“Êdî li van birayên xwe yên mezlûm xwedî derkevin”

“Êdî li van birayên xwe yên mezlûm xwedî derkevin”

Di civîna çapemenîyê ya ku li Edenê ji bo mehkûmên Yûsifî yên ku ev 20-25 sal in di girtîgehê de tên girtin hat tertîpkirin de bang hat kirin “Êdî li wan birayên xwe yên mezlûm xwedî derkevin.”

Ji teref Koordînatorîya Edenê yê Înîsîyatîfa Malbatên  Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê ve ji bo wan mehkûmên Yûsifî yên ku bi kumpas û komployên FETO û 28ê Sibatê bi salan di girtîgehê de tên girtin û zilm li wan tê kirin daxuyanîya çapemenîyê hat lidarxistin.  Daxuyanîya çapemenîyê roja înê li Meydana 5 Ocakê hat tertîpkirin. Teşkîlata Bajêra Edenê ya HUDA PARê, Ozgur-Der, MAZLUMDER, Koklu Degîşîm û gelek sazîyên civaka sîwîl beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn.

Daxuyanîya çapemenîyê bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û bi axavtina Huseyîn Ayaydin berdewam kir.

Ayaydin di axavtina xwe ya ku kir destnîşan kir ew ji bo wan mehkûmên ku bi kumpas û komployên daraza FETO û 28ê Sibatê hatin avêtin girtîgehê li vê derê kom bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êdî em dixwazin ew Yûsifîyên ku ev 20-25 sal in di girtîgehê de tên girtin bên berdan. Em teleb dikin ew meqamên darazê êdî nebêjin ê ku tê darizandan kî ye, bila bibêjin ev kes bi çi tiştî tê sûcdarkirin? Em dîsa teleb dikin ku ew qerarên ku pê mafê masûmîyetê tê binpêkirin bên betalkirin.”

 “Yûsîfî qetîyen efûyê teleb nakin”

Ayaydin  di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew mehkûmên Yûsifî efûkirinê teleb nakin, bes ew edaletê dixwazin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ew Yûsifîyên me yên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne qetîyen efûyê teleb nakin.  Em wek Hz. Yûsif dixwazin hemû kes bibin şahid ku gomlekê wan ji kîjan alî ve hatiye qetandin. Ew dixwazin ew gomlekê ku hatiye qetandin bê anîn  û qerar bê dayîn ku ew gomlek ji kîjan alî ve hatiye qetandin. Belê, ev yek ne teleba efûyê ye, ev yek teleba darizandineke adilane ye. Qet nebe vî mafî bidin wan mezlûmên ku bi salan jiyana xwe di zindanan de derbas kirine.”

 “Yûsifî û malbatên wan ji ber van zehmetîyan di halekî perîşan de ne”

Ayaydin di berdewama axavtina xwe de qala wan neheqî û bêhiqûqîyên ku ji pêvajoya 28ê Sibatê vir ve heta roja me berdewam dikin kir û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “  Her kî hêza darazê xistibe destê xwe xwe paqij û bêsûc nîşan daye û ew kesên din jî sûcdar nîşan daye. Ew daraza ku ketiye bin daraza siyasetê ji pêvajoya 28ê Sibatê vir ve her tim zilm li camîayên dîndar kiriye, wanan girtiye, avêtiye zindanan û cezayên giran daye wan.  Bi hezaran însanên dîndar di pêvajoya 28ê Sibatê de bi destê polês, dozger û daraza FETO ve hatin mexdûrkirin ku ev yek îro çêtir tê dîtin. Ew mehkûmên ku di dozên Ergenekon û Balyozê de ji wan re hepsa muebbet hat dayîn bi rêya darizandina ji nû ve hatin berdan. Bi vê yekê derket holê ku FETO welêt çawa îdare dike. Gelo ev birayên me bi qasî van Ergenekon û Balyozvanan jî ne bi qedr û qiymet in? Yûsifî û malbatên wan ji ber van zehmetîyan di halekî perîşan de ne.  Hûn bi xwe jî vê yekê dizanin û dibînin. Ji ber vê yekê em teleb dikin ku ji bo wan mehkûmên Yûsifî rêya darizandina ji nû ve bê vekirin û mehkemeyên ku bi edaletê hukum dikin bên damezrandin.”

Ayaydin di dawîya axavtina xwe de de banga edaletê li rayedaran kir û destnîşan kir “Êdî li van birayên xwe yên mezlûm xwedî derkevin.” (ÎLKHA)


Ê Berê Dîya mehkûmê Yûsifî Xelîl Taş çû rehma Xwedê
Ê Li Pey “Helbet roja mehşerê em ê hesabê ji hev bipirsin”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.