcretê ya 8emîn de dema ji bo fetha Mekkê derket rê, ji ber ku di wan rojan de ne li Medînê bû neketibû îtîkafê û di sala nehan de qezaya îtîkafê kiribû.”

“Îtîkaf sinetek û divê bê bi bîr xistin û bê kirin”

Yildirim diyar kir ku ji ber vê yekê Hezretî Mûhemmed di Remezana dawî de 20 roja ket îtîkafê û wiha got: “Di vir de qezakirina Pêxemberê Xweda ya sineta îtîkafê îşareteke daye umeta xwe ye. Em ji vê yekê fêm dikin ku îtîkaf sineteke wisa ye ku divê meriv îhya bike. Qasidê Xweda di demên xwe yên dawî de ev bi me daye nîşandan.”

“Di axirê zemand e îhyakirina sinetekê fezla şehîdan e”

Yildirim, îfade kir ku ketina îtîkafê di deh rojên dawî de sinete û kesên îmkanê wan tinebe deh roj nebe jî çend rojan têkeve îtîkafê û wiha got: “Mixabin li ser van axan ev sineta hatîye jibîrkirin. Mala Xwedê ava li gor berê hebkî tevecuh zêde bû ye. Bi taybetî niha ciwanên me çi ji destê wan tê dikin. Niha Dîyanet jî li çend mizgeftan dixebite ku şertên wê li gor kesên dixwazin têkevin îtîkafê çê bikin. Pêxemberê Xweda dibêje kesekî di axirê zeman de sineteke hatibe jibîrkirin îhya bike ji wî re xêra şehîdan heye. Heta di hedîsekê de dibêje xêra 100 şehîdî heye. Wê çaxê li vir wezîfeyek ji bo me heye.

Divê heta ji destê me bê em bi xwe vê sinetê îdraq bikin û ji derdora xwe re jî behs û qala vê sineta li ber ji bîr kirinê ye bikin. Divê em bi xwe bikin û kesên nakin jî em têxin bîra wan. Ev du berpirsyarîyên me di warê îtîkafê de ye.”“Îtîkaf nîmetekî mezin e”

Yildirim axavtina xwe wiha dewam kir: “Di vê jiyana dinyayê de ji bo em hebkî bi xwe werin, xwe dûz bikin û Xwedayê Mezin tefekur bikin nîmetekî pir mezin e. Divê çi ji destê me were em vê sinetê bi xwe bikin û ji derdora xwe re bibêjin. Divê em vê yekê tu carî ji bîr nekin û li gor wê hereket bikin.”

Tiştên ku di îtîkafê de bên kirin

Yildirim, di dawîya axavtina xwe de behsa tiştên ku divê meriv di îtîkafê de bikin kir û wiha axavtina xwe bi dawî kir: “Di serê ewil de divê kesê têkeve îtîkafê eleqa xwe û dinyayê ji hev qut bike! Ez ji birayên xwe yên ku dikevin îtîkafê di serîdê vana dibêjim: Ewil têlefonên xwe ji xwe dûr bixin û bi kar nînin. Dê demê lazim e meriv xwe ji heman tiştên ku me ji kirina dia dûr bixe mihafeze bike. Ji ber ku piştî meriv nîyet hanî û ket mizgeftê heman tiştên meriv dike îbadet e, divê meriv wî îbadetî bi şiklekî herî xweşik bike. Divê meriv zêde zêde Qur’anê bixwîn in. Xwe di warê Îslamî de pêşve bixe û dersan bike. Dirêj dirêj nimêjan bikin. Bi taybetî divê dema meriv di îtîkafê de bin terawîhên xwe dirêj dirêj bikin û heta ji destê meriv were meriv rabin şev nimêjan. Divê meriv di îtîkafê de zikrê sibe û êvaran ji bîr nekin. Lewra ew zikr û îbadet her tim Pêxemberê me kiriye. Lazim e meriv li hevalên xwe guhdarî bikin û heger derdekî wan hebe jî ji wan re bibin alîkar. Divê di îtîkafê de çi ji destê meriv were meriv bike û li gor Xweda û Resûlê wî xwestîye derbas bike.” (ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/12827/sineta-ku-li-hvya-hyakirin-ye-tkaf 


Ê Berê “Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe”
Ê Li Pey Ji Cemîyeta Mustezafan banga “Quds”ê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.