Em Hay Ji Xwe Neman û Me Rî’ayeta Tedbîran Nekir

Em Hay Ji Xwe Neman û Me Rî’ayeta Tedbîran Nekir

HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE REÇETA KURDAN M. ‘Ebdussemed HILMÎ

بسم الله الرحمن الرحيم

S: - “Em tiştnî ne baş dibhîzin. Bi taybet jî ji xeyrîmusliman… Mesela tê gotin ku qîzek musluman revandine… li filanderê wiha çêbûye… Çêbûye… çêbûye… çêbûye.”

C: - “Belê. Mixabin dewletkî ku hê nû be û şolî be û milletkî ku cahil û perişan be, tê de derketina tiştê wiha pîs û ne qenc, wek hawê zerûrî ye. (Di nav şert û mercên menfî de tiştên neqenc tu bikî nekî wê çê bibin.)

“Di dewra berê de tiştê hê xerabtir hebûn lê we nedidît. Lê anha wan tiştan tên dîtin. Derdekî ku were dîtin tedawiya wî rihete. Hem ev jî heye: Wek dewletê mesela di tiştên mezin de dîtina qusûran bi tenê jî nexweşiye. Bi cerbezetiyê, yanî ku merev ‘eqlê xwe di tiştên neqenc de bixebitîne hem merev dixape hem jî xeyrîmeriv dixapin.”

“Tebî’etê cerbezetiyê ev e: Neqenciyê, wekhawê ku çêçika dike (zêde dîbe) dide nişandan û bi ser qenciyê dikeve. Mesela cebezeyê ku ‘eqlê xwe di neqenciyê de dixebitîne wiha bifikire: Her ferdeki vê ‘eşîrê belxema ku rojekê davêje, dûrbûna wanî ji hevdû di mekan de ji holê rake û wê belxemê di ferdekî tenê de texeyyul bike û ferdên din jî teva li wî qiyas bike û bi wê nezerê li wan binere, wê di xiyalê de zilamkî çewa çêbibe?”

“Yan jî her însankî di salkê de bihna pîs ku derdixe, xiyal bike ku di deqekê de ji şexsekî tenê derkeve, wê di xiyalê de zilamkî çewa çêbibe? Ku bi vî hawî merev bifikire zilamê ewil ku belxemê derdixe wê çiqas pintîbe û zilamê ku bihnê derdixe wê çiqas bihna pîs jê were? Heta ku xiyalen çe’vên xwe û pozê xwe bigre û ber biderve de bazde jî lome lê nayên kirin.”

“Kesên cerbeze karê wanî ‘ecêb û xerîb ev e. Di zeman û mekan de tiştê ku ji hevdû dûrin wan dighîne hev û dike yek. Wek hawê ku li cîkî û di zemankî de çêbûbin. Bi wê perda xweya reş li her tiştî dinere. Heqîqeten kesê cerbeze wek makîna hemî enwa’ê tiştê xerîb e.”

“Tedî, aşiqê ku ‘eqlê xwe bi cerbezetiyê tevlîhev kiriye, di nezera wî de tememê kaînatê ketiye cezba ‘eşq û mehebbetê, di reqise û dikene. Diya ku zarokê wê wefat kiriye di nezera wê de jî kaînat bi huzn û şîn e û digrî. Yanî her kes fêkiyê munasibê halê xwe dide hev.” Lê evya nabe qiyas. Ne xasim jî di meselên wek dewletê de.

“Di vêderê de ezê ji we re mîsalkî bînim: Mesela zilamkî ji we ji bo ku bigere û bihna xwe berde here nav baxçekî bi gul û kulîlik û gelek xweş û li  hev ‘edilandî. Lê tedî dûrbûna ji noqsaniyan xasê bi  cennetê ye û di vê ‘alema kewn û fesadê de di her kemalê de noqsanî kî jî heye. Di hinik goşeyên vî baxçî de jî tiştnî pîs û genî hene. Di dilê vî zilamî de derbasdibe ku here li wan tiştên genî tenê bigere û bibîne. Û diçe werê dike. Wek hawê ku di wî baxçî de ew tenê hene, îdî di xîyala wî de van tiştên genî mezin û fireh dibin. Îdî vî baxçî wek selexanê û wek sergokî mezin dibîne, dilê wî dixele, vedirşe û ji wir nefret dike û direve.”

“Gelo vê xiyala ku heyata însan difetisîne hîkmet û meslehet wê jê razîbe?”

Hîkmet û meslehet duheb xesletên serekene di mu’amelew karen civakê de ku merev biwan ‘emel bike merev riya rast dibîne. Hîkmet ew e ku; merev her tiştî di ciyê wî de deyne. Hîkmet bi muhakema ‘eqlê beşet çêdibe. Mesleht jî ew e ku merev qenciyê tercih bike li ser neqenciyê. Kesekî bi’akil razî nabe ku heyata wî bi xiyalên cerbeze lê bibe jehr. Ustad dibêje di sisteme nû ya dewletê de hinek tiştên neqenc jî hene. Viya rast e. Lê çima hûn hema van tiştê neqenc tenê dibînin û ê qenc nabînin?

Netîca kar û fikrekê dema zirarê nede me’newiyat û dinya merev evêya meslehet e. Tiştê ku dikeve pêşiya hîkmet û meslehetê te’essub e, nijadperestiye, dinyaperestiye, dûrketina ji me’newiyatêw ‘emelê salih e û her wiha… Çavkaniyên pisgirêkên me jî tev nerî’ayetkirina hîkmet û meslehetê ne.

“Kesê xweşik bibîne xweşik difikire. Kesê xweşik difikire xewnên xweş dibine. Kesê xewnên xweş dibine ji heyata xwe lezzetê distîne.”

S: - “Fedayiyên Ermeniyan hewqas xerabî kirin. Anha jî ê mu’teber bûne ew. Jehra wan bi çe’vê derman lê tê nerîn.”

C: - “Çimkî xerabiya wan alîkariya qenciyê kir.”

Yanî xerabiya ku dikirin zulma dewltê ji holê da alî. ‘Edaletê tecellî kir. Ku ew xerabî nebûnan belkê ‘edaletê zuhur nekirana. Hûn jî îdî zulmê biterikînin.”

“Heger ew terka xerabiyê bikin emê îdî bêjin vana ne mufsidin. Yan na heger vana wan neqenciyan ne kiribûnan wê ew nexweşîna wan veşarî bimana û wê zirara wê zêdetir bûna. Mesela bûxar dema ku menfezekê nebine û dernekeve derve zelzelê çêdike.”

Carna ji xêrê şer diwelide. Carna jî ji şerê xêr di welide. Gelek kesên şerir, yanî ê ku fi’lê xerab dikin hene ew xerabiyên wan xizmetê dikin ji bo meqseda kesên qenc. Ji ber vê, van kesên xerab jî di şeklê kesên qenc de tên dîtin û wan xerabiyê wanî ku xizmeta kesên qenc kirine jî tên pesindan. Ji bo ku tu xaniyê xwe te’mîr bikî tu rabî dest bi xerakirina wî bikî û yek jî ji bo diziyê were dîwarê te qul bike, vî kesê diz ji alîkî ve alîkariya te dike. Feqet wexta ku te xaniyê xwe te’mîr kir bira haya te ji te hebe.”

Me dixwest sîsteme îstîbdadê xera bibe û meşrûtîyeta meşrû’e were avakirin. Ermeniyan jî di xwestin ji bo azadiya dewleta xwe ya serbixwe dewleta ‘Usmanî xerabikin. Ew xerabiya ku wan di wan rojan de kir, xizmeta meqseda me kir. Ji anha pê ve gerek em hay ji xwe hebin.

Lê mixabin, em hay ji xwe neman û me tedbîr ne sitend yan jî rî’ayeta tedbîran nehat kirin. Kesên ku şerê û xerabiyê dixwestin texrîbatên wan dewamkirin. Sîstema meşrutiyeta meşrû’e tu carî rûnenişt. Xwesteka xelkê musluman nehat cî. Xwesteka Îngilîz û dewletên ecnebiyên din hat cî. Sîstema xîlafetê helweşiya, ‘alema Îslamê ket bin hukmê kufrê, cihû bûn xwedî dewlet, nijadperestî û welatperestî û milliyeta menfi û gelek felsefeyên cahili ketin nav muslumanan, ‘alema Îslamê ligorî qewm û ‘eşîr û qebîleyan perçe perçe bû, kufur giha meqseda xwe.


Ê Berê Yetîm-Dera Ewrûpa li Yemena ku lê ji birçîbûnê mirin çêdibin alîkarîyê belav kir
Ê Li Pey “Ez bi lawê xwe yê ku ji doza Îslamî hatiye girtin serbilind im"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.