Dîroka Cumhurîyetê ya ku bi qatlîam û zilmê dagirtîye: Qetlîama Guluşkur…

Dîroka Cumhurîyetê ya ku bi qatlîam û zilmê dagirtîye: Qetlîama Guluşkur…

Piştî Şêx Seîd Efendî, ew qadroyên înqilabvan ên wê heyamê li Guluşkura gundê Palûya Xarpêtê 27 kesên ku pêşîvan û rîspîyên herêmê bûn bêsûc û belesebeb qetil kirin.

Dema ku qala salên 1925-1927an tê kirin di civakê de ev bûyer tên bîran: Li Tirkîyê qewimîne bûyerên mezin ên civakî û siyasî, pêvajoya laîkbûnê ya di jiyana civakî û hiqûqê de ya ku ji teref dewletê ve hatiye destpêkirin… Ev heyama ku qala wê tê kirin û bi zilm û qetlîam hatiye dagirtin, bi serhildana Şêx Seîd dest pê kir û ew kesên ku muxalif û dijber bûn ango zext û zordarîyan û laîktîya ku dihat ferzkirin qebûl nedikirin an ji holê hatin rakirin an jî bi destê Mahkemeyên Îstîklalê hatin şandin sirgûnê an jî ceza hat dayîn wan û hatin şandin zindanan.

Piştî hewadîsa Şêx Seîd, ji teref Komareya Tirkîyê ve nexasim li herêmên rojhilat nasnameyeke îdeolojîk li ser xelkê Misliman hat ferzkirin. Ew qadroyên înqilabker ên dewletê wek polîtîkaya dewletê daxwaz û arzûyên xwe tetbîq kirin.

Serhildan û qiyamên ku li dijî laîktî û sepanên din ên zordar hatin kirin, bi şêwazên herî hovane û wehşîyane ji holê hatin rakirin. Di destpêkê de ji wan bajarên li herêmê bi deh hezaran însan digel malbat û zarokên xwe  hatin sirgûnkirin li xerba Tirkîyê li bajarên cûrbecûr. Li gor daneyên fermî hejmara van kesên ku bi destê Cumhurîyeta Tirkîyê hatin şandin sirgûnê û ji war û malên xwe hatin kirin, nêzî 500 hezaran bû.

8 hezar mal hatin xerakirin û 15 hezar kes hatin qetilkirin

 Dewlet bi van sirgûnên ku dikir, dixwast ku ji hêla nîjadê ve li herêmê guhertineke mezin  bike. Ev sirgûnkirin piştî hewadîsa serhildana Şêx Seîd a li dijî Komara Tirkîyê dest pê kir ku di van sirgûnan de bi deh hezaran kesên ku beşdarî qiyamê bûbûn û nebûbûn hebûn. Ger bes li daneyên fermî yên ku hatine belavkirin bê nihêrtin, dê ew zilm, qetlîam, wehşîtî, hovîtî û tecawiza ku li hember însanên bêsûc û bêguneh hatine kirin dê bên dîtin. Di dema destpêka qiyam û serhildanê de û di piştî qiyamê de nêzî 8 hezar mal hatin xerakirin û 15 hezar kes hatin qetilkirin û bi sedan gundên ku hejmara wan bi şikleke teqez nehatiye tespîtkirin jî hatin şewitandin.

Ji van qetlîamên ku li hember Mislimanên bêsûc û bêguneh bi destê Komareya Tirkîyê hatine kirin yek jî li gundê bi navê Guluşkura ku girêdayê Palûya Xarpêtê hatiye kirin e ku li gor agahîya şahidan ew kadroyên înqilabker ên komarê  yên wê heyamê, 27 kesên ku pêşewa û rîspîyên herêmê bûn di rojekê de belesebeb qetil kirin. Ev qetlîama ku bi destê komarê hat kirin yek ji wan qetlîamên ku heta îro nayên zanîn e û ji ber ku jê tê tirsîn derkeve meydanê bi şikleke wêrek tu car qala wê nehat kirin.

Qetlîam çawa hat kirin?

Li gor agahîyên Silêman Bîlîcîyê ku ji wê qetlîama hovane re bûbû şahid qetlîam bi vî awayî pêk hat:

Di meha Remezanê ya piştî serhildana  Şehîd Şêx Seîd de, rojekê ber êvarê memûrekî dewletê tê mala  Sadettîn Efendî û Nîyazî Efendîyê Midûrê Nifûsê û ji wan re dibêje ‘bo dayîna îfadê divê sibe hûn werin, leşkerên bo standina îfadê li  benda we ne.’ Dema ku dibe sibe Silêman Bîlîcîyê şahidê qetlîamê û Sadettîn Efendî û Nîyazî Efendîyê Midûrê Nifûsê pêkve diçin bo îfadê bidin û piştî demekê digihijin Çemê Mûradê. Ji bo îfade bidin leşkeran dixwastin derbasî wî alîyê çem bibin. Saadettîn Beg di heyamên dawî yên Osmanî de li Palûyê kadîtî kiriye. Ew belga kadîtîyê hêj li ba naskirîyên wî heye.

“Efendî, were em vegerin. Vegera vê çûyînê tune ye…”

Silêman Bîlîcî tiştên ku wê rojê di rêwîtîya wan de qewimîne wisa anî zimên:

“Serê şeveqê bû, me da rê. Nîyazî Efendî ji Saadettîn Efendî re got ‘Efendî, were em vegerin. Vegera vê çûyînê tune ye.’  Lewra rejîma Kemalîst a wê heyamê, piştî qiyama Şêx Seîd însanên herêmê qir dikirin û ji holê radikir. Ji ber ku Nîyazî Efendî vê yekê dizanibû vê yekê anîbû zimên. Piştî vê gotinê, Saadettîn Efendî weke ku qet vê gotinê nebihîstîye  meşîya.  Piştî demekê Nîyazî Efendî cardin jê re gotiye ‘ Qurban! Were em vegerin, vegera vê çûyînê tune ye.’ Dema ku ev gotin di rê de sê caran dubare dibe, Sadettîn Efendî li Niyazî Beg vegerîya û gotîyê ‘Vegerîn li  me nayê.’ Û meşa xwe domand. Piştî vê yekê min û Nîyazî Efendî me ew taqîb kir. Em hatin qeraxê cihê ku kelek lê bû û Saadettîn Efendî lê siwar bû û ji min re got ‘Silêman êdî tu vegere.’  Ez jî bê dilê xwe vegerîyam.”

 “Mizgefta Mezin a Palûyê wek navenda êsîrgirtinê hatibû ayarkirin”

Piştî vê pêvajoyê li gor agahîyên ku şahid dibêjin, Saadettîn Efendî û Nîyazî Efendî pêkve bi kelekê derbasî wî alîyê çemê dibin û diçin wê cihê ku leşker lê ne. Leşkeran ji xwe ji zû ve hazirî bo wan kiribûn. Mizgefta Mezin a Palûyê wek navenda êsîrgirtinê hatibû ayarkirin. Dema ku Sadettîn Efendî û Nîyazî Efendî dikevin nava mizgeftê dibînin ku digel wan tam 28 kes hatine êsîrgirtin. Ev kesên ku hatibûn êsîrgirtin tev mezin û rîspîyên herêmê bûn. Küçük Efendîyê ji malbata Şêx Elîyê Sebtî jî li wê derê bû. Küçük Efendî dema ku hat êsîrgirtin miftîyê Palûyê bû. Hêj metnên ku miftîtîya wî îsabat dikin hene. Piştî ku ew 28 kes 15 rojan tên êsîrgirtin re ji wan re tê gotin ku ew ê bo bên darizandin bên şandin Xarpêtê.

Paşa Begê ku ji Begên Gundê Sekratê bû û ji wê qatlîama ku wê rojê ji teref komarê ve hatiye kirin bes ew xelas bûye, tiştên ku piştî vê pêvajoyê hatine kirin wisa tînê zimên:

“Hatin Sekratê da ku bavê min bibin. Ez li ber wan re rabûm û min got ku ez ê jî bêm. Ji ber wê yekê dev ji bavê min berdan û di şûna wî de ez birim. Bavê min bo mesrefên rê kisîkek zêr da min.  Wan ez anîm Mizgefta Mezin a Palûyê. Piştî 15 rojan em li hespên xwe siwar bûn û me da rê da ku em biçin Xarpêtê. Qet ji me re negotin ku ka sûcê me çi ye. Tu kesî destên me girê nedan. Em ber bi Xarpêtê ve diçûn. Exlebeyê leşkeran pêya dihatin.  Dema ku em hatin nêzî Yarimcayê me ji Küçük Efendî re got ‘Hespên me heye û leşker peya ne. Werin em birevin, qet bellû nabe, te dît ku tiştek anîn serê me. Dibe ku em cardin  nikaribin vegerin memleketê xwe.’ Wî jî ji me re got ‘Herin ji Sadettîn bipirsin, wî çi got wisa bikin.’ Me jî meselê ji wî re got, lê wî destûr neda me. Ji ber ku wî destûr neda me, em meşîyan.”

 “Ji bo ku deng derneyê temaman bi sungîyan qetil kirin”

Paşa Beg di berdewama axavtina xwe de diyar dike ew di wextên êvarî de gihaştina nêzî Gundê Guluşkura Palû û dû re derbarê qetlîama ku hatiye kirin de wiha dibêje: “ Encax bi kelekan meriv dikaribû derbasî wî alîyê çemê bibe. Meha Remezanê bû. Em tev bi rojî bûn. Dema ku em gihaştin nêzî gund, fermandarê li ser serê leşkeran got ku ‘em ê şeva xwe li gund derbas bikin.’ Piştî ku derdor bû tarî, fermandar ji me re got ku ‘ Em ê we dudo dudo bibin malên li gund bo mêvandarîyê.’ Destên du kesî bi hev ve girêdan û ew birin. Dema ku ên ku birin destên wan girê dan me fêm kir ku ew ê tiştina nebaş bikin. Di vê navberê de Küçük Efendî ji berîka xwe seata xwe derxist û da  min û ji min re got ku ‘bila bi te re be.’ Parîyek wext derbas bûbû ku dengê çekan hat. Em hemû vecniqîn. Lê belê ji ber ku leşkeran bi fermanê fermandar li derdora me girtibûn û çekdar bûn, me nikaribû tiştekî bikin. Me fêm kir tiştek bûye. Dû re du kesên din û piştî wê jî du kesên din birin û birina hevalên me bi vî awayî berdewam kir. Vêcarê dengê çekan nehat, lê kifş bû ku tiştine nebaş dibin. Dû re destê Küçük Efendî û yê yekî din bi hev ve girê dan û ew birin. Piştî demekê dîsa dengê çekan hat. Lê belê em nikaribûn tiştekî bikin. Dor hate min.  Destê min û Nîyazî girê dan. Dema ku em di tarîtîyê de diçûn, çavên me bi wan cesedên li erdê ket. Di nav wan  cesedan de leşkerek jî hebû. Qetlîameke bêdeng dihat kirin. Ji bo deng derneyê temamê wan kesên ku dibirin bi singûyan qetil dikirin. Bes ew leşkerê li erdê û Küçük Efendî bi berikan hatibûn kuştin. Bi qasî ku dihat fêmkirin ji ber ku leşker fermana fermandar bi cî neanîbû hatibû qetilkirin. Küçük Efendî jî bi mêranî ji enîya xwe hatibû lêxistin. Yanê weke ku gotibû ‘ Bi qehbetî bi singûyan, ji paşve min nekujin, weke mêran ji enîyan min, min bikujin.’ Bi wî şiklî li erdê radiza.”

 “Küçük Efendî bi şikleke aşkere keramet nîşan dabû”

“Çawa ku ez û Niyazî ji bûyerê haydar bûn, me pêkve ber bi Çemê Muradê ve bazda. Dema ku em gihaştin nav hajikan, me tayê bi destê xwe ve vekir. Leşker dest bi lêgerîna me kirin. Dema ku Nîyazî Beg ew dîtin, bi lez ber bi çemê ve baz da. Ez di cihê xwe de mam. Çawa ku Nîyazî Beg bazda, leşkeran ew dît û gule berdanê û ew qetil kirin. Dû re li min gerîyan û leşkerek ez dîtim. Berê çeka xwe da min. Min hema hêdîka kisîka zêran a di berîka xwe de derxist û dayê. Dema ku leşker kisîkê zêran dît, rahiştiyê û qet dengê xwe dernexist, weke ku ez nedîtim ji wê derê dûr ket. Ez gelekî zêde li wê derê mam û dûre min xwe bi erdê re kaş kir û gihaştim Çemê Muradê û min xwe avête çem. Piştî demekê ez di nav avê de li rasta kelekvanan hatim. Dema ku kelekvanan ez dîtim, nexwestin alîkarîya min bikin, lewra ji halê min diyar bû ku ez qeçax im. Lewra ger wê demê kesek ji kesekî qeçax re alîkarî bikira dihat kuştin. Min ji xwe re digot ku tiştek di destê min de tune ye ku ez bidim wan da ku alîkarîya min bikin ku hat hişê min seata Küçük Efendî bi min re ye. Min wê seatê da kelekvan. Dema ku kelekvan seatê dît, alîkarîya min kir. Biya min Küçük Efendî bi şikleke aşkere kerameta xwe nîşan da. Berî niha pê hisîyabû ku ew ê tiştin bibin û fêm kiribû ku ez ê tenê ji wê qetlîamê xelas bibim û we seatê da min. Ger ew seat tunebana , an ez ê di avê de xeniqîbana yan jî ez ê hatibana girtin û hatibana kuştin.”

 “Bêsûcbûna me ji teref leşkerên ku em qetil kirin bi xwe ve hat îfadekirin”

Paşa Beg dû re destnîşan kir kelekvanan ew danîne cihekî musaîd û dû re qala serpêhatîya ya wê rojê wisa kir: “Bi dizîkan heta Qersê çûm. Li wê derê li ba axayekî gund wek xebatkar dest bi kar kirim. Nêzî 5-6 mehan ez li wê derê mam. Ez nikaribûm vegerim memleket. Rojekî xeber ji min re hat ku, ez jî di nav de ew 27 kesên ku hatine qetilkirin ji teref mehkemê ve bêsûc hatine dîtin. Aşkere bûbû ku ew 27 kesên ku hatine qetilkirin bêsûc û bêguneh in. Yanê ev yek ji teref wê zihniyeta ku qetlîamê kiriye ve hat gotin. Rejîma Kemalîst ji alîyekî ve însanan qetil dikir û ji alîyê din ve jî didaxuyand ku însanên ku hatine qetilkirin bêsûc in. Ew leşkerên ku qetlîamê kirin, heta mehekê nehiştin kes biçe cihê ku ew lê qetlîam kirine. Armanca wan ew bû ku cihê meqberên wan şehîdan wekî meqberên Şêx  Seîd û Ustad Bedîuzzeman neyê zanîn. Dema ku şopên qetlîamê ji holê rabûn, leşker ji herêmê vekişîyan. Mixabin bedenên şehîdan nehat dîtin. Piştî ku ji ser bûyerê 40 sal derbas bûn re li ber Çemê Muradê cesedek derket. Ji ber dirêjehîya cenazê hemû kes digot ew Saadettîn Efendî ye. Lewra bejna wî pir dirêj bû. Lê pê emîn nebûn. Hat dîtin ji devê wî dinanek kêm e, ev yek ji xanima wî re hat gotin. Xanima wî got ku Saadettîn Beg berî vê demekê  dinanekî xwe dabû rakirin ku ji ber vê yekê hat fêmkirin ew Saaddetîn Beg e.”(ÎLKHA)


Ê Berê “Em di pêvajoya xeyrî hiqûqî de hatin mehkûmkirin”
Ê Li Pey Xidir Adnanê lîderê Filistînî greva xwe ya birçîbûnê didomîne

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.