“Ji ber ku bi şikleke wehşî hatin qetilkirin ji bîra me dernayên”

“Ji ber ku bi şikleke wehşî hatin qetilkirin ji bîra me dernayên”

Mehmet Gokgozê bavê Hesen Gokgozê ku digel Yasîn û hevalên wî dema ku di Îda Qurbana sala 2014an de goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKK/HDPyîyan ve bi şiklekek wehşîyane hatine qetilkirin destnîşan kir her sal êşên wan bi nû dibe.

Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş, Turan Yavaş û Cumalî Guneşê ku di Îda Qurbana sala 2014an de ji teref PKK/HDPyîyên hov ve bi şikleke wehşî hatibûn qetilkirin ji teref malbat û hezkirîyên xwe ve tên yadkirin.

Mehmet Gokgozê bavê Hesen Gokgozê ku digel Yasîn û hevalên wî dema ku di Îda Qurbana sala 2014an de goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKK/HDPyîyan ve bi şiklekek wehşîyane hatine qetilkirin di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir her sal êşên wan bi nû dibe.

“Çend lawên min din jî hebana ez ê xwestibana ku ew jî şehîd bibin”

Bav Gokgoz diyar kir her Îda Qurbanê lawê wî û hevalên lawên wî yên ku hatine qetilkirin di bîra wan dixe û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Em naxwazin îd werin. Lewra êş û elama me berdewam e. Weke ku nû şehîd bûne. Di vê îdê de jî dema ku ez şeveqê çûm nimêjê min ji bîr kiriye ku îd e.Li min pir zor tê. Ev 4 roj in ku tên ser goristanê û ez nikarim îdare bikim. Her ku diçe derd û êşa me nû dibe. Ne wek îda ewil e lê belê her îdê êşa me zêde dibe. Dema ku xwe bi xwe tesellî dikim vê yekê ji xwe re dibêjim; lawê min ji ber ku Misliman bû şehîd bû. Ev ek min tesellî dike. Çend lawên min din jî hebana ez ê xwestibana ku ew jî şehîd bibin.”

 “Şehedata wan dîrokî ye”

Gokgoz di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê û hevalên wî bo zikê feqîran têr bikin dane rê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku bi şiklekek wehşîyane hatine qertilkirin ji bîra me dernayên. Di vê îdê de qîzên min hatin bam min, ew ji min re parîkek be jî bûn derman. Lê belê dema ku ez derdikevim derve dîsa mehzûn dibim. Ger nehatibana em ê mehzûntir bûbana. Me vê wehşetê heq nekiribû. Xweda heqê li ba wan nehêle. Ger Huseyîn, Aytaç, Turan û Rîyad canê xwe feda nekirbana ev doz bi ser nediket. Êş û derdê me mezin e. Derdê me û ya wan kesên ku şehîd bûne wek hev in.”

ÎLKHA


Ê Berê EV CEJİN CEJNA ME YE
Ê Li Pey Ji Platforma Nesla Qur’anê bo dê û bavan banga nimêjê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.