Ji Cemîyeta Mustezafan peyama îdê - Kelhaamed

Ji Cemîyeta Mustezafan peyama îdê

Ji Cemîyeta Mustezafan peyama îdê

Ji teref Navenda Giştî yê Cemîyeta Mustezafan ve ji ber minasebeta Îda Remezanê peyamek hat weşandin.

Ji ber minasebeta Îda Remezanê ji teref Navenda Giştî yê Cemîyeta Mustezafan ve  peyama îdê hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin Mela Seîd Varolê ku berî vê çend rojan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da hat yadkirin û îda temamê alema Îslamê hat pîrozkirin.

Di peyama ku hat weşandin de cî hat dayîn van gotinan:

“Em ê Îda Remezanê jiyanbana, lê belê xebera dilşewat a ku me stand gelek zêde li ser me mutessîr kir. Koçkirina welatê ebedî ya Xoceyê me Mela Muhammed Seîd Varol gelek zêde me xemgîn û mehzûn kir. Di serî ji malbata wî û bi giştî ji temamê hezkirîyên wî re sebra cemîl niyaz dikin.  Ji ber xizmetên wî yên Îslamî Xweda ecr û mukafata wî bide. Wî bi cennetên xwe yên Naîm û Firdews mukafat bike.”

Di dawîya peyama ku hat weşandin de Îda Remezanê ya temamê alema Îslamê hat pîrozkirin û hat niyazkirin ku ev îd bibe wesîleya rizgarîya Mislimanên li herêmên şer de ne û bo vê yekê teleba dia hat kirin.(ÎLKHA)

 



: http://ku.ilkha.com/haber/12908/ji-cemyeta-mustezafan-peyama-d 


Ê Berê “Xwîna şehîdan mibarek e”
Ê Li Pey "Emê mesela Kurd di şeş meha de çareser bikin"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.