MEHA REMEZANÊ

MEHA REMEZANÊ

Ji Kovara Söz ve Kalem - Werger Mesut Ege

Pesn û spasi ji Rebê me re be ku me dîsa gihand meha  remezanê ya mirov pê dilşa dibe.

Bi qencî û kerema wî, ;rehm û bereketa wî, talim û terbiya wî, xweşî û rizaya wî û  nûkirina şexsiyata mirov em ê dest bi meha remezanê bikin.

Xwedê bê erê bi nêrîna resûlê xwedê  heta ji deste me bê   em ê ji vê mehê istifade bikin.

Di meha rojiyê de , şev û rojên wê  fitar û paşîvên wê teva de divê  em têkevên bin bandora wê.

 

Bi hatina rojiya remezanê xwedê teala rehm û kerema xwe liser evdên xwe dibarîne.

Ev rehm û kerem carinan liber çav carna  jî mirov his dike.

Serê meha remezanê rehm e nava wê efûkirin û taliya wê jî xelasiya ji êgir e. (1)

 

Li gor  Hz. Elî hatiye rîvayetkirin Resûlê xwedê gotiye gava meha remezanê dest pê dike xwedê teala ji milyakete re wiha ferman dike’’ dev ji tizbî yên xwe berdin.ji bo umeta muhammed bê efûkirin dûa bikin.(2)

 

Îbadetên Xêr û bereketa meha remezanê ji yên mehên din bêtir e. Ferza mirov di meha remezanê bine cih heftê qatan ji mehên din qiymetartir e.

İbadeta Wextekî ji xeynî remezanê xêre wê ji deha heta hefsedî be di wextê remezanê de ji hefsedî  heya sedhezarî ye.

Ligor ji Hz.Ebû Hureyre hatiye rivayetkirin Resûlê Xwedê wiha keremkiriye; ji bo zariyê Adem çi başî û bendetiya kiriye ji dehan heta hefsed qatî xêr heye û xwedê teala çiqasî  bixwaze lê zede dike.”(3)

Meheke xêrê wê bêhesab û ji bo mumîna derfeteke mezin e. Mirov ji vê derfetê bêpar nemine şahî û kêfxweşiyeke mezin e.

Ji bo xwedê Teala me gihandiye vê mehê em çiqas hemd bikin her tim kêm e.

 Ji Nadr İbnî Şeyban(ra) ve  hatiye rivayet kirin ku Resûlê xwedê (s.a.v) wiha gotiye

 

  Xwedê Teala girtina rojiya Remezanê li ser we ferz kiriye min jî limêja terawîha û xwendina qur’anê ji we re sunnnet hiştiye. Kî bi bawerî rojiya xwe bigre bi şeva wê şiyar bimîne limêja terawiha bike  û quranê bixwîne weke nû ji diya xwe welidibe bê guneh e.(4)

Di Rojiya remezanê de li gorî şîretê pêxemberê me em bimeşîn û sûdeke mezin em jê wergirin.

Pêxemberê me di meha remazenê de mizgîna  penc qencî ji umeta wî re hatiye diyarkirin.

Ji Cabir İbni Abdullah hatiye rivayetkirin Resûlê xwedê wiha kerem kiriye.

Ji  umeta min re penc tişt ihsan bû ye ev tişt ji umetê pêxemberên din re nehatiye dayin 

 

 Yek: Di roja ewilî de xwedê teala bi bi rehmê li wan dinihêre. Xwedê Teala bi rehmê li kê  binere tu carî ezab lê nabire.

Dudo:Bêhna devê yen rojiyê digirin li qatê xwedê teala ji bêhna miske xweştir e.

 

Sisê:Bi şev û roj milyaket ji bo vanê rojiyê digrin bexşandina wan ji xwedê dixwazin.

Çar: Xwedê teala wê rojê  ji bihişta  xwe  re ferman dike  û wiha dibêje;’’ hey bihişt xwe bixemilîne û amada bike hindik maye ku ew bendeyên ji astengîyê dinyayê xelas bûne wê werin İstrehet bikin.

Pênc: Roja  Remezanê ya dawiyê tê xwedê teala gunehê yê rojî girtiye tava efû dike.

Ji sehabê pêxember yekî pirsî :Ya Resulullah ev şev leyletil qedr e?

Pêxember gote na.Ma qey tu nizanî yên xebatkar heta êvarî dixebitin piştre yomiya  xwe distînin?(5)

Meha Remezanê ji qûlên xwedê teala re wek efûyeke giştî ye.ji bo yên gunehkar yên  ji xêra re paşde ma ye yê di xefletê de û yên roja hesab ditînê  ji bîrakiriye hişyariyek e.

Yê guh nede vê bangê û pê qayilnebin di qatê xwedê teala de tu mahne ji wan re namîne.

Lewra xwedê teala ji bo yên vexwendî ew şeytanê di hukmê kûçikê malê  de ye girêdaye.

Yê İcabetî dawetê nekin tu mahne ji wan re tune ye.(6)

Ev Remezanê meheke şeytan tê de hatine girêdan xêr û bereket tê de zede ne divê tevgera me li gorî quran û sunnetê em derbas bikin.

Pêxemberê me ji bo ev xêrên mezin xwestiyê bigihije meha remezanê dûa kiriye

Resulê xwedê ji bo taybetiya meha remezanê wiha gotiye:eger qûlên min zaniba serdest ,bûna meha remezanê wê bixwestana salên wan tev remezan be.(7)

Rabê me, me ji xêr û bereketa remezanê mehrûm neke ji meha remezanê istifadeyeke mezin bike nesibê me û bi meha remezanê aramiyê bîne erdnigariye umetê. Amîn.

 

İbn-i Huzeyme, Sahih, III, 191

Ramazu’l-Ehadis, Hadis no:584

İbniMace, Sıyam: 1

Nesai, Sıyam: 40; Müsned, 1:1956

Tergibve’t-Terhib, 2:92

İnzar Dergisi, Ramazan Özel Sayısı

7Müslim, Savm 1


Ê Berê "Di meseleya Kurd de problema sereke qedexeyên li ber ziman û nasnameyê ne"
Ê Li Pey “Zekat paqijîya mal û milk e”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.