Google nexşeya Kurdistanê jê bir

Google nexşeya Kurdistanê jê bir

Google nexşeya Kurdistanê ya ku di beşa nexşeyên Googlê de hatibû weşandin û 4 parçeyên Kurdistanê di nav xwe de dihewand ji ber gilîya Tirkîyê rakir.

Berî vê çendakî ji ser Googlê ji teref bikarhenêrekî ve nexşeya Kurdistanê ya ku 4 parçeyên Kurdistanê di nav xwe de dihewand hat weşandin. Ji ber ku başûrê rojhilata Tirkîyê ango Kurdistana Bakûr jî di nav nexşaya Kurdistanê de bû rayedarên hikûmeta Tirkîyê ji rewşê re îtîraz kirin.

Piştî ku ji ser îtîrazê 2 roj derbas bûn  Google vê nexşeya Kurdistanê rakir. Nexşeya Kurdistanê di nav 2 rojan de ji ser Googlê nêzî 2 milyon caran hat dîtin. Piştî ku nexşe hat rakirin re kesên ku xwestin nexşeya Kurdistanê ji ser Googlê bibînin li rasta nivîsa “Ev nexşe ji ber ku şert û mercên bikaranînê îhlal kiriye hatiye rakirin.” hatin.(ÎLKHA)



: https://ku.ilkha.com/haber/14424/google-nexseya-kurdistan-j-bir 


Ê Berê Çi Dem E Hatî Bi Ser Me
Ê Li Pey Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê Îmtîhana Siyerê ya bi xelata umre de daxuyanî da

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.