Cihê ku; lê zilm, qetlîam û hovîtî tên kirin û zarok ji birçînan lê dimirin: Yemen

Cihê ku; lê zilm, qetlîam û hovîtî tên kirin û zarok ji birçînan lê dimirin: Yemen

Li Yemenê 85 hezar zarok ji birçînan mirin û 14 milyon însan jî bi mirinê re rû bi rû mane.

Li Yemena ku lê her ku diçe ji ber êrîşên hêza koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike hejmara mirîyan zêde dibe pêşîya mirinan nikare bê girtin. Lewra şerê navxweyî, êrîşên koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantî dike û ambargoya li ser Yemenê ya ku ji teref Siûd ve hatiye danîn rewşê girantir dike.

Daxuyanîyên ku berî niha derbarê rewşa li Yemenê de hatibûn dayîn rewşa nebaş a li Yemenê dida ber çavan.

Rayedarên sazîyên navneteweyî berî niha derbarê rewşa nebaş a li Yemenê de wiha agahî parve kiribûn:

Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de diyar kiribû “ Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane.  Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin.Li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Lowcock di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “ Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye. Di encama xebatên nêzî 4 salan li herêmê hat kirin de, derket holê, bi  milyonan kesên Yemenî ji ber birçîbûn, xela, kolera û ji ber nexweşîyên mîna van  zeîf û ketine û perîşan bûne.”

Sazîya ya Alîkarîyê ya Îngîlîz Save the Children daneyên Yekîtîya Neteweyan çavkanî nîşan da û destnîşan kir li Yemenê ji ber şerê nexweyî ya ku ji sala 2015an vir ve berdewam dike dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir ji birçînan û ji ber nexweşîyan jiyana xwe ji dest dabin.

Li gor daneyên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatine belavkirin ji ber şerên ku ev 4 sal in li Yemenê berdewam dikin 14 milyon însan bi birçîbûnê re rûbirû mane. Ji ber êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike rewşa heyî ya li Yemenê girantir û xirabtir dike.

Ji ber êrîşên ku tên kirin îthalata erzaq û xurekê ya ku ji ser Bendera Hudeydeyê tê kirin 55 ton kêm bû ku ev reqem têra 4.4 milyon însanan dikir ku ger çend îthalatên din ên ku dê bên kirin neyên kirin an jî bên astengkirin, ev rewş dê li Yemenê rasterast bibe sedema xelayê.

Tamer Kîrolosê Dîrektorê Yemenê yê Weqfê derbarê mijarê de diyar kir li Yemenê ji roja ku şer dest pê kiriye vir ve 85 hezar zarok ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan ku ew ji ber vê yekê heyirî mane.(ÎLKHA)


Ê Berê Qandîla Mewlûdê bi diayan hat îhyakirin
Ê Li Pey ÎTTÎHADUL ULEMA ji qetlîamên ku li Pakistan û Efxanistanê hatin kirin re bertek nîşan da

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.