“Bila Qanûna Tekke û Zavîyeyan bê rakirin”

“Bila Qanûna Tekke û Zavîyeyan bê rakirin”

​Sosyolog Mufîd Yukselê ku diyar kir divê Qanûna Tekke û Zavîyeyan bê rakirin derbarê mijarê de diyar kir heta ku ev qedexe berdewam bike ew ê kevneşopa îrfan û teseffûwa ku haveyna sereke ya vê erdnigarîyê ye ji holê bê rakirin.

Înqilabê herfan, Qanûna Şifkê û qanûnên mîna Qanûna Tekke û Zavîyeyan yên ku di salên ewil ên komarê de hatin derxistin li ser xelkê hatin ferzkirin. Di wê pêvajoyê de di 30ê Mijdara sala 1925an de bi qanûna reqema 677 a ku hat derxistin “Tekke û Zavîye” hatin girtin. Ev qanûna ku ev 90 sal e hêj merîyetê de ye hêj dibe sedem ku êrîş li ser ehlê ilmê bê kirin.

Sosyolog Mufîd Yukselê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî diyar kir divê demildest ew qanûna Tekke û Zavîyeyan bê rakirin û ji nû ve Tekke û Zavîye bên vekirin, encax divê ev ji bin kontrolê re vekirî bin.

“Şêx Seîd wek hincet hat nîşandan û temamê tarîqatan hatin qedexekirin û  qerar hat dayîn ku tekke û zavîye bên girtin”

Yuksel di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di dewra Osmanî de tekke û dergah dihatin kontrolkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di sala 1868an de Meclîsa Meşayixan hatiye damezrandin û ev sazî cihên mîna tekke û dergahan kontrol dikirin. Ev kontrolkirin heta dawîya dewra Osmanîyan berdewam kir. Piştî ku cumhurîyet hat damezrandin re ev karê kontrolkirinê ji diyanetê re hat dewirkirin. Lê belê dû re di sala 1924an de xîlafet hat rakirin û di sala 1925an de jî Şêx Seîd wek hincet hat nîşandan û temamê tarîqatan hatin qedexekirin û  qerar hat dayîn ku tekke û zavîye bên girtin. Ew tiştên ku ji wê salê heta niha hatine kirin di holê de ne. Ji sala 1925an pê ve zext li tekke û zavîyeyan hat kirin û terîqet hatin qedexekirin. Hetta di wê heyamê de kitêb ku hatibûn çapkirin jî dihatin qedexekirin. Di salên 1940-50î de Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ji nû ve dest bi çapkirina berhemên Mewlana kir, nakokîyeke wisa jî di wê dewrê de derket holê.”

 “Kampanyayeke ciddî ya bêîtîbarkirinê heye”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku hêj ew qedexe berdewam dike li hember ehlê ilm û irfanê kampanyayeke ciddî ya bêîtîbarkirinê heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta ku ev qedexe berdewam bike ew ê kevneşopa îrfan û teseffûwa ku haveyna sereke ya vê erdnigarîyê ye ji holê bê rakirin. Bi vî şiklî li ser wan kontrolkirinek jî nikare bê kirin jî. Ji ber vê yekê divê ew qedexeya derbarê tekke û zavîyeyan de bê rakirin. Elbet li hember tekke û zavîyeyan kampanyayeke ciddî ya bêîtîbarkirinê jî heye. Hed û hisabê wan îftîrayên ku di van pêlên dawî de li Mewlana Xalid tên kirin tune ye. Hetta li hember SeLahaddînê Eyyûbî jî kampanyayeke ciddî ya bêîtîbarkirinê heye. Ji ber ku pêşîya vê bêîtîbarkirinê bê girtin divê ew qanûna ku qala wê tê kirin bê rakirin û divê îtîbara wan bê îadekirin.”

“Belavbûna Îslamê zêdetir bi navbeynkarîya van sazîyan bûye”

Yuksel di dawîya axavtina xwe de diyar kir tekke û zavîye bûne wesîle ku li gelek herêman belav bibe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ew tekke û zavîyeyên ku di temamê dîrokê de bûne mekanên tarîqatan, di terbîyeya exlaqî û manewî ya ferd û civakan de wezîfeyeke muhîm girtine li ser milên xwe. Ji Mezopotamyayê bigire heta Anatolîyayê, ji Rûmelîyê bigire heta Efrîqaya Bakur Îslam bi wesîleya ban tekke û zavîyeyan belav bûye. Tekke û zavîye li herêma me bi xwe jî bûne navenda îrfan û medenîyeta Îslamê. Kesên ehlê tekke û zavîyê di nav sefên Dewleta Selçûqîyên Anatolîya, Dewleta Osmanî û Selahaddîn Eyyûbî de li dijî xaçperestan cîhad dikirin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/13574/bila-qanna-tekke-zavyeyan-b-rakirin 


Ê Berê “Bila mehpûsên 28ê Sibatê demildest bên berdan”
Ê Li Pey Yuksel: Dîroka rastî ya derbarê Kurdan de tê veşartin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.