Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

(YA QEWMÊ MİN 2)

 

Tu xebera Nûḥ jî ji wan re bixwîne. Kanê wextekî wî ji qewmê xwe re gotibû: “Ya qewmê min! Eger meqamê min û şîretên ku ez bi ayetên Ellah Te‘ala li we dikim li we giran tên, baş bizanibin ku min tenê tewekula xwe bi Ellah Te‘ala anîye. Îdî hûn û şirîkên xwe (di ‘eleyhîyê min de) çi dikin, biryara xwe bikin yek û bikin, da ku ev karê we di dilê we de nebe kul û keder. Paşê (bi bêminnetî) ḥukmê xwe (yê di ‘eleyhîyê min de) pêk bînin. Hîç firsetê jî nedin min. Eger hûn berê xwe (ji şîretên min) bifetilînîn (xema min nîne) jixwe min tu ucretek ji we nexwestîye. Ucreta min her ‘aîdê Ellah Te‘ala ye. Emir li min hatiyekirin ku ez bibim ji muslumanan. (Suretê Yûnûs: 70-71)  

Mûsa got: Ya qewmê min! Eger we bi rastî bawerî bi Ellah Te‘ala anîye, eger hûn bi rastî teslîmî wî bûne îdî tewekkula xwe her bi wî bînin û xwe bispêrin wî. (Sûretê Yûnûs: 84)

Nûḥ got: Ya qewmê min! De ka (guh bidin dengê ûjdana xwe ya fitrî, baş bifikirin û) bejin; eger ez ji teref Rebbê xwe ve li ser delîleke aşîkar bim, wî ji teref Xwe ve reḥmetek (wek nubuwetê) dabe min, ew (reḥmet) jî ji we hatibe veşartin, eger hûn wê (bi îrada xwe) nexwazin ma emê wê bi darê zorê bi we bidin qebûlkrin.  (Sûretê Hûd: 28 )

Ya qewmê min! Ez ji bo vê (teblîxa xwe) hîç mal û milk ji we naxwazim. Bêgûman ucreta min her ‘aîdê Ellah Te‘ala ye. Ne mimkune ku ez wan bawermendan (ji bo daxwaza we) ji bal xwe biqewirînim. Lewra bêgûman (ew baş bawer dikin ku) ew dê leqayî Rebbê xwe bên. Lakîn ez dinerim ku hûn qewmekî cahil û nezan in. (Sûretê Hûd: 29)

Ya qewmê min! Eger ez wan (ji bal xwe) bi qewirînim, veca gelo yê ku karibe min ji  (‘ezabê) Ellah Te‘ala biparêze kî ye? Gelo ma hûn hîç ema hîç nafikirin. Ez nabêjim ku “xezîneyên Ellah Te‘ala li nik minin”  Ez ‘alimê ẋeybê jî nînim. Ez nabêjim ku “ez melaîketim.” Ez ji bo wan kesên ku hûn wan heqîr dibînin hîç nabêjim ku “Ellah Te‘ala tu xêrekî bi wan nake. Yê ku herî çêtir bi tiştê ku di hûndirê wan de ye dizane her Ellah Te‘ala ye. Naxwe (eger ez tiştekî wiha bejim veca) bêgûman ezê bibim ji zaliman. (sûretê Hûd: 30-31)

Me ji qewmê ‘Ad re jî Hûdê birayê wan (bi pêyẋembertî) şand. (Hûd ji wan re) got: “Ya qewmê min! ‘Evdîtîyê (tenê) ji Ellah Te‘ala re bikin. Ji bil wî bo we tû Îlahek nîne. Bêgûman hûn ( di warê ‘ubûdîyetê de bi pejirandina şirîkan) ji bil derewkarîyê tiştekî dî nakin. (Sûretê Hûd: 50)

Ya qewmê min! Ez bo vê (teblîẋa xwe) tu ucretek ji we naxwazim. Bêgûman mukafat û ucreta min tenê aîdê (rebbê mine) ku wî ez xuliqandime. Gelo ma hûn hîç ema hîç eqlê xwe naxebitînin. (Sûretê Hûd: 51)

Ya qewmê min! Hûn ji Rebbê xwe bexşandinê bixwazin, paşê jî bi (wesîla) tobekî xalis (digel daxwazîyên ji dil û can) li wî vegerin da ku ew jî barana bi xêr û bereket ji we re bişîne û hêza we qat bi qat zêde bike. (Eman ha eman! Nebî nebî!) Hûn bi gunehkarî rû ji wî nefetilînin. (Sûretê Hûd: 52)

Me ji qewmê Semûd re jî birayê wanê Saliḥ (bi pêyẋembertî) şand. (Saliḥ ji qewmê xwe re) got: Ya qewmê min! ‘Evdîtîyê (bi tenê) ji Elllah Te‘ala re bikin. Bo we ji bil wî hîç Îlahek nîne. Yê ku xulqa we ji (axa) erdê kir û we ji bo îmar (û înşa a) wê (wek) wezîfedar (tayin) kir her ew e. (Madem heqîqet wiharenge) îdî hûn jî bexşandinê ji wî bixwazin. Paşê (bi tobekî xalis) tobe bikin. Bêgûman Rebbê min Qerîb û Mucîb e[1]. (Sûretê Hûd: 61)

 

(Salih) got: Ya qewmê min! De ka (guh bidin dengê ûjdana xwe ya fitrî, baş bikirin û) bejin; eger ez ji teref Rebbê xwe ve li ser delîleke aşîkar bim, wî jî ji teref xwe ve re‘ehmetek (wek pêyẋebretîyê dabe min, (digel vê) eger ez dijberîya wî bikim gelo yê ku karibe min (ji ẋezeba) wî biparêze kî ye. Ḥal: Eve ji bil zêdekirina xesarê hîç fêdekî we nagihê min. (Sûretê Hûd: 63)

(Saliḥ got) Ya qewmê min! Aha ( ji we re wek mu’cîze) ev deveya Ellah Te‘ala ayetek (aşîkar) e. Dev jê berdin bila ew di erda Ellah Te‘ale de bi kêfa xwe biçêre. (Nebî nebî!) Hûn bi (nîyeta) xerabîyê dest bi wê nekin. Naxwe wê ‘ezabeke nêz we rapêçe. (Sûretê Hûd: 64)

 



[1] Rebbê min Qerîb e. Yanî bi re ‘hmeta xwe nezîktirê min e. Rebbê min Mu ‘hîb e. Yanî dû ‘ayê min bê bersîv nahêle îlla cewab dide.


Ê Berê “Bi qasî kesê sûcdar ew pergala ku wî derdixe holê jî sûcdar e”
Ê Li Pey Divê em perwerdehiya Îslamî bidin xortan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.