“Heta ku em sax bin emê xelkê Misliman ji însafa kafir û murtedan re nehêlin”

“Heta ku em sax bin emê xelkê Misliman ji însafa kafir û murtedan re nehêlin”

Mela Beşîr Varolê ku di bernameya bîranînê ya şehîdên Sûsayê de axivî destnîşan kir “Heta ku em sax bin emê xelkê Misliman ji însafa kafir û murtedan re nehêlin û em ê li wan xwedî derkevin.”

10 Mislimanên ku di sala 1992an de li Sûsaya Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKyîyan ve di mizgeftê hatin qetilkirin di 26emîn salvegera şehadetên xwe de bi bernameya ku hat tertîpkirin ji teref hezkirî û hevaldozên xwe ve hatin bîranîn. Bername ji teref Sûsa-Derê ve li gundê Sûsaya Farqînê di seat 15.00an de hat tertîpkirin.

Mela Mihemed Beşîr Varolê ku ji alimên herêmê ye û wek Mela Mizgîn tê binavkirin di bernamê de axavtinekê kir û di destpêka axavtina xwe de ayeta “Ji wan kesên ku di rêya Xweda de hatine kuştin re nebêjin mirî. Ew sax in, lê hûn fam nikarin fam bikin.” di bîran xist û dû re balan kişand li ser zilma li li ser xelkê Misliman hatiye kirin.

“Yekî li ser navê Tirkperestî û yê din jî li ser navê Kurdperestîyê  li pişta perdê li hev kirin, tifaq kirin da ku xelkê Misliman ji Îslamê dûr bixin”

Varol di axavtina xwe de diyar kir digel rakirin xîlafetê ya li ser axên Îslamê, Misliman bêxwedî, bêserî, bêrêber û bêhêz man û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zalim, kafir û rejîmên taxutî li ser beldeyên Îslamê bûne hakim. Li memleketê me jî bûn hakim. Xelkê Misliman roj bi roj ji Îslamê hat dûrxistin. Ji wan kesên ku secde dibirin  bo Xweda û ji wan kesên ku li dînê Îslamê xwedî derketin re dijmintî hat kirin. Him ji teref rejîma taxutî ve û him jî ji teref PKKyê ku rêxistina murted a terorê ye ve neheqî û zilm hatin kirin. Yekî li ser navê Tirkperestî û yê din jî li ser navê Kurdperestîyê  li pişta perdê li hev kirin, tifaq kirin da ku xelkê Misliman ji Îslamê dûr bixin Tifaq kiribûn da ku Îslamê ji qelbên me derxin û kufrê li ser qelb û memleketê me hakim bikin.”

 “Heta ku em sax bin emê xelkê Misliman ji însafa kafir û murtedan re nehêlin”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir tu carî meydan ji kafiran nema û dê nemîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek Mislimanên xwedî xîret, wekî Ashab-i Keyf, hinek sehabîyên Resûlullah û hawarîyên Hz. Îsa di salên 80î de hatin ba hev. Dest dan destên hev û gotin ku ‘em qebûl nakin memleket û însanên me ji Îslamê dûr bikebin.’ Ew Misliman li dînê Îslamê û li memleketên Mislimanan û li heq û hiqûqên wan xwedî derketin. Bo Îslamê dest dan destên hev û bo Îslamê beyat kirin û soz dan hev. Heta ku em sax bin emê xelkê Misliman ji însafa kafir û murtedan re nehêlin û em ê li wan xwedî derkevin.”

 “Da’wa me da’wa Îslamê ye ku ev însan di oxira wê de hatine şehîdkirin”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek însan dibêjin şehîdên Sûsayê çima hatine şehîdkirin û da’wa wan çi ye. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji dinyayê te îlan dikin: Da’wa me da’wa Îslamê ye ku ev însan di oxira wê de hatine şehîdkirin. Ji bilî Îslamê tu doz û da’wa me tuneye. Em ji bilî Îslamê tu tiştekî din teleb nakin. Heta ku em sax bin em ê li vî dînê mibarek xwedî derkevin. Ji bilî wan kesên ku wicdana xwe danînê alîyekê tu kes nikare bibêje ‘ji bilî Îslamê karekî din  a van însanan heye.’ Me li Îslamê xwedî derket. Lewra Îslam ê Rebbê kaînatê ye. Lewra Rebbê kaînatê dibêjê ku ‘Di nezda Xweda de dîn Îslam e.”

 “Heta ku yek ji me bimîne em ê ji vî dînî re xwe feda bikin”

Varol got ku “ Kesên ku hizûr, xweşikayî û saadetê dixwazin divê xwe bi Îslamê bigirin. Reçeteya xelasîya însanîyetê Îslam e.” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Em Misliman in û em li vî dînê mibarek xwedî derdikevin. Me ev qas ezîzên xwe ji Îslamê re feda kir. Ev qas ezîz bo Îslamê canê xwe feda kirin. Me ev qas ezîzan di vê oxirê de feda kir. Heta ku yek ji me bimîne em ê ji vî dînî re xwe feda bikin. Izzeta xelk û însanê me di Îslamê de ye. Tu çare û reçeteyeke din tuneye. Ew ê din derew, hîle û xapandin in. Ev dîn ê Enbîyayan e. Bila zalim, dijminên Xwedê, Pêxember û Îslamê zen nekin ku bi kuştinê dê me bitirsînin. Ew nikarin bi gefxwarinan bi îftîrayan nûra Xweda bitefînin. Ew ê nikaribin  nûra Xwedê bitefînin. Ev ê hinek kes hebin ku heta qiyametê kesên ku xwedîtî li vê nûrê bikin hebin. Ew ê kesên ku bo vî dînê mibarek canê xwe feda bikin dê heta qiyametê hebin. Saadeta ebedî di cennetên Xweda de ye.Divê însan sist nebe, netirse û li paş nemîne; divê wek van şehîdan xwe berde meydana micadelê û divê ji meydanê nereve. Divê ev meydana mibarek ji zalim, kafir û bêdînan re neyê berdan. Ger kesên bêdîn bo kufr, şeytan û rejîmên xwe diçin mirinê wê demê ger ezîzên vî dînê ji micadelê birevin ew ne ji ehlê vî dînî ne. Ew kesên tirsok ne ehlê vî dînî ne. Ew kesên ku ji Xweda bawer dikin vê vê meydanê ji 3-5 kafiran re terk nake.”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir laîktî û demokrasîya ku îro di meriyetê de ne rejîmên taxutan  û emperyalîstan in. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev qanûn ne li feyda Mislimanan in. Ev rejîm, Nemrûdan, Taxutan, dîktator û zaliman digihijîne.”

 “Divê em bi mezinên xwe îftîxar bikin, jiyana wan bixwînin û ji hevdû re teblîx bikin”

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir mezinên me alim, evlîya û pêxemberên Xweda  û mucahîdên Îslamê ne. Varol dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Mezinên me kesên mîna; Hz. Muhammed(s.x.l), Hazretî Elî, Hazretî Omer, Hazretî Huseyîn, Ustad Bedîuzzeman û kesên mîna Seyyîd Kutup in.  Kesên ku hinek kesên din ji xwe re kirine rêber cehnema bavê wan kirî. Divê em bi mezinên xwe îftîxar bikin, jiyana wan bixwînin û ji hevdû re teblîx bikin. Ji zarokên xwe re qala jiyana wan bikin û divê em zarokên xwe bi heyata van qehramanan mezin bikin. Em we û temamê însanan dawatî vê dozê dikin. Ev doza mibarek wesîleya izzeta dinya  û axretê ye.”(ÎLKHA)


Ê Berê Mizgeft bi zarokan şên bûn
Ê Li Pey “Bi qasî kesê sûcdar ew pergala ku wî derdixe holê jî sûcdar e”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.