GOTINÊN PÊŞÎYAN

GOTINÊN PÊŞÎYAN

Amadekar - Mehmûd TIBYADÎ

Dengê defê ji dûr ve xweş tê.

Mîrkuto teqe req e li ser serê mûsteheq e.

Tirs dikeve erdê, kûçik ji ta’jî bezatir dibe.

Êl yeman beg yeman.

Nikarin bi ker, dibezin kurtan.

Em dibên nîr ew dibên tîr.

Gûndê bê rez, şivanê bê pez û ê dibê ez û ez vala ye.

‘Emrê leglegê çû bi leq leqê.

Ker di herîyê de bimîne, ji xwedî xurttir tune ye.

Dizê bîstanê li xwe mikur tê zivistanê.

Lawê mencê çû qezencê.

Heçî neçê para keçê.

Derew rûyê wan reş e.

Bi gulekê nabe bihar.

Nîşana baranê ba ye û a mirinê ta ye.

Tirs mêrga rovî ye.

Heya nema li bûkan, xew nema li biçûkan.

Bi gur re dikûje bi xwedî re dike şînê.

Kurmanc têr e xew jêr xêr e.

Ê dilê meriv rihet dike dew e û ê mala meriv xira dike derew e.

Nan û mast taştîya rast.

Ê bi dew çû cem ê bi kew.

Kero nemre bihar hat pîrê nemre pel û pincar hat.

Qelî ji serê çivîkan çê nabe.


Ê Berê Qeydên hecê yên sala 2019an dest pê kirin
Ê Li Pey Weqfa Kerwana Umûdê ji êtîmên Tirkistanîyên Rojhilat re alîkarîya cil û bergan kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.