“Bi qasî kesê sûcdar ew pergala ku wî derdixe holê jî sûcdar e”

“Bi qasî kesê sûcdar ew pergala ku wî derdixe holê jî sûcdar e”

Alimên ku derbarê tacîz û mirinên zarokan ên ku pêk tên de nirxandinan kirin diyar kirin divê pergal xwe nû bike û bi qasî kesê sûcdar ew pergala ku wî derdixe holê jî sûcdar e.

Mela Beşîr Şîmşekê Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad-ul Ulema ye derbarê tacîz û mirinên zarokan de nirxandinan kir. Şîmşek di nirxandina ku kir de destnîşan kir  bi rêya televîzyon û rojnameyan bêexlaqî û bêîffetî tê hînkirin û divê di demeke kurt de televîzyon û çapemenî bê islahkirin û diwarê pêkanîna manewîyata di civakê de wezîfeyeke mezin dikeve li ser milên dewletê.

 “Bi qasî kesê sûcdar ew pergala ku wî derdixe holê jî sûcdar e”

Şîmşek di axavtina xwe de diyar kir ew kesên însanan teşwîqî pisîtîyê dikin jî bi qasî wan kesên ku vê pisîtîyê dikin sûcdar in. Şîmşek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi qasî kesê sûcdar ew pergala ku wî derdixe holê jî sûcdar e. Ew zîhnîyetya ku di televîzyon, çapemenî û weşanan de teşwîqan dikin jî sûcdar e. Ji ber wê yekê sûcdarîyeke civakî heye. Divê hemû kes tiştinan bikin. Di vî warî de divê televîzyon, çapemenî û weşan jî bên islahkirin. Îro bêexlaqî gelekî zêde belav bûye. Di televîzyonan de reklamên bêîffetîyê tê kirin. Fîlmên di televîzyonan de 24 seatan bêîffetî, bêedebî, bêexlaqî ji nesl re tê hînkirin. Ev civak bi vî awayî tê mezinkirin.”

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê pergal xwe nû bike û pergaleke nû bê damezrandin.(ÎLKHA)


Ê Berê “Heta ku em sax bin emê xelkê Misliman ji însafa kafir û murtedan re nehêlin”
Ê Li Pey Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.