Monarosa 2 “Mirina Digel Çarçoweyan”

Monarosa 2  “Mirina Digel Çarçoweyan”

Sezaî Karakoç (Wergera ji Tirkî: Cewad QEMERÎ)

 

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

Rêwîtîyek ẋerib, tîran û Gulce

Xencerek vediçirîne, ax xewn û xeyalan

Xewnek, xencerek, destek, û, û, …

 

Lembe vêdikevin, hêdî û zer

Ji şevê ta subḥê dê berf bibare

Di axê de goşt û xirpîna hestîyan…

Tirsek nîvmirîyan radipêçe

Dema ku tasa serê wan li kevirekî dikevit

Mirî ku tenê neynokdar in

Û kapokên çokê wan vekişandîne…

 

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

Jinek destên xwe bi asîman ve vedike

Pora wê dirêj, dirêj û dirêj dibe

Qîzên ku di oẋira wê de dimrin…

 

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

Xortê esmer, bîranîn û xwîn…

Zarînên qîza çavşîn

Di nav qelşa derîyekî de dadiwerivin

Lembe vêdikevin hêdî û zer

 

Lembe vêdikevin, hêdî û zer

Derê şikeftan ji zarokan re vedikit

Çûkên rojnedît digel pîrpîrikan

Masîyên ziman ê ku evîna xwe îlan dikin

Û ji avên aşina zû vedikşên

 

Lembe vêdikevin, hêdî û zer

Dinêrin li agir û xwelîyê kêzik

Perçe dikin seg qeneryayan

Kurmedarek boz nameyan dixwe

Kund dixwînin di xerabeyan de

 

Lembe vêdikevin hêdî û zer

Guleyek qezayî li her derî diqefêle

Hespên ku bêsiwarî rabûne ser niga

Heye di asîmanan de ronahîya ruḥekî

Lembe vêdikevin hêdî û germ

Kund di xerabeyan de dixwînin

 

 

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

Erd diricife, te divê birq lê ket

Bi dilxwazi li benda şevê ne

Dayik û bav û bira

Hîs dike di derûnê de êşek nûpeyda

Sitrana ḥuznê dinuhurînin

Dayik û bav û bira

 

Lembe vêdikevin, hêdî û zer

Her nivîn dagirtî

Nivînek vingî vala

Sitrana şahîyê dinuhurîne

 

Şerxweşê yekem, duyem û sêyem

Gule ber bi asimanan ve tên avêtin

Çûçikê çivîkan di hêlînê de diricifin

Lembe vêdikevin hêdî û zer

 

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

Ba babirkên zirav hiltînin

Dil û alan dihejîn in

Dest ji keştîyê direjî axê ne

Lembe vêdikevin hêdî û zer

Kevz bi ḥesreta koka xwe dimîne

Gencîneyên veşartî, marên avî

Ba babirkên zirav hiltînin

 

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

Ḥurrtayîfeyên bi pelerînên sipî

Bi xwe ve girê didin pisîkên reş

Dilerizin dil û ala reş

Kevz dê ḥesret bimîne li koka xwe

Ji keştîyê bi axê ve dirêjkirîne dest

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

 

Lembeyek vêdikeve, hêdî û zer

Rêwîtîyek ẋerib, tîran û Gulce

Xencerek vediçirîne, ax xewn û xeyalan

Xewnek, xencerek, destek; û, û, û…



Ê Berê “Wek Hz. Yûsuf bi kumpasan hatin avêtin zindanan”
Ê Li Pey Di sala çaremîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.