Ji Weşankarê Kovara Kelhaamed - Kelhaamed

Ji Weşankarê Kovara Kelhaamed

Ji Weşankarê Kovara Kelhaamed

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام علي خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

 

Hemd ji Xweda re, selat û selam li ser Resûlê Wî û al û eshabên Wî bin.

Xwendevanên hêja, çewa ku hûn jî dizanin kovara me her serê demsalê dertê. Ev jî teqabulî sê mehan dike. Serê demsala havînê serê sala destpêkirina kovara me ye. ji ber vê yekê vê havîna îsal kovara me neh salê xwe tije dike û dikeve sala deha. Di zerfê neh salan de kovara me wek mektebekê, wek zanîngehekê li dû xwe xebat û arşîveke hêja hişt. Di nav qewmê Kurd de neslên nû yên ku di pey me re werin wê li xebatên me binerin û me hêvi ye ku jê gelek gelek îstîfade bikin. Bi bîr û baweriya ku emê hesabê xwe bidin Rebbê xwe me li dû xwe ev xebat hiştin.

Û kelhaamed li weşanê dewam dike…

Bi terzê xweyê balkêş, bi nvîsên xweyê nûser em vê hejmara xwe teqdîmî we dikin.

Sernivîs bi navê “Şopandina Sunnetê” derketiye. Nivîseke edebî, ‘ilmî û fikri ye. li hember sunnetê sekna me tîne ber çavê me. Siyasî, civakî û ferdî di her seha jiyanê de ji bo dilşadiya muslumanan muhîmbûna şopandina sunnetê dibêje.

Di demsala pêşiya me de hem meha Remezanê heye hem jî mesela Qudsa şerîf heye, hê germe, tê xeberdan. Nivîskarê me Yehya Êzdarî derheqê Remezanê de, Cemîl Xoşnav jî derheqê Qudsa Şerîf de nivîsandiye. Ev herdû mijar jî mijarên ummetê ne, ne yên qewmekî bitenê ne. Her çiqas nijadperstî bûbe moda jî Xweda dixwaze ku musluman li ser mijarên muşterek bihên hev. Hinik nivîsên me yên din jî bi şeklê nerasterê van mijaran tînin bîra me.

Nivîsa Mehmed Baran bi navê “Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlî’amên Li Herêma Me” nivîseke nû ye, behsê ji nêzdîroka me dike. Tiştê ku tê de dibêje bûyerên bi ‘îbret in, heta îro kesî nebihîstîye û tev jî rast in, bi serê me de hatine. Nivîs bi şeklê rêzenivîsê wê bidome. Nivîsa Nûreddîn Qoserî jî bi navê “Medreseyên Kursistanê” di vê hejmara me de derdikeve pêş. Ev mijar jî bi şeklê rêzenivîsê tê weşandin, edebî, tarîxî û herikbar hatiye nivîsandin, di seha xwe de tişkî nû û mufîd e. Cewdet Karaman bi navê “Şa’irek Başûrê Navdar Mela Xelîlê Mişextî û Helbesteke Wî” nivîsandiye. Ev mijar jî new’dîrokeke edebîyata Kurdi ye. Tiştnî xerîb bi zimankî herikbar hatine nivîsandin.

Her wiha Fethullah Yalçin bi navê “Evîna Min Ji Ezel Tê” şi’reke serbest û modern nivisandiye. Bi telmîh û îşaretan hissiyatên merev tenik dike û hêviyan jî qewîn dike. Me ji Mela Ehmedê Nalbend jî bi navê “Gotinek Min He ye” şi’rek ji bo we neqand.

Bi zaravayê Zazayî sê nivîs hatine nivîsandin, yek ji wan jî şi’r e, tevde şeş rûpel in.

Ji xeyrî vana gelek şi’r û nesr û hîkayetên hêja di kovara me de ji bona we xwendevanên ‘ezîz hatine bicîkirin. Nivîsên me yek ji yekê bi qîmettir in. Me hêviye ku Rebbê ‘alemê ji me bi sedeqeyên cariye qebûl bike.

Keremkin, em dest bixwendina kovara xwe bikin.


Ê Berê Ẋezeleke Mewlana Xalidê Şehrezorî
Ê Li Pey Keşeyê ku sîxûrtîyê dike tê berdan Misliman hêj di girtîgehê de tên girtin ku ev nakokî ye

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.