Xidir Adnanê lîderê Filistînî greva xwe ya birçîbûnê didomîne

Xidir Adnanê lîderê Filistînî greva xwe ya birçîbûnê didomîne

Lîderê Filistînî Xidir Adnan ji ber ku bi muameleya keyfî di zindanên siyonîstên terorîst de tê girtin ev 57 roj in ku ketiye greva birçîbûnê.

Muesseya Êsîr û Şehîdan a Mehcet’ul Qudsê destnîşan kir Xidir Adnanê lîderê Filistînî greva xwe ya birçûbûnê ya ku berî 57 rojan dabû destpêkirin didomîne.

Muesseya Êsîr û Şehîdan a Mehcet’ul Qudsê, di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de diyar kir ziyareta parêzer û naskerîyên Lîderê Filistînî Xidir Adnan tê astengkirin û derbarê rewşa wî ya tenduristîyê de agahî nikare bê standin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li rêxistinên mafên însanan û sazîyên derbarê êsîran de hat kirin û ji wan hat xwestin bo rejîma îşxalê dawî li îhlalan bîne zextan lê bikin.

Di daxuyanîyê de her wisa hat diyarkirin mafên êsîran bi peymanên navneteweyî hatin xistin bin  garantîyê û mafê êsîran heye ku bi parêzerên xwe hevdîtinê bikin.

Siyonîstên terorîst Lîderê Filistînî Xidir Adnanî di 11ê Berfanbara 2017an de desteser kirin. Adnan berî niha du caran di zindanên siyonîstên terorîst de dest bi greva birçîbûnê kiribû û li dijî siyonîstan zafer qezenc kiribû.(ÎLKHA)



: https://ku.ilkha.com/haber/13998/xidir-adnan-lder-filistn-ev-57-roj-in-ku-greva-xwe-ya-bircbn-didomne 


Ê Berê Dîroka Cumhurîyetê ya ku bi qatlîam û zilmê dagirtîye: Qetlîama Guluşkur…
Ê Li Pey Vegera Bibal Qenciyên Xweda Ve

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.