“Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin!”

“Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin!”

Rojnameger Fîkret Gultekînê ku di dozên kumpasê ya FETO de digel Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê ceza stand destnîşan kir di dema parastina xwe de hakima mehkemê ji wan re gotiye “Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin.”

Rojnameger Fîkret Gultekînê ku di dozên kumpasê ya FETO de digel Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê ceza stand destnîşan kir di dema parastina xwe de hakima mehkemê ji wan re gotiye “Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin” û bi vî awayî komploya ku ji wan re hatiye sazkirin derxist holê.

Daîreya Cezaya Giran a 16emîn a Dadgeha Bilind cezaya ku di doza kumpasê ya ku ji teref FETO ve hat tertîpkirin de ji  Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Seîd Şahîn û M. Bahattîn Temel û Rojnameger Fîkret Gultekîn re hatibû dayîn tesdîq kir.

Hakimê mehkemê yê ku Şahîn, Temel û Gultekîn didarizand di dema parastinê de ji wan re got ku “Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin.” Bi vê gotina hakimê mehkemê komplo û kumpasê FETO cardin derkete holê.

Rojnameger Fîkret Gultekînê ku wê demê Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Dogruhaberê bû di parastina xwe de gotibû: “ Ew kesên ku hiqûqê bin pê dikin û hewl didin rêxistin û sazîyên legal bêdeng bikin, bila zanibin ku hisab heye, Xweda heye, mirin heye, em ê tev bimirin û Xweda dê yek bi yek tiştên ku me kiriye hisabê wan dê bipirse. Li ser navê Xwedê sond be, ew kesên ku bi komployan însanan belesebeb davêjin girtîgehê zalimtîyê dikin.”

Bêhiqûqî çawa dest pê kir?

Di serê sala 2011an de ji ber wextê wan a girtîbûnê xelas bûbû hinek kes hatin tahlîyekirin. Hatibû îddîakirin ku hinek maîlên bêîmze û bênav ên îxbarê ji ewlehîyê re hatine şandin û dihat îddîakirin di vê maîlê de navê wan kesên ku ji van şexsên ku tehlîye bûne alîkarî kirine da ku derkevin derveyî welêt heye.Ev maîlên îxbarên yên bênav ên ku ji teref hinek hêmanên di nav ewlehîyê de ve hatin tertîpkirin wek hincet hatin nîşandan û Seîd Şahîn Serokê Şaxê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê Komaleya Mustazaf-Dera wê demê û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê niha, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel û Rojanamger Fîkret Gultekîn hatin darizandin û bi hinceta endambûna rêxistina dereqanûnî hatin cezakirin. Ew qerara mehkûmîyetê ya ku ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê ve hat dayîn dû re ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin.

Polês, dozger û hakimên dozê tev FETOyîst derketin

Temamê wan kesên ku derbarê Seîd Şahîn, M. Bahhattîn Temel û Fîkret Gultekîn de doz vekirin, ew darizandin û ceza dan wan bi hinceta ku endamê FETO ne ji wezîfê hatin îxrackirin, hinek ji wan jî girtî ne û darizandina wan berdewam dike. Wek mînak; Dozgerê bi navê Hakan Karaalî(sicil:34191) yê ku îddîanameyê amade kir û ew  Îsmaîl Tandogan(sîcîl:39622) ê dozgerê dozê yê ku teleb dikir hevalên me bên cezakirin, piştî ku çend seat ji ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê derbas bû te ango di 16ê Tîrmehê de ji wezîfê hatin ûrxistin. igel van her du dozgerên ku navên wan hat zikirkirin û Hadî Çagdir(sîcîl:37378) ê ku serokê mehkemê, Mustafa Başer(Sîcîl: 40054) û Mesût Ozcan(sîcîl:40180) ên ku endamê mehkemeya ku ceza dan Seîd Şahîn, M. Bahhattîn Temel û Fîkret Gultekîn, di 24ê Tîrmeha 2016an bi qerara hejmara 426 a ku HSKyê ji wezîfê hatin derxistin.  Îrtîbat, îltîsak û endamtîya rêxistinê sedema ji wezîfê derxistina van dozger û hakiman bû.

“Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin”

 Rojnameger Fîkret Gultekînê ku wê demê Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Dogruhaberê bû di sala 2011an de 10 mehan di girtîgehê de hat girtin û dû re li Mehkemeya Cezaya Giran a 11emîn a Anadoluya Stenbolê  parastina xwe kir. ÎLKHA gihaşt vê parastina ku wê demê ji teref Gultekîn ve hat kirin.

Gultekîn di parastina xwe ya wê demê de van tiştan anîbû zimên: “ Qetîyen ez naxwazim heyeta mehkemê di bin tohmetê de bihêlim;  lê belê ew tiştên ku li dozgerî û hakimtîyê hatin serê me li ser navê hiqûqê nebaş bûn. Polêsê ku em binçavkiri bû eynen wisa gotibû: ‘ Ew kesên ku di bergeha maddeya 102yan de hatin tahlîyekirin nerevîyabana ew ê li hember we operasyon nehatibana kirin.’ Dozger jî got ‘ Ger di şûna we de ew şexs li vê derê bana, wê demê min derheqê we de qerara girtinê nedida.’ Dîsa hakimê mehkemeya nobedar jî gotibû ‘Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin.”

Gultekîn di berdewama parastina xwe ya wê rojê de parastina xwe wiha domandibû: “Birêz serok, birêz kesên endam!  Polês temamê tiştên ku tên kirin di bergeha rêxistinê de dinirxîne,  temamê gavên ku hatine avêtin, temamê xeberdanên ku hatine gotin bi rêxistinekê ve girê didin. Berî niha bi îddîaya ku em endamên Hîzbûllah in em hatibûn girtin ku ev yek bo wan ji bo senaryoyên ku dê amade bikin wek hincet bes bû û hêj jî dibe hincet.  Piştî ku ez di sala 2004an de ji girtîgehê derketim heta sala 2011an ez şopandim, guhdar kirim û li ser min kumpas û komployan amade kirin. Temamê van tedbîr û di bin kontrolê de girtinan teşebûs kirin ku cardin em bixi girtîhê ku em ji vê yekê re jî bûn şahid. Ji me re gotin ‘Hûn carekê ketin girtîgehê, hûn hatin cezakirin, hûn ê heta heta êşa vê yekê bikşînin.”

Gultekîn di berdewama parastina xwe de diyar kir ji ber ku ew çûye li ber girtîgeha kesên ku wextê girtîbûna wan a 10 salane tije bû û bi maddeya 102yan hatin berdan ew tê sûcdarkirin û dû re wiha li parastina xwe zêde kir: “Ez rojnameger im. Digel vê yekê gelo ew kesên ku ji girtîgehê hatin berdan qey sûcdar bûn ku ez jî wek sûcdar têm îthamkirin?  Bi hukmê meclîsê, bi qerara mehkemê ev însan hatin berdan. Ez jî him ji ber ku rojnameger bûm û him jî di girtîgehê pêlekî bi wan re mam çûm wê derê. Gelo ev yek sûc e?  Bi hatina me ya li ber girrtîgehê gelo welat xera bû, însan hatin qetilkirin? Lê hikmeta wê çi be nizanim, lê belê dozger derheqê me de îdamê dixwaze.”

 “Prensîba me bingehîn; bûna dengê mezlûman, deşîfrekirina zaliman e”

Fîkret Gultekîn di berdewama parastina xwe qala îthamên bêbinî yên ku derbarê Rojnameya Dogruhaberê de tên kirin kir û dû re wiha got: “ Ez nivîskar im, carcaran di radyo û televîzyonan de bernameyan tertîp dikim. Daxuyanîyan didim.  Ew rojnameya Dogruhaber a ku ez lê dixebitîm, si sala 2008an vir ve  heftîyane weşanê dikir.(di yekê mijdara 2016an de dest bi weşana rojane kir) Kî dibe bila bibe, prensîba me bingehîn; bûna dengê mezlûman, deşîfrekirina zaliman e.  Rojnameya me heta îro ji bo însan ji hevdû fam bikin mexdûrîyeta bi sedan kesan daye weşandin û dema ku vê yekê kiriye tu carî di bin tesîra tu sazî û kesî de jî nemaye û vê yekê bi aştîya civakê û parvekirineke adilane kiriye ku ji bo vê yekê gelek caran hatiye teqdîrkirin. Him rojnameya me him jî ew sazîyên ku rojnameya me ji wan îstîfade dike bi destûra wan meqamên rayedar ên vî welatî hatine damezrandin. Tu carî fealîyetên dereqanûnî nekirine.Heta niha derbarê rojnameya me, îdarevanên wê, nivîskarên wê û xeberên wê de du doz û lêpirsîn nehatine vekirin. Ez dixwazim bin vê rewlşê xêz bikim, lewra muhîm e. Digel vê xisûsa muhîm ji teref ewlehî û dadgehê ve rojnameya me çendîn caran weke ku rojnameyeke şaxa weşanê ya rêxistineke îllegal e hatiye qeydkirin.  Bes ne rojnameya me, bi heman awayî gelek pêkhatîyên yasayî jî di bergeha vê yekê de hatine nirxandin û hewl hatiye dayîn da ku ew tiştê ku ji teref wan ve hatiye kirin rast e. Niha ez ji heyeta mehkemê rica dikim ku bersiva van pirsên di serê min de bidin;  ger ewlehî ji zarokên vî welatî pêk bê, çima neyartîyeke wisa li zarokên vî welatî tê kirin. Ger polês girêdayî dozgerîyê be, wê demê çima rojnameyeke meqamên rayedar destûr danê wek dereqanûnî îlan dike û li wan kesên ku di bin sîwana wê rojnameyê de dixebitin muameleya terorîstan dike. Polês ji tiştê ku dozger jê re gotiye yasayî ye re dibêje xeyrî resmî û vê yekê wek fiil nîşan dide, gelo bi vê helwesta xwe polês sûc nake?  Gelo selahîyeta polêsan ji vê yekê re heye?”

“Em dixwazin Mislimane bijîn, destên xwe ji ser me bikşînin û komloyan ji me re saz nekin”

Fîkret Gultekîn di berdewama parastina xwe de wiha got: “ Destûr nedin ku polês xwe ji ser her tiştî re bibîni  û xwe bixin şûna hakiman.  Ji wan polêsên ku eleqê xwe ji kesên ku keviran dixin destên xwe, molotofan davejin, planên darbê dikin nayênin û  bes ji me Mislimanên ku dixwazin dînê xwe bijîn komplo û kumpasan amade dikin re destûrê nedin, wan asteng bikin, destên xwe ji ser me bikşînin û komloyan ji me re saz nekin. Em li ser erdnigarîyeke wisa dijîn ku gelek kes li ser vê erdnigarîyê dixwazin tovên kîn û nefretê bireşînin. Nehêlin polês bi xwe jî vê yekê bikin.”

Gultekîn di berdewama parastina xwe de bertekên xwe domand û diyar kir ew hêj fam nake çima ew CDya derbarê Çeçenîstanê de wek hêmanê sûcê hatiye qebûlkirin û dû re wiha got: “Ev zihniyeteke çawa ye?  Ma Çeçen ne birayên me ne? Ma Rûs zilmê li wan nakin?  Hêj sala borî ma 3 birayên me yên Çeçen nehatin şehîdkirin?  Temamê însanan zilma ku ji teref Rûsan ve li Çeçenan tên kirin şermezar dikin, ez ji ber ku CDya ku tê de zilma ku li zarokên Çeçenan hatine kirin li ba xwe digerînim ji teref dozger ve sûcdar hatim qebûlkirin.  Dozger înternetê taqîb nake, ma ev sîte qedexe ne?”

 “Heta ku ez bimirim  ez ê heq û sebrê ji însanan re bibêjim”

Gultekîn di dawîya parastina xwe de wisa axivî: “Ew kesên ku neheqîyê li însanan dikin, zilmê li wan dikin û bi binpêkirina hiqûqê hewl didin sazîyên legal bêdeng bikin bila vê yekê bizanibin; hisab heye, Xweda heye, mirin heye, em ê tev bimirin û Xweda dê yek bi yek tiştên ku me kiriye hisabê wan dê bipirse. Ew ê wê demê kesên nehaq çawa bersivê bidin? Nekinî heyf e, guneh e.  Ger dilê we bi me naşewite bila dilê we li we bi xwe bişewite ji ber ku hûn ji kesên ku ji bo riza Xwedê dixebitin asten  dikin, neheqîyan li wan dikin. Hûn ê nikaribin hisabê bidin Xwedê, ji ber vê yekê bila dilê we li we bi xwe bişewite. Birêz Serok! Resûlê Xwedê dibêje: ‘ Zalim be jî mezlûm be jî ji birayê xwe re alîkarîyê bikin.’ Eshab jî dibêje ‘ Ya Resûlê Xwedê, me alîkarîya ku divê ji kesê mezlûm re bê kirin fam kir, lê birayê me ger zalim be em ê çawa jê re bibin alîkar?’ Resûlê Xwedê jî dibêje ‘Rê li ber zilma wî bigirin, hûn bi vî awayî dikarin jê re bibin alîkar.’Ez nizanim ew kesên ku bi vî awayî bi me muamele dikin xwe çi dihesibînin, lê ez  wan kesan tevakan wek birayê xwe dihesibînim û ez heq û sebrê ji wan re tewsîye dikim.  Ji însanan re tewsîyekirina heq û sebrê fermana Xwedê ye û înşallah ez ê heta dawîya emrê xwe vê wezîfê bi cî bînim. Dixwaze bila Dozger û Hakim Beg vê yekê wek sûcekî qebûl bikin, dîsa jî ez ê vê yekê bi cî bînim. Ez cardin dibêjim, tu axavtin, nivîs û fiilên me ne dereqanûnî ne. Wekî din ez dixwazim bibêjim, hûn çi ji min dixwazin dikarin bipirsin, ez ê bersiva wan ji we re bibêjim. Ez ê vê yekê bikim da ku dema we qerar da bila wijdanên we rihet bin, hiqûq bi ser bikeve û bila tirs, wehm, zan, xemên siyasî , şert û mercên konjekturel nekevin dewrê.  Birêz Serok û endamên heyetê! Di holê de zihniyetek heye ku dibêje ‘ Ew kesên ku weke min nafikirin û nakin ne xwedîyê heqê jiyanê ne.’ Û ev zihniyet wan însanên wek me yên ku bes ji bo riza Xwedê hewl didin da ku civak islah bibe davêje girtîgehê û hewl didin wan ji civakê dûr bixe. Enîyê me spî û serê me jî bilin e.Nivîsên me, fealîyetên me û helwesta me tu carî  derneketine derveyî sînorên exlaqê û tu carî nebûne sedem ku civak ber bi fesadî, anarşî, teror û tiryakê ve biçe. Ez soz didim, ger ji berewajîya vê yekê re bes mînakek tenê jî bê dayîn, ez ê ji temamê parastina xwe vegerim. Rojname, kovar, ajans û komele bi qanûnên vî welatî tên damezrandin û di bergeha qanûnan de fealîyetên xwe birêve dibin ku ev yek nîşaneyên azadîyê ne.  Encax, ji alîyekî ve pêşîya rêya azadî û mafan tê vekirin û ji alîyê din be jî em, hemd ji Xwedê re ji ber ku hewl didin li gorî bawerîya xwe bijîn tên avêtin zindanan. Ev yek zilmeke mezin û lihevnagire. Ez hêvî dikim ku ev leystik û xeletî bê rawestandin.  Ez naxwazim hûn bi xwe jî li Mahkemeya Kubrayê bikevin bin mesûlîyetê.”(ÎLKHA)



: https://ku.ilkha.com/haber/14254/hn-heta-sib-j-xwe-biparzin-d-dsa-qerara-min-ney-guhartin 


Ê Berê Weqfa Evîndarên Pêxember dîroka îmtîhana sîyerê ya bi xelata umre daxuyand
Ê Li Pey Dayika mahkûmê Yûsifî: Ma êdî ev zilm ne bes e!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.