Li bêexlaqîyên ku li camîyan tên kirin mudaxele nayê kirin

Li bêexlaqîyên ku li camîyan tên kirin mudaxele nayê kirin

Digel temamê bertekên raya giştî bi şikleke bêexlaq hêj li wan camî û mzigeftên ku Misliman lê îbadet dikin têketin û derketin berdewam dike û tu kes jî mudaxeleyî van kesan nakin.

Pîrekên ku bi şikleke çîmtazî û miltazî yên ku li Diyarbekirê dikevin heta nava camîyên dîrokî û her wisa astengnekirina wan pirsa ‘Gelo bêheyatî û bêexlaqîya li kolanan tê xwestin bê veguhastin camîyan?’ tîne bîran.

Li Sûra Diyarbekirê  gelek mizgeftên dîrokî yên mîna Mizgefta Mezin û Mizgefta Hz. Sileyman hene. Kesên ku qaşo geştyar in bi şikleke çîmtazî û miltazî him di wextên nimêjan de him jî wextên din de dikevin wan mizgeftên ku cihê zikr û îbadetê ne û li wan deran fiilên xeyrî exlaqî dikin ku miftîtî jî di nav de tu kesên rayedar li dijî vê bêexlaqî û bêheyatîya ku li camîyan tê nîşandan tu tedbîran nastînin. Ev miameleya ku li camîyan tê kirin bûn sedema bertekan.

Li gor fiqha Îslamê, ew kesên ku cihên bedenên wan ên mehrem vekirî bin, ew kesên ku cunub in û ew kesên kafir nikarin bikevin mizgeftên ku malên Xwedê ne û nikarin di nava wan de bigerin. Wekî din zerûret ne di nav de ew pîrekên ku bi heyiz bin an jî nû zarok anîye dinyayê jî nikarin bikevin camîyan.

Wezîfedarên ewlehîyê yên camîyan derbarê mijarê de diyar dikin dema ku kesên miltazî û çîmtazî dikevin  mizgeftan ew wanan îqaz dikin; lê belê ji ber ku ji wan re ji walîtî û miftîtîyê talîmateke fermî nehatiye tiştekî zêde ji destên wan nayê.Welatîyên ku ji rewşê re bertek nîşan dan destnîşan kirin ew kesên geştyarên mehelî ne li camîyan tiştên xeyrî exlaqî dikin ku bi vê yekê tê xwestin ew hurmeta ku ji camîyan re tê nîşandan ji holê bê rakirin.

 “Divê riyaet li heqên Mislimanan  bê kirin”

Muhammed Akamakê ku li Sûka Dîrokî ya Zêrfiroşan dikandar e derbarê mijarê de diyar kir ji bo pêşîya vê rewşa xirab a li camîyan bê girtin divê xebatên pêwîst bên kirin. Akamak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kî/ê tê camîyê bila were ferq nake, divê li gor adaba camîyê hereket bike. Lewra çawa ku edeb û usûleke her tiştî hebe , ya mizgeftan jî heye. Îro dema ku însana diçin dêrekê jî li gor şert û mercên wê yên têketinê diçin dêrê.  Camî ew cih in ku Misliman lê îbadeta xwe dikin. Li van cihên îbadetan hinek maf hene, heqê Mislimanan li van deran hene. Divê rîayet li heqê Mislimanan bê kirin.”

“Divê pîrek temamê bedana xwe binûximînin”

Akamak di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê di têketinên camîyan de cil û bergên yekreng bê danîn û kesên ku cil û bergên wan ne munasîb bin van cilan li xwe bikin ku ew wek welatî amade ne destekê bidin vê sepanê. Akamak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji wan qîz û pîrekên ku tazî tên van deran re tiştên nebaş nabêjin; lê belê em ji wan dixwazin ku li gor fermanên dînê me bila werin vê derê. Berî niha derbarê mijarê de min bi melayê mizgeftê re hevdîtin kir. Min ji wan re got ku cil û bergên yekreng deynin devê derîyê mizgeftê. Ez amade me ku di vî warî de li gor derfetên xwe alîkarîyê bikim. Divê pîrek û jin temamê bedena xwe binixûmînin  û têkevin camîyê.”

“Hevalên me midaxeleyî wan kesan kirin; lê belê ji ber vê yekê ew îqaz kirin da ku cardin tiştekî wisa nekin”

 Welatîyê bi navê Ahmet Tunel jî derbarê mijarê de diyar kir divê kesên rayedar demildest midaxeleyî vê meselê bikin û dû re wiha axivî: “Em dijberê van tiştên wisa ne. Berî niha jî me tiştên wisa dît.  Hevalê me mudaxeleyî wan kir, lê ji ber ku mudaxeleyî wan kir, hişyarî li wî hat kirin û jê re hat gotin ‘Ew ê tu careke din tiştekî wisa nekî!’ Ji ber vê yekê hevalên me mahcûb bûn. Em dibêjin dema ku em tên camîyê malê dinyayê li pey xwe dihêlin û em dibêjin bila me li hizûra Xwedê îbadetên xwe bi şikleke herî xweşik bikin. Dema ku li camîyê dengê telefonê bi xwe jî dîqqeta me belav dibe. Lê kesên çîmtazî di nava camîyê de digerin ku ev yek dijberê bawerîya me ye. Em vê yekê şermezar dikin. Ji bo Xwedê bila rayedar êdî wezîfeya xwe bikin.  Ger wezîfeya xwe nekin dê roja mehşerê hisabê vê yekê  bidin Xwedê.”

 “Bi vî awayî ne munasîb e ku pîrek bikevin camîyê”

Welatîyê bi navê Yunus Guluc jî derbarê mijarê de diyar kir li gorî dînê Îslamê bi şikleke vekirî têketina pîrekan a li camîyê ne hereketeke munasîb e û dû re wiha got: “ Kesên wezîfedar, nexasim jî kesên mela divê ji vê meselê re çareyekê bibînin. Dibe ku ew kes nezan bin, lê divê ji wan re bê gotin. Mesela dikarin turnîkeyan deynin li ber derîyê camîyê.Însan ji bo nimêj bikin tên camîyê. Kesekî ku bê nimêjê û çavê wî li wan pîrekên tazî bikeve, îxtîmaleke mezin dê li ser nimêjê ew dîmen bê ber çavan wî. Ew ê li vê derê çi bibe? Ew ê ev yek bibe sedema zeîfbûna pêwendîya wî kesî ya bi Xwedê re.Ango dibe ku meylî haramê bike.  Ji ber vê yekê qethîyen ne minasîb e ku pîrek bi vî awayî bikevin mizgeftan. Di vê rewşê de divê em çi bikin? Divê em dilên wan nehêlin û bi uslubekî xweşik bi wan re miamele bikin.”

Welatîyê bi navê Mehmet Setekan jî derbarê mijarê de diyar kir ev yek ji îxmalê pê ve ne tu tişt e û wiha got: “Ger pîrek bi şikleke ne minasîb dikevin camîyan ev yek sûcê rayedaran e.”(ÎLKHA)



: https://ku.ilkha.com/haber/14225/li-bexlaqyn-ku-li-camyan-tn-kirin-mudaxele-nay-kirin 


Ê Berê Bavê mehkûmê Yûsifî rehmet kir
Ê Li Pey “Ev dinya cihê amel û îmtîhanê ye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.