Kesên ku 'Di Qebristana Zindîyan' de Hatine Jibîrkirin

Kesên ku 'Di Qebristana Zindîyan' de Hatine Jibîrkirin

Her çiqas ew kesên ku mehkûmên Yûsifî di zindana ku jê re tê gotin ‘Qebristana Zindîyan” de ji bîr kiribin jî û xwe kerr û lal kiribin jî qêrîna wan bêdeng a ku nîşaneya masûmîyet û mezlûmîyeta mehkûmên Yûsufî ne erşê ala dilerîzîne.

Mexdûrîyet û mezlûmîyeta mehkûmên Yûsifî yên ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ji teref JÎTEM, FETO û carinan jî ji teref PKKê hatin xistin hedefê û gelek zilm û zordarî li wan hat kirin hêj berdewam dike. Lê belê hêj kesên rayedar  vê zilma ku tê kirin naxwazin bibînin û xwe li ber zilmê kerr û lal dikin.

Mehkûmên Yûsifî bi kumpas û komployên  rêxistinîya FETO û bi fermana ku di pêvajoya 28ê Sibatê de li hember Mislimanan hat rakirin hatin desteserkirin, bi mehan îşkence li wan hat kirin û dû re hatin xistin zindanên ku jê re tê gotin ‘Qebristana Zindîyan.’ Muheqqeq ew ê beramberê vê zilm û wehşeta ku li kesên Misliman tên kirin hebe. Ew kesên ku ji vê zilmê re bêdeng mane û ew kesên ku ji vê zilmê re bûne sedem di rûpelên dîrokê dê bên darizandin.

Gelo ev kesên ku ji wan re Yûsifî tên gotin çima ev zilm û wehşet li wan hat kirin?

Hinek ji wan bûn hedefê berikan, hinek ji wan bi mehan îşkence li wan hat kirin û hinek ji wan jî hatin avêtin zindanan. Ew destê xwe dirêjî malê xelkê nekiribûn, rêya xelkê nebirîbûn, eşqîyatî nekiribûn, gundê xelkê neşewitandibûn, zêc û zarokan nekuştibûn.. Lê belê ev Mislimanên ku ji wan re Yûsifî tê gotin bûbûn hedefa wan kesên ku van tiştên kirêt û nebaş kiribûn.

Lewra nasnameya wan, exlaqê wan, şêwaza wan a jiyanê û bawerîya wan Îslamî bû.. Xebat û hewldana wan a Îslamî wan hêzên ku xebatên îfsadê dikirin fikar dikir. Nexasim di dewreke ku hemû kes hisabê xwe li ser Kurdan dikir de van Mislimanan dixwast ku Kurd vegerin li ser eslê xwe ku ew hêzên îfsadê ji bo bigihijin armanc û hedefên xwe van Mislinanan  ji xwe re asteng didîtin.

Ev Mislimanên ku ji wan Yûsifî dihat gotin ji ber ku ji teref hêzên îfsadê ve asteng dihatin dîtin di salên 90î de yan bi plana ku hat kirin hatin şehîdkirin an jî bi destê polês û daraza rêxistinên îllegal ên di nav devletê de îşkenceyên giran li wan hat kirin.

Ev Misliman ji ber ku ji xwe re camîyan kirin wargeh, ji ber ku li dijî cehaletê micadele kirin, ji ber ku li dijî xebatên îfsadê xebitîn û ji  ber ku ji zilmê re razî nebûn, bûn hedefa wan zalim, hov û wehşan. Ev Misliman ji ber ku gotin ‘Rebbê min bes Xweda ye û em ê li gor fermanên wî bijîn’ gomlekê wan ji paşve hat qetandin, bêbextî li wan hat kirin û îftîra li wan hat kirin û hatin avêtin zindanên ku ji wan re tê gotin ‘Qebristana Zindîyan.’

Ev yek jî nebes bû îşkence li wan hat kirin, sûcên ku ew nekiribûn hatin xistin stûyê wan û ev 15-20-25 sal in ku bêsûc û belesebeb di zindanan de tên girtin.

Tu der nema ku mexdûrîyet û mezlûmîyeta wan lê nehat gotin, tu kesê ku vê zilmê nedît nema. Lê belê her tim hemû kes xwe li ber vbê zilma ku hêj tê kirin kerr û lal kirin.

Hinek kes xwestin ku darbe bikin, bi ser neketin. Hatin darizandin û ji wan re ceza hat dayîn. Ji doza wan re gotin doza Ergenekon, Balyoz, Ronahîya Heyvê, Yakamoz, Qîza Zer. Ev kesên ku di van dozan de hatin darizandin bi sîxûrtîyê, bi îxaneta ji dewletê re hatin sûcdarkirin; lê belê tê dît ku ev kesên ku bi van tiştên mezin dihatin sûcdarkirin bi kodnavê ‘kumpa’ê şevekê ji nişka ve hatin berdan û doz hat girtin.(ÎLKHA)

 



: https://ku.ilkha.com/haber/14806/kesn-ku-di-qebristana-zindyan-de-hatine-jibrkirin 


Ê Berê “Helbet roja mehşerê em ê hesabê ji hev bipirsin”
Ê Li Pey دَا ژِبُۆ وَه بِێژِمْ اَزْ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.