Betlane, Di Xizmeta Îslamê De Guherîna Kar E.

Betlane, Di Xizmeta Îslamê De Guherîna Kar E.

Nivîs: Söz ve Kalem Başyazı Werger: Mesut EGE

Birastî bawermend serfiraz bûne

Ew ên ku di nimeja xwe de bixowf in…

Ew ên ku berê xwe ji tiştê bêfêde û beredayi vedigerînin.

Ew ên ku zekata malen xwe didin.

Ew ên ku li namûs û hedê xwe miqate nin ji xêndî pîrekên wan, jiber wan nayê lomekirin.

Lê belê kî jî vî sînora derbas bike ew in yên  ku hedê xwe derbaskirine.

Ew ên ku li emanet û peymanên dane ku miqate ne.

Ew ên ku li nimêjên xwe miqate ne.

Her ev in, ên mîras ji wan re ma ye.

Ew in yê ceneta firdewsê miras werdigrin û tê de ebedî dimînin. “(sûreya Mu’mimûn: ayetên 1-11)

Misilman piştî balix dibe û heta mirinê çi tişten di jiyana xwe de emilandiye ew ê jê bê pirsîn.

Ev pirsyarî ji xwarin û vexwarinê bigre, heta tevgera mirov têkilî û peyvên wî yên bi însanan re bi kurtayî ji heyata xwe tevî wê bê pirsin.

Wazifên  xwe yî yên îslamî jî wê bê pirsin.

Ev tiştên ku em behs dikin misliman bi tevahî berpirsiyarin lê belê jiber kovara me ya ciwana ye em ê banga xwe ji wan dest pê bikin

 Birayên me!

Betlaneya sêmeh dest pê dike.

Bi salan ev betlana, wek hişmendiyeke ji berpirsîn û xebatê dûr, dema xwe tevî bi îstrehetê û kêfê bê derbaskirin  û li sînorê helal û heram nê guhdarkirin tenê li çûyina pê nefsê  hat îdraqkirin. Jiber vê îdraqê wateya betlaneyê wek serhildaneke liber Xwedê û Resûlê wî hat dîtin

Xwedê Teala me û birayên me teva ji ketina vî halî dûr bixe.

Ev zanîna ne li gorî misliman û mumîna ye.

Ji bo me îstrehet , huzûr û tehma heq dema pirbûna xizmeta ji mislimana re ye.

Ji bo em xizmetên bi vî rengî bikin,  dema xwe  wek Xwedê û Resûlê wî dixwaze em xwe bi awayekî erênî  xwe pêş de bibin û vê pêşketin û guherînê  di xwe de bibînin.

Belkî tarifa vê tehmê nê kirin,  ev tehm şahidbûna tehma betilandinê, bêxewbûnê, birçîbûnê û cehdandina di xizmetên îslamî de ye. Ji bo mislimanan tehma herî mezin xizmeta îslamê ye.

 Di  pêşerojê de Ji bo na xizmeta ji îslamê û misilmana re hûnê xizmetin çawa deynin ser milên xwe bi birayên xwe ve bişêwirin.

Sê meh ne demeke hindike.Ji bo xizmetên îslamê û misilmana mirov pêş de bibe, têkeve bin berpirsînin mezin , li cihê em dixwînin ya jî li her cihê hûnê lê betlaneya xwe derbasbikin ji bo bibe kesayeteke misilman û gazikarê îslamê divê mirov bixebite.

Piştî se mehên din di destpêka serdema dibistana de dema em jimaryariya di betlaneyê de derbaskiriye  bikin,  di kêfxweşiyeke de mezin bila mirov bibêje hemd ji xwedê Teala be ku ev derfeta da min.

Xwêde Teala mirov bistrîne ji gotinên bi vî rengî ku’’ min sê mehên xwe ye betlaneyê vala derbas kir ne ji bo îslamê ne ji bo misilmanan min tu xebat nekir'

Jiber wê divê mirov gerîn rûniştin,peyvîn neke û nekeve nîkaşê bêarmanc  û  xeyalên vala.

Tiştê ji misilmanan,  ji îmana me re, ji dawa me re bê fêde be tev beredayî ne.

Xerckirina dem û hêza me ya bi tiştên pûç re çawa li dinyayê bê fêde ye  hesabê em ê li cem Rebe xwe bide jî giran dike.

Liber xizmeta îslamê û ya misilmana ji bo jiyaneke ligorî îslamê bijî hewce ji xwendin û fêhmkirina çavkaniyên me Qûr’an û hedîsên Resûl heye. Bi vî awayî însanên me yê bi plan ji îslamê tê dûrxistin em karibin îslamê ji wan re bibejin

Jiyana gazikarê îslamê bielimin ku wexta hûn di xizmetên îslamî de leqayî pirsgirêkan hatin bi zanîn hûn karibin karên xwe berdewam bikin. Ji bo tu bibe rêkxistin û rêveberekî baş hewce ji vana heye.

Ji her birayekî me hêviya me dûrketina fikrên bi rapîr û tefrit e.Di zanîna Qûran û sunetê de pêşketî bin, emel û exlakê xweş di xwe de xwiya bikin.Teva vi hawî bila ya bêjekarekî jêhatî ya rêveberekî adil ya rêkxistinekî jîr an jî fêrkerekî zîrek bin.

Lewre  birayên me yê ciwan di nava însanan de weke sayda mamoste û rêberekî yê rêya xwedê nişan dide be.

Ew roja ku poşmanî bê fêde ye xwedê teala birayên me poşman neke û xwedê teala birayên me ew roja ku ji xêndî  siha erşê xwedê tu sih tune ye me di binê wê siha de bicivîne…

Bi hêviya hûn serdemeke bixêr derbas bikin. Emanetî Xwedê Teala bin…


Ê Berê Êşa ku ev 26 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîama Sûsa
Ê Li Pey Dîroka Qetlîaman

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.