ÎTTÎHADUL ULEMA ji qetlîamên ku li Pakistan û Efxanistanê hatin kirin re bertek nîşan da

ÎTTÎHADUL ULEMA ji qetlîamên ku li Pakistan û Efxanistanê hatin kirin re bertek nîşan da

Yekîtîya Alim û Medreseyan ji wan êrîşên ku li Pakistan û Efxanistanê hatine kirin bertek nîşan da.

Berî bê çendakî li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşek li bernameya Mewlûdê hatibû kirin û di êrîşê de gelek alim û Misliman hatibûn qetilkirin. Her wisa doh jî êrîşeke bombeyî li Pakistanê li medreseyekê hat kirin û di wê êrîşê de jî 25 Misliman hatin qetilkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Beşîr Şîmşek derbarê van qetlîamên hatine kirin de daxuyanîyek belav kir û ji êrîşan re bertek nîşan da.

Mela Beşîr Şîmşek di destpêka daxuyanîya xwe de ji kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên ku birîndar bûne re jî şifa teleb kir û destnîşan kir ew êrîşên ku li alim û medreseyan hatine kirin li dîn tên kirin.

 “Ev êrîş li dîn bi xwe hatiye kirin”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diya rkir qetilkirina alimên ku Îslamê re xizmet dikin qeybeke mezin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ew êrîşên ku li alim û medreseyan tên kirin bê şiphe rasterast li dîn bi xwe tên kirin.  Dema ku ev însan tên qetilkirin tê xwetin ku dîn bi xwe jî ji holê bê rakirin.  Em wek ÎTTÎHADê van êrîşan şermezar û telîn dikin. Mirina aliman mirina alemê ye.  Bi şikleke wehşî qetilkirina ev qas însanan bo alema Îslamê qeybeke mezin e. Lewra ev însan ji dînê Îslamê re xizmet dikin. Kî çima ji vê yekê aciz dibe? Çi dibe bila bibe ev êrîşên ku hatine kirin li Îslamê bi xwe tên kirin.”

 “Tê xwestin nesleke bê Îslam bê derxistin”

Şîmşek di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Ji van qetlîaman re deng dernexistin êşeke pir mezin e, ger li dijî van êrîşan deng neyê derxistin dê qetlîamên mezintir bên kirin.” Şîmşek dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê hinek kes muheqqeq tiştekî ji van kesên ku van êrîşan dikin re bibêjin.  Lewra tê xwestin ev dîn bi temametî ji holê bê rakirin. Tê xwestin nesleke bê Îslam bê derxistin. Em van êrîşan telîn û şermezar dikin. Em wek ÎTTÎHAD dibêjin;  bersiva van êrîşên  zêdetir xwe bi dîn re girtin, zêdetir ji dîn re xizmetkirin e. Dîsa bersiva van êrîşan; fêmkirina Qur’anê, teblîxkirina Qur’anê, di nav civakê de belavkirina Qur’anê ye. Em cardin  vê qetlîamê şermezar dikin û ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji bo wan kesên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Cihê ku; lê zilm, qetlîam û hovîtî tên kirin û zarok ji birçînan lê dimirin: Yemen
Ê Li Pey Konferansa Wehdeta Îslamî ya 32emîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.