"Di meseleya Kurd de problema sereke qedexeyên li ber ziman û nasnameyê ne" - Kelhaamed

"Di meseleya Kurd de problema sereke qedexeyên li ber ziman û nasnameyê ne"

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir di meseleya Kurd de problema sereke zextên dewleta neteweyî û qedexeyên li ber ziman û nasnameyê ne.

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir.

“Di meseleya Kurd de problema sereke zexta dewleta neteweyî û qedexeyên li ber ziman û nasnameyê ne”

Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew ji problemê nabêjin problema Kurd û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em pênasa problemê dikin jê re nabêjin problema Kurd. Sebeb û netîce hene. Ev yek meseleyeke sîyasî ye. Sebeb zext û ferzkirinên dewleta neteweyî ye, qedexeyên li ber ziman û nasnmeyê ne. Ev mesele bi şikleke ciddî can şewitandiye.Ev mesele ji mehellîbûnê derketiye û bûye meseleyeke gerdûnî. Encam can şewitandin. Ji ber ku em bi netîceyan dilebikin  hêj em gavekê jî bi pêş ve naçin. Ji teref eqlê dewletê ve em negihaştin derekê. Başe, gelo em ê meselê çawa çareser bikin. Meseleya Kurd ev e; meseleyeke sîyasî, çandî û aborî ye. Ev yek meseleyeke nasname û ziman e. Sedema erê gotina me ya di referandûma 16ê Nîsanê de ev bû. Di makeqanûna heyî de pêşîya perwerdehîya bi zimanê zikmakî hatiye girtin. Bûye sedem ku kesên ku ne Tirk in, nexasim jî  welatîyên Kurd xwe cihê bibînin. Divê em bi probleman re rûbirû bibin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/12836/yavuz-di-meseleya-kurd-de-problema-sereke-qedexeyn-li-ber-ziman-nasnamey-ne 


Ê Berê Ji Cemîyeta Mustezafan banga “Quds”ê
Ê Li Pey MEHA REMEZANÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.