ÊLEKÊ REŞ

ÊLEKÊ REŞ

Hüseyin Mehdi Yağız 26/12/2018 Wergêr Abdulbaqî Botî

Em di şînê de bûn, şîna  pîrika min. Li hêla odeyê, xal û merivên me yên dûr ku mi nas ne dikirin, rûniştibûn û di bin çavan li hevdû dinihêrîn. Koltix û palgeh tev tije bûn, çend sendelye jî danîbûn û cih nema bû hin kes li jêr rûniştibûn. Hinek digiriyan...

...Çaxê li pêş odê re derbaz dibûm, dayîka xwe min  didî. Bi milê xwe pal dabû xalê min ê biçûk û çav dabû êlekê reş ê pîrikan min a liser cihikê wê. Û çav jê ne digirt. Li wê odê tişta herî pîrika min temsîl dikir, ew êlek bû. Ew êlek perçeyek ji pîrika min bû. Û qet ji milê xwe ne dixist. Çaxê ew êlek ne lêba, weka bê libas be.

...Halekî bêkeysdabûm, belê tiştek ji destê min ne dihat. Min zen dikir lazim bû ku ez bigirîyam. Ne ji şermezarî, ji tirsa bê rohî û dilhişkiyê. Eger di demekî wiha de û bi dilşikestî negirîm, wê çaxê girî ji min re bê wate dimîne...

...Rastî bi pîrika xwe re tu carî derdhal nebûbum. Min halê wê yê hemdemî dizanî, belê min ne dikarî pirsa jiyana ciwaniya wê bikim. Wê jî zêde ne dikarî halê min bipirse. Dizanî ez dixwênim, diçim mektebê û tême mal; Ewqa. Halê min tenê wiha dipirsî; "tu çawanî" bersiva min jî her yek bû, gor bi çend peyvên kurdiya ku dizanim min bersiv dida, baş û ne baş. Ji xwe zêdeyê wê jî min ne dizanî ez tiştekî din bêjim...

 ...Pîrika min bi min re têr suhbet jî nekiribû. Meriv, çaxê li pîrik û kalikê xwe guhdarî neke, dema ciwantiyê,  pirsa kesên din, ka we çi dikir, we  bi hevra çewa derbaz dikir, pevçûn û şer,  yan bi hezkirin hûn zewicîn. Lîstok, kilam. Min qet ne dikarî ez van pirsa ji pîrika xwe bikim...

...Ji xwe pîrika min çi bêje jî, min jê fêhm nedikir. Neku min mereq ne dikir. Carcaran ji dayîka xwe min dipirsî, belê nizanim çima ji pîrika xwe min ne dipirsî. Her çi ez fêhm nekim jî belê min dikarî guhdarî bikim...

...Ne tenê di roja şînê, lazim bû berê niha min fehm kiribûya. Wek çawa gemî ji îskelê dûr dikeve, belê halê min ji vê jî girantire, lewra gemî wê vegere. Belê pîrika min cardin venagere...

...Ez di nav xeyalan de ji xwe dipirsim, çavê dayîka min li êlekê reş gelo çi difikire. Dibe ku xeyalên  wê yên zaroktiyê were ber çavan...

...Pîrika min qet Tirkî ne dizanî û dayîka min jî daîm digel wê bi kurdî diaxivî. Pîrika min temsîla kesayetiya dayîka min ya dudûyan bû. Kesayeta eslî. Ji wê kesayetê qewet distand. Bi çûna pîrika min dayîka min jî diçe, perçeyek ji dayîka min diqete. Girêdan û avakirina kesayeta dayika min ya di gel pîrika min jî diçe. Ew peyvên di zaroktiyê de dayîka min hîn bûbû, ew jî diçe. Zimanê ku ji neslên berê û ta dayîka min hatî, bi çûna pîrika min ew ziman jî diçe. Pîrika min diçe û zimanê dayika min jî bi xwe re dibe. Dayika min edî bê ziman û weke bê zimana li êlekê reş dinêre. Êlekê reş...


Ê Berê Pişkên hecê hatin avêtin
Ê Li Pey “Ev kesên ku van heqaretan dikin Kab bîn Eşref, Ebu Cehil û Ebu Lehebên vê esrê ne”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.