“Ger alim bi şikleke samîmî bixebitin di dozên xwe de dê serfiraz bibin”

“Ger alim bi şikleke samîmî bixebitin di dozên xwe de dê serfiraz bibin”

Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslanê ku beşdarî civîna Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê ya 5emîn bû destnîşan kirin “Ger alim bi şikleke samîmî bixebitin di dozên xwe de dê serfiraz bibin.”

Li Stenbolê bi beşdarbûna hezar û 500 alimên ku ji zêdetirî 80 welatî hatibûn, Civîna Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê ya 5emîn  hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslanê ku beşdarî civîna Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê ya 5emîn  bû destnîşan kirin “Ger alim bi şikleke samîmî bixebitin di dozên xwe de serfiraz bin.”

“Ger alim bi şikleke samîmî bixebitin di dozên xwe de dê serfiraz bibin”

Enwerê ku cara ewil beşdarî civînê bû derbarê mijarê de diyar kir “Li çar alîyên dinyayê li vê derê civîna aliman tiştekî baş e. Ez hêvî dikim, ger alim bi şikleke samîmî bixebitin dê di dozên xwe de serfiraz bibin.” Mela Enwer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelek alimên ku berî niha beşdarî civîna aliman a li Diyabekirê bûbûn niha li vê derê ne. Tişta ku qala wê tê kirin gelekî muhîm e. Axavtin, xebat û helwestên alimên li vê derê tev derheqê wehdetê ummetê de bû.  Sedem û çavkanîya temamê bela û musîbetan  a ku tê serê ummetê îxtîlaf in.”

 “Em hêvîdar in ku ew ê rojekê ev îxtîlafên di nav ummetê de xelas bibin û ummet dê ezîz bibe”

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di civîna ku çend rojan berdewam kir de pirsa “ Ji bo di nav Mislimanan de aştî pêk bê meriv dikare çi bikin” hat kirin û di vê bergehê de gotûbêj hatin kirin. Mela Enwer dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di civînê de ew pevçûnên ku li Efxanistanê berdewam dikin hatin xeberdan. Hetta Elî Muhiddîn Qeredaxî derbarê vê mijarê de diyar kir li Efxanistanê derbarê rawestandina pevçûnan de 3 caran hevdîtin hatin kirin, lê belê mesele nehat çareserkirin. Hemd ji Xwedê re hedefên mezin ên alimên li vê derê hene. Em hêvîdar in ku ew ê rojekê ev îxtîlafên di nav ummetê de xelas bibin û ummet dê ezîz bibe. Ew ê hakimîyeta kafiran a li ser Mislimanan rabe. Pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêje ‘Pêşanîya dîn nubuwwet û rehmet e, dû re xîlafet û rahmet û piştî wê jî milk û saltanat e û herî dawî jî zilm û zordarî ye.’ Îro em di dewra zilm û zordarîyê de ne. Lewra em lê dinêrin,  ew birêvebirên li welatên Îslamê ji kafiran zêdetir bi Mislimanan dilebikin û zilmê li wan dikin. Ev tiştên ku li van welatan tên kirin li welatên xeyrî muslîm nayên kirin. Xweda di Qur’ana Kerîm de dibêje ‘Însan çi kiribe ew ê beramberê wê jê re bê dayîn’ Ji ber wê yekê ger ev xebat berdewam bike, bi izna Xwedê dê ev xebat serfiraz bibin. Ew ê herî dawî ev ummet  vegerê wê Îslama bi izzet a ku Resûlullah û sehabîyên wê ew jiyane.”

 “Em bawer dikin ku dê wehdet bê tesîskirin”

Mela Enwer di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew bawer dike ku dê rojekê wehdet bê tesîskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro li temamê kesên ku xeber didin qala wehdetê dikin. Dibêjin, divê îxtîlaf, mezhebperstî û qewmîyetperestî bê rakirin. Em bawer dikin ku dê wehdet bê tesîskirin. Rayedarê Tirkîyê yê vê yekîtîyê pesna xebatên me da û got ‘Pêdivîya alema Îslamê bi van xebatan heye. Em dixwazin hûn jî beşdarî vê bibin.’ Em ê jî di netîceya îstîşareyên ku dê bikin dê înşallaj beşdarî civînê bibin. Xweda vê ummetê ji zilmê xelas bike û ummetê  ji fikrên nebaş û yên ku bûne bela serê ummetê muhafeze bike.”(ÎLKHA)


Ê Berê Serokê nû yê Yekîtîya Alimanên Misliman ê Cîhanê hat hilbijartin
Ê Li Pey Ji Evîndarên Pêxember peyama bernameyên “Mewlûda Nebî”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.