Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

Gelek alim, pêşewa, rêber û rêzanên Îslamê di meha Sibatê de şehîd bûn

Ji mêj vir ve ji ber ku gelek alim, pêşawa û xizmetkarên Îslamê di meha Sibatê de hatine şehîdkirin meha sibatê bi navê “Meha Şehadetê” tê binavkirin.

Gelek alim, rêber û rêzanên ku bi jiyan û tekoşînên xwe ji civakên Îslamî re pêşîvantî dikirin di meha Sibatê de hatin şehîdkirin. Dema ku dîrok meha  Sibatê nîşan dida, şexsiyetên bijarte yên wekê Hasan el Benna, Îmad Muxnîye, Atif Xoceyê Îskîlîpî, Mela Xiyaseddîn, Şêx Zekî tên bîran ku ev şexsîyet û kesên mîna wan di meha Sibatê de di oxira dînê mubîn de canê xwe feda kirin.

Em wan şehîdên xwe yên pak û tahir ên ku di meha sibatê de canê xwe di rêya Îslamê de feda kirine bi rehmet bibîr tîni

HASAN EL-BENNA

El Benna di 17ê Cotmeha sala 1906an de li bajarê Mahmudiyeya Misrê hatiye dinê. Malbata wî ji aliyê ilm û îrfanê ve malbatekî bijarte bû. Hasan El Benna dibistana pêşî û navîn li bajaroka xwe xwend. Dema xwendekarê pola 3yemîn a dibistan navîn bû,  bi navê "Cemîyeta Exlaq û Edeb" sazîyekî saz kiriye û ji kesayetên girîng re name şandiye. Di nameyan de diyar kiriye ku divê li dijî kesên xerab ên di nav civakê de û li dijî heramî tekoşîn were kirin.

Hasan El Benna beşdarê xwepêşan û boykotên ku li dijî dagirkerîya Îngîlîz û hevkarên wê dihat kirin dibû. Piştî ku dibistana mamosteyan qedand ji bo perwerdeya lîsansê qeyda xwe Daru'l Uluma ku li Qahîrê ye bû kir. Piştî ku El Benna zanîngehê wek yekemîn diqedîne li Îsmaîlîyeyê wek mamoste dest bi kar dike.

Hebûna li vir a dagirkeran gelê li vir bandordar kiriye. Terza jiyana Xerbê hêdî hêdî di nav civakê de cî digire. Hasan El Benna dibîne ku gel jiyanekî ji Îslamê dûr dijî. Ji bo vê yekê El Benna rehet nebû û ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike ranediza. Hasan El Benna dema ku qala xatireyên xwe yên van rojan dike wiha diyar dike: "Xweda zane ku me gelek şevên xwe ji bo ku em derdên Umetê çareser bikin derbas kiriye. Ji bo ku em rewşa Umetê tahlîl bikin û derdên wê ji holê rakin em çi qas fikirîne. Carinan ji ber bandora vê yekê em girîyan."

El Benna bi vê telaşê bi 6 hevalên xwe re şevekî hat cem hev û saziya bi navê Îhvan-î Muslîmîn (Birayên Misliman) saz kirin. Bi hevalên xwe yên cefakar û fedakar ji bo ku Îslamê teblîx bike çû qehwexaneyan û ji însanên ku wextên xwe li wir derbas dikirin re qala Îslamê dikir. Hasan El Benna di axavtinên xwe de Xweda û roja axîretê dianî bîr. Wextê axavtina wî herî zêde 15 deqîqe bû. Ev axavtin hêdî hêdî bandordar bû. Roj bi roj jimara kesên ku dihatin qehwexaneyê zêde dibûn. Dûvre rojekî 3 qehwexaneyên ku zêde gel tên wir hilbijart û di her qehwê de di her heftê de 2 caran axavtin dikir. Berê ev axavtin eleqe nedît. Lê dûvre eleqeya gel ji van axavtinan re zêde bû.

Dûvre gel bi alîkariya Xweda saziya Birayên Misliman hez kir. Endamên saziyê roj bi roj zêde bûn. El Benna gund bi gund, bajar bi bajar digeriya û qala Îslamê dikir. Ciyên ku diçû wir şaxên girêdayê saziyê vedikir. Hemî xebat û hewldanên xwe ji bo Îslamê dikir.

Saziya Îxvan di demeke kurt de di serî de Qahîre li gelek herêman belav bû. El Benna piştî ku çû Qahîrê navenda giştî ya Birayên Misliman jî di Cotmeha 1932yan de li wir vebû. Her wiha li Filîstîn, Sûrî û Lubnanê jî şaxên saziyê vebibûn.

Dema ku gelê Filîstînê li dijî dagirkeriya Îngîlîz serhildan kir, Birayên Misliman xwedî li doza Filîstînê derketin. El Benna piştî peymana ku di sala 1936yan de pêk hat name ji lîderên siyasî, rêber û rêzanan re şand. El Benna diyar kir ku pirsgirêka Filîstînê pirsgirêka Umetê ye. Ji bo ku şer bikin micahîdan şand Filîstînê. 

Hikûmeta Misrê ya ku pêlîstoka Îngîlîzên dagirker bû  ji bo pêşiya Teşkîlata Îxwanul Muslîmîn bigre , fealiyetên wan bide sekinadin  û ji bo kariba emel û armancên xwe yên şeytanî tesîs bike  heraketa Îxwanul Muslîmîn neqanûnî îlan kir. Di encamê de dest bi astengkirina xebatên teşkîlatê kir  û ji bo teşkîlatê ji holê rabike bi zexteke mezin digel temamê îmkanên xwe seferberî îlan kir.

Ferdên teşkîlatê yek bi yek girtin û gelek îşkenceyan li wan kirin û dû re jî wan xistin girtîgehê. Tu kesê ku dê li cem Hesen El-Benna cî bigire û wî mihafeze bike li derve nehiştin, tev girtin. Armanca wan  tenê hiştin û bi şikleke wehşîyane qetilkirina wî bû. Hesen el-Benna di 12ê Sibata sala 1949an dema ku êvarî diçû mala xwe  sûîqest lê hat kirin û wî şehîd kirin. El-Benna, li meydana herî mezin a Qahîreyê,  li sikakeke tarî ya ku ronahiyên wê hatibûn tefandin ji teref destên qirêj ve  sûîqest lê hat kirin. Mela Hesen El-Bennayê ku di sûîqesta kirêt de giran birîndar bûbû rakirin nexweşxanê; lê li nexweşxanê jî destûr nedan ku birîna wî bê dermankirin. Bi vî awayî El-Bennayê ku emrê xwe ji Îslamê re weqf kiribû û ji neslên dahatûyê re mîrasekek mezin hiştibû şehîd bû.

Cemaeta Îxwanul Muslîmîn a ku ji teref Hesen El-Benna ve hatibû damizrandin li çar aliyê cîhanê belav bû. Cemaeta Îxwanul Muslîmîn  gelek rêber û rêzanên mîna Seyyîd Kutub, Abdulkadir Udeh û Zeynep Gazalî perwerde kir û  temela HAMASa Hareketa Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê avêt.

Hinek pend û şîretên ku Hesen El-Benna kirine

- Ji wan re hîn bikin ku dînê Îslamê ji azadî, xweserî û ji hakimiyetê hindiktir tiştekî din re razî nîne.

-Desthilatdariya Mislimanan ne menfeat; xizmet û fedakarî ye.

- Ez bawer dikim ew amela ku tenê feydeya wê ji xwediyê wê re heye û tu feydeya wê nagihije tu kesê din ameleke pir sist û zeîf e.

- Wargeha Mislimanan a li cîhanê ne efendîtî; mertebeya mamostetiyê ye.

-  Em hudûd û sînorên welatên xwe bi bawerî û îmanê xêz dikin.

-  Wê pêwendiya biratiyê ya di nav xwe de mihefeze bikin; lewra çek û muhîmata we ev e.

-  Tiştên mîna xeflet, xeyalên xapînok, qelbên tarûmar, girêdayîbûna bêhîsab û bê pirsîn û di pey her kesê ku biqêrînê de çûyîn û tiştên mîna van ne rêyên Muminan e.

-Ez bawer dikim divê ji bo Mislimanekî/ê xayeya  herî mezin a ku pêwîst di hedefê de be qezenckirina riza Xwedê be.

-Ji bo qelb, xwendina Qur'anê  ya bi tefekkur û huşu  pê ve tu tişteke baş tune ye.

-Em dizanin ku mirin di navbera heyateke ku bi tehlûkeyan dagirtiye û  di navbera heyateke rastî ya ku bi nimet û saadeta ebedî dagirtiye de pira derbasbûnê ye.

MALCOLM X

Malcom Xê ku navê wî ya rastî Malcolm Lîttle ye di sala 1925an de hat dinyayê û bavê wî keşeyekî bi navê Ear Lîttle bû. Malcolm X di heyameke ku li Emrîka li dijî reşikan êrîşên nijadperest zêde bûn de hatibû dinyayê ku dema ew 5 salî bû ji van êrîşan êrîşek li mala wan hat kirin. Di encama êrîşê de mala wan hat şewitandin, bavê wî hat qetilkirin. Piştî bûyerên ku qewimîn re diya wî qail avêt û wê li nexweşxaneya dînan razandin. Piştî vê heyamê Malcolm X dan êtîmxanê. Malcolm Xê ku li êtîmxanê dest bi perwerdehiyê kir di 15 saliya xwe de dev ji mektebê berda û  çû bajêra New Yorkê. Malcolm Xê ku li Harlemê tevlî karên dizî û firotina tiryakê bûbû di sala 1946an de  ji sûcê dizîtiyê hat girtin.

Malcolm X li girtîgehê hareketa Milleta Îslam(Nation of Islam) a ku nijada reşikan diparast nas kir û li wê derê bû Misliman. Di sala 1952an de ji girtîgehê derket û lîderê vê hereketê Elijah Muhammed nas kir. Bi vê naskirinê Malcolm X dest bi jiyaneke nû kir. Malcolm X di nava vê hareketê de  bi şikleke çalak xebitî û di nava rêxistinê de bû ji wan navên ku herî zêde tên naskirin ku ji ber vê yekê FBI dest teqîbkirina wî kir.

Malcolm Xê ku di temamê heyata xwe de zen dikir Xiristiyanî dînê spiyan û dînê Îslamê jî tenê ya reşikan e  her tim reşikan serdest qebûl dikir û veqetîna reşik û spiyan mudafa dikir. Malcolmê ku bi vê baweriyê dixebitî  ji bo ku wek xizmetkarê bênav a doza xwe bê naskirin dest bi bikaranîna paşnavê Xê kir. Nêzî 12 salan konferansên cûrbecûr da.

Malcolm X di bergeha xebatên ku navenda wan mizgeft bûn de ji vekirina mizgeftên nû re bû pêşeng û bi wan wazên ku da, bû wesîle ku gelek reşik tevlî vê tevgerê bibin.

 Peyder pey ji ber fikrên xwe kêfa Elîjah Muhammed jê re nehat. Ji ber vê yekê Malcolm X piştî demekê ji tevgera Ummeta Îslamê veqetiya û rêxistineke bi navê Mizgefta Misliman saz kir. Dû re jî pêwendiyên xwe yên bi welatên Efrîkayê re xurt kir û rêxistineke ne dînî ya bi navê Yekîtiya Afro-Emrîka damizrand.

Malcolm Xê ku di meha nîsana heman salê de ji bo hecê çû Erebîstanê dît ku reşik, spî û her însanên ji qewmên din li ba Xweda wek hev in û ev tev de ji Xweda re evditiyê dikin û serdestiya rastî ya di Îslamê de bi teqwayê ye. Malcolm piştî ku vê yekê fêhm kir re dev ji fikrên xwe berê berda.

Malcolm X di debrarê vê yekê de hest û ramanên xwe di nameyekê de ji hevalekî xwe yê li Emrîkayê re wisa anî zimên: “Ev heca ku min  li bajarên herî muqeddes kiriye ji bo min bû tecrubeyeke taybet. Her wiha bû wesîleya lutfên ku min qet hêviya wan nedikir û nedihatin xewn û xeyalên min.”

Malcolm X di nameyê de diyar dikir piştî ku wî Mekkê ziyaret kiriye rêya xwe ya şexsî a ruhanî û girîngiya Îslamê çêtir derk kiriye. Dûvre wiha destnîşan kiribû: “Di alema Mislimanan de kî Îslamê qebûl bike û eleqeya xwe ji sipîbûn an jî reşbûnê bibire bes wek însan tê naskirin. Lewra li vir însan bawerî anîne ku Xweda yek e û însan jî yek in. Hemî mensûbê malbatekî ne…

Li vir ji her rengê û ji her derê dinê însan hene. Di rojên ku min li Mekkê derbas kiriye de (Cîdde, Mîna û Muzdelîfe) dema ku min hewl dida da ku ez rêbaz û qaîdeyên Hecê fêm bikim min bi rêvebirên din re di heman qabê de xwar û vexwar. Ez li ser heman xaliyê bi wan re razam. Bi birayên xwe yên sipî yên ku çavên wan herî şîn û porên wan herî zer bûn re… Min karî li nav çavên wan ên şîn mêze kir. Min dît ku wan min wekê xwe didîtin. Lewra baweriya wan a bi Xweda ‘sipîtayiyê’ ji hişê wan derxistibû. Ev yek jî helwesta wan a li dijî însanên din diguherand. Baweriya wan a li ‘tewhîdê’ wan ji Emrîkayiyan diqetand. Rengê wan, axavtina wan a bi min re nediguhert. Baweriya wan a li tewhîdê û hesibandina wan a wek ku hemî însan wek hev in dibe sedema dîtina wekê bira ên kesên ku sipî ninin.”

Malcolm X, piştî ku ji Hecê vedigere navê xwe wek el-Hac Malîk el-Şahbaz diguherîne û li DYEyê beşdarê civînên ku ji teref Mizgefta Mislimanan û Rêxistina Yekitiya Afro-Amerîkanê dibe. Li vir qala Îslamê dike û bal dikêşe ser mijara ku Misliman li dijî nîjadperestiyê ne.

Malcolm X, diyar kir ji ber ku wî berê tiştên xelet gotiye efû dixwaze û nîjadperestiyê red kir û parastina mafên însanên reşik domand. Lê helwest û xebata Malcolm X ên nû rêxistina nîjadperest a kevin a hereketa “Umeta Îslamê” aciz dikir. Malcolm X, êdî dihat tehdîtkirin. Êrîşa bombeyî li wesayîta Malcolm X hat kirin. Ew ji vê êrîşê bê zerar xelas bû. Piştî demekî dirêj mala wî hat şewitandin. Dûvre derket holê ku rêvebirên payebilind ên vê hereketê têkiliya wan bi FBIyê re heye. Hereketa “Umeta Îslamê” ji xeynî êrîşên xwe ji bo ku mana Malcolm X a li New Yorkê were betalkirin dozekî vekir.

Malcolm X, digel hemî tehdîdan xebatên xwe bê navber domand û ji aliêyê mafên însanan ve DYEyê rexne kir. FBI, îxbara sûîqasta ku dê li Malcolm X were kirin bihîst. Lê digel vê yekê tu tiştekî nekir.

Malcolm X, di 21ê Sibata 1965an de dema ku di konferansa li Salona Audubona li Manhattanê de diaxiviya êrîşa çekdarî lê hat kirin. Di encama êrîşa ku 21 gule îsabetê wî kir de Malcolm X hat şehîdkirin.

Malcolm X di axavtinên xwe de her tim wiha diyar dikir:

"Demokrasî durûtî ye;

Demokrasî durûtî ye.

Heke demokrasî azadî ye çima însanên me azad nînin.

Heke demokrasî edalet e çima ji me re edalet tune.

Heke demokrasî wekhevî ye çima em wekê hev nînin.

Malcolm X bi gotina xwe ya "Demokrasî durûtî ye” çendîn sal berê aniye ziman ku ev yek dide nîşandan ku DYE û mitefikên wê yên Xerbê di bin gotina demokrasiyê de çawa erdnîgarên Îslamê îşqal dikin û xwîna Mislimanan dirêjin.(ÎLKHA)

ABBAS MUSAVî

“Em hemî ewladên vê dînê ku Hz Muhammed aniye ne”

Abbas Musevî ji kesayetên ku Umeta Îslamê wan perwerde kiriye û tevahiya umrê xwe ji bo azadiya Quds û Mescîdê Aqsa xerc kirine yekî ye. Musevî dema ku dîrok 17ê Sibatê dida nîşandan ji teref Siyonîstan ve hat şehîdkirin.

Abbas Museviyê lîderê damezrênerê Hîzbullaha Lubnanê yê ku bi gotinên xwe yên “Herin ji Îsraîliyan re bibêjin. Em artêşa Muhemmed in! Em vegerîn û di rêya Qudsê de dimeşin.” ji Îsraîla Sîyonîst a rejîma terorê meydan dixwend di salvegera 26 emîn a şehadeta xwe de tê bibîranîn.

Di meha Sibata ku wek “Meha Şehadetê” tê zanîn de gelek nav bi şehadeta xwe tên zikirkirin. Ji van yekî jî bê guman Abbas Museviyê ku ji teref Îsraîla Sîyonîst ve hat qetilkirin e.

Şehîd Fethî Şîkakî di derbarê Abbas Musevî de wiha axivîbû: “Abbas Musevî ji bo derd û kula Filîstîn û zarokên Filîstînê qiyam û cîhadê kiribû wezîfe. Min wî ji xwe zêdetir Filîstînî didît.” Ew gotin kurtasiya tekoşlîna Abbas Musevî ya ji bo Filîstînê dide nîşandan.

Abbas Musevî umrê xwe ya 40 salî di micadelê de derbas kir. Wî her tim diyar dikir ji bo ku zafer bê bidestxistin divê ku Misliman bibin yek. Bes vê şiklê mirov dikare bi îzzet bibe. Musevî di 14ê Hezîrana 1985an de wiha diyar kiribû: “

“Divê ku em bi hevdu re bi dijminên Xweda re reqabet bikin û ji ber vê yekê em ji xeynî sedeqeta li Îslamê tu sedeqetan qebûl nakin. Nebî bila tu kes nebêje ‘ez alîgirê vê terefê yan jî terefa din im.’ Em hemî zarokên tekokşîna Îslamî ne. Em hemî ewladên vê dînê ku Hz Muhammedê lawê Abdullah aniye ne. Rast e dê sedeqet şeref û îzzet bide her yekî ji me.”

Muksevî hêj dema ku ciwan bû beşdarê tekoşîna Filîstînê bibû û di encama şerê nabeyna wan û Îsraîlê de ji lingê xwe ve hatibû lêdan û birîndar bibû. Piştî çendîn salan wek lîderê Hîzbullah wiha gotibû: “Herin ji Îsraîlîyan re bibêjin. Em artêşa Muhemmed in! Em vegerîn û di rêya Qudsê de dimeşin.”

Li Tirkiyê navê Musevî wek Abbas Musavî tê zanîn. (Di zimanê Tirkî de ji bo ku Musevî neşibihe Yahudiyan jê re dibêjin Musavî.) Musevî di sala 1952yan de li Lubnanê di bajaroka Nebî Şayta Geliyê Bekkayê de hatiye dinê. Dema ku Îsraîlê di sala 1967an de têka Ereban bir Musevî hêj 15 salî bû.

Musevî dema ku hêj ciwan bû beşdarê tekoşîna Filîstînê bibû û di encama şerê nabeyna Îsraîl û Rêxistina Tekoşîna Filîstînê de ji lingê xwe ve hatibû lêdan û birîndar bibû. Musevî di salên ku wek tekoşîn li dijî Îsraîlê derbas dibûya de Îmam Musa Sadrê ku bi Hereketa Emelê bingeha Hîzbullah avêtibû nas kir. Bi tewsiyeya wî Musevî çû bajarê Necefa Iraqê. Li vir di nabeyna 5 salan de tehsîla xwe qedand. Musevî ji xeynê vê tehsîlê Îngîlîzî û Fransizî jî hîn bû. Musevî bi xebatên xwe dûçarê zexta rejîma Baasê bû. Musevî ji bo ku beşdarê bernameya Aşurayê bibe dema ku li Lubnanê bû di ser mala wî ya li Iraqê de hat girtin. Piştî vê yekê Musevî malbata xwe anî Lubnanê û êdî venegera Iraqê.

Abbas Musevî, li Lubnanê wek aktîf di nav hereketa Îslamî de dixebitiya. Musevî di sala 1978an de li bajarê Ba’lebekê de bi navê "Îmam’ul Muntazar" navendekî perwerdehiyê saz kir. Ev perwerdehiya ku di malekî biçûk de dest pê ki di demekî kurt de têra xwendekaran nekir. Dûvre di sala 1979an de vê navendê kişandin avahiyekî nû ya li nêzî Mizgefta Îmam Alî bû. Li vir gelek kesên ku dê di bergeha Hîzbullah de bixebitîna perwerde dîtin.

Musevî him xebatên xwe yên perwerehiyê didomand û him jî gund bi gund digeriya û guhdariya derd û kulên gel dikir. Bi axavtinên xwe gel di derbarê tekoşînê de agahdar kir.

Musavî wezîfeyên ku ji bo Hîzbullah pirr girîng bû pêk anî. Di nabeyna salên 1983-1985an de Lîdertiya Yekîneya Ewledar a Taybet a Hîzbûllahî kir. Di nabeyna salên 1985-1988an de jî fermandariya hêzên leşkerî ya Hîzbullahî kir. Musaviyê ku di sala 1991an de bû sekretere giştî yê Hîzbullahî ji bo Îsraîla Îşqalker bû kâbus.

Museviyê ku ji parêzkarê herî girîng ê Doza Filîstînê bû bi xebatên xwe ji bo Îsraîlê bibû tirs. Ji ber vê yekê piştî ku Musevî bû rêvebirê Hîzbullahî Sîyonîst Îsraîl ji bo ku wî qetil bike têketin hereketê. Museviyê ku di Gulana sala 1991an de bû lîderê Hîzbullahî piştî 9 mehan di 17ê Sibata 1992yan de dema ku ji bernameya Şehîd Ragib Harbî vedigeriya dûçarê êrîşa hewayî ya Îsraîla îşqalker bû. Di encama êrîşê de bi pîrek û zarokekê xwe ve şehîd bû.

Museviyê ku bi nasnameya xwe ya micadeleker dihat nasîn ji ber ku têkiliya wî bi gel re hebû cephe bi cephe diziviriya da ku moral bide micahîdan.

Musevî di 17ê Gulana 1985an de li bajarê Ba'lbekê wiha xutbeya înê dabû: “Divê ku Îsraîl ji holê rabe. Bes ne ji bo Filîstînê; ji bo Sûrî, Misir, Urdun û hemî herêman… Ji bo ku îstîqrar pêk were. Divê ku Îsraîl ji ser rûyê dinê were paqijkirin. Îsraîl bi hebûna xwe re li dijî îstîqrarê ye. Aşitiya dinê tehdît dike. civakekî wisa bifikrin ku dibêje ‘ez dixwazim ji Nîlê heta Firatê dewletekî saz bikim.’ Lê mêze bikin ku dê kîjan welatan di nav xwe de dihewîne; Lubnan, Sûrî, Urdun, Misir, Iraq… Hebûna vê dewletê jî aşitiya dinê tehdît dike. Dema ku mirov li dijî Îsraîlê dengê xwe dernexe dê tehdît roj bi roj zêde bibe.

Koça Yahudiyan û dêmana ku hêdî hêdî hewl tê dayîn were sazkirin wekê destpêka dewleta Îsraîlê ye. Nexwe ji bo ku projeyekî wiha pêk were divê helwesta me ya li dijî dijminê ku me hêdî hêdî tehdît bike çawa bibe? Em dengê xwe dernexin? Em aşitiyê îmza bikin? Ji bo mizakereyê em bi wan re li ser heman masê rûnên?”

Ez eşkere vê yekê ji we re dibêjim; Emrîka hebûn û berjewandiya Îsraîlê bê kêmasî diparêze. Emrîka dê di pêşerojê de Îsraîlê bike şirîkê loqmeya xwarina ku em dixwin û ava vedixwin. Dê ji vir pê ve tu vebijirkê qebûl neke. Heke em li dijî êrîşên Îsraîlê bê deng bimînin dê wiha bibe.”

ÎMAD MUXNÎYE

Fermandarê ku dawî li efsaneya mexlûbnebûna Îsraîlê aniye: Îmad Muxnîye

Ji şexsiyetên mumtaz û bijartî yên ku bi heyata xwe û bi mucadeleya xwe ji ciwanên Îslamê re bûne rêber û rêzan  şexsek jî Îmad Muxniye ye.

Îmad Muxniyeyê ku bi navê Hecî Ridwan dihat naskirin di sala 1962an de li bajêra Sûrê ya Lubnanê ji dayik bû. Muxniyeyê ku ewladê malbateke cotkar bû  xwendina xwe ya destpêk, dibistana navîn û lîseyê li mektebên Lubnanê qedand.

 Muxniye cara ewil di 15 saliya xwe de ango di sala 1977an de hareketa berxwedanê nas kir Muxniye çû cem Enîs Naqqaşê ku zilamê aksiyon û fikran e û jê teleba perwerdehiya eskerî kir da ku li dijî Îsraîl mucadele bike. Naqqaş di wan rojên ku ev teleb jê  hat kirin di nava Hareketa Fetîhê de têdikoşa.

Di sala 1982an de ji ber ku îsraîl Lubnanê îşxal kir Hareketa Fetîhê ji Lubnanê veqetiya. Ji ber vê yekê Muxniye di sala 1982an de  tevlî Hareketa Emel a ku di pêşîvanî û rêbertiya Dr. Mustafa Çamran û Musa Sadr de hat damizrandin bû. Muxniye  di warê eskeriyê de pir jêhatîbû.

Muxniye di navbera salên 1982-1985an de karê muahfezekirina Muhammed Huseyîn Fadlullahê ku lîderê ruhanî ya Hîzbullahê Lubnanê bû bi rêve bir  û dû re jî ji ber jêhatîbûna wî ya plankirin û serkarî kirina li qadên herbê beşdarî operasyonên taybet ên Hîzbullah bû û di van operasyonan de wek mesûldar wezîfe girt.

Îmad Muxniye heta 25 salan ji teref sîxurên CIA û Mossadê ve li 42 bajêran hat lêgerîn. Hinek çavkanî dibêjin ji ber vê yekê Muxniye çend caran neqla rû bûye. Muxniye di van 25 salan de şev û roj ji bo zafera li dijî  Îsraîlê xebitî. Heyamekî DYA destnîşan kir ku ew ê ji wan kesên ku cihê Muxniye bibêjin re 25 milyon dolar bidin.

Îmad Muxniyeyê ku  wek 'Fermandarê ku dawî li efsaneya mexlûbnebûna Îsraîlê aniye' dihat naskirin  piştî çendîn salên ku bi mucadele derbas bûn re di 12ê Sibata 2008an de li Şamê di êrîşeke bombeyî de hat şehîdkirin.

ATIF HOCEYÊ ÎSKÎLÎPÎ

Atif Xoce di tevahiya jiyana xwe de ji bo xizmeta Îslamî bi ilmê re eleqeder bûye û ji bo ku di derbarê Îslamê de gel agahdar bike pirr hewl dabû. Atif Xoce di sala 1875an de li navçeya Bayata Afyonkarahîsarê di gundê Tuyhaneyê hat dinê. Di Medresa Fatîh de mideristî kir. Xoceyê ku perwerdehiya xwe di Zanîngeha Daru'l-Funûnê domand ji beşa Îlahiyatê mezûn bû.

Xoce di vê pêvajoyê de kêmasiyên medrese û miderisan wek rapor amade kir. Kesên ku ji raporê aciz bûn giliya wî kirin. Atif Xoce ji teref Şêx’ul Îslam Mehmet Cemalettîn Efendî ve surgunê Bodrumê û dûvre jî Kirimê hat kirin. Piştî ku cezaya wî qediya vegeriya Stenbol.

Dûvre di kovarên bi navê Beyan’ul Hak û Sebîlurreşad de maqale nivîsand. Atifê Xoceyê ku bûbû hedefa kesên Îttîhadê diparêzin di 31ê Adarê de ji ber nivîsekî ya ku di kovarê de nivîsîbû hat girtin. Lê ji ber ku bê sûc bû hat berdan.

Atif Xoce di heyamê de alimekî pir mezin bû. Xoce bal dikişand ku hewesa Xerbê pirr çewt e. Xoce Atif pirtûkekî bi navê ‘Frenk Mukallîtlîgî ve Şapka’ weşand. Xoce di pirtûka ku ji 32 rûpelan pêk dihat de hewesa Xerbê rexne dikir.

Ev pirtûk sal û nîv beriya Qanûna Şewqê ya ku di 1ê Mijdara sala 1925an de hatibû pejirandin hatibû weşandin. Atif Xoce diyar dikir ku mirovê ji aliyê fen û zanistê ve gor Xerbê biçe pirsgirêk nîne. Heke mirov di derbarê cil û bergê de gir wan biçe ev çewtiyeke mezin e.

Xoce bal dikişand ku wergirtina cil û bergên wekê Xerbê gor çanda Îslamî nîne. Dûvre hedîsa Pêxember (as) a ‘Kesên ku hewl bibin bişibihin qewmekî ew jî ji wî qewmê ne’ wek çavkanî vê hikmê dabû. Piştî ku Qanûna Şewqê derket 5 hezar husxe ji vê pirtûkê hatibû weşandin û di heman salê de hemî hatibûn firotin. Dûvre ji ber Qnûna Şewqê gelek kes van nûsxeyên di destên xwe de mecbûr man îmha kirin.

Pîştî ku qanûn derket Xoce beriya herkesî di 19ê Berfanbara 1925an de bi binasiya ku ji Qanûna Şewqê mixalefetî kiriye wek girtî wî sewqê Enqerê kirin û di Mehkemeyên Îstîklalê ya Enqerê de dest bi darizandina wî hat kirin.

Dûvre Atif Xoceyê ku ji teref Mehkemeyên Îstîklalê ve cezaya îdamê jê re hat dayîn di 4ê Sibata 1926an de hat îdamkirin. 

ŞEHÎD ŞÊX MUHAMMED ZEKÎ

Şêx Muhammed Zekiyê ku di sala 1957an de li Navyana gundê Şirnexê ji dayik bû zarokê malbateke ehlê tesewûfê bû. Şêx Zekî hêj di xortaniya xwe de dest bi tahsîlkrina ilmên medresê kir.

Şêx Zekî piştî ku dibistana destpêkê li gund xwend re ji bo tahsîlkirina ilmê li çend medreseyên derdorê xwend û di 20 saliya xwe de tahsîlkirina ilmên medresê qedand û li gundên derdorê dest bi melatiya fexrî kir.

Seyda di demeke kurt de dibistana navîn jî qedand û bû mamosteyê qursa Qur’anê û li Medreseya Sor a Ehmedê Cizîrî dest bi seydatiya qursa  Qur’anê kir.

 Şêx Zekî di pêşbirga xweşik xwendina Qur’anê ya ku ji teref dîyanetê ve dihat kirin de ji heremê her tim dibû yekem. Şêx Zekî ji bo xurttir û baştir ji Îslamê re xizmetê bike wezîfeya xwe guhart û  derbasî melatiya mizgeftê bû. Şêx Zekî li Cizîrê bi alikariya xelkê Cizîrê mizgeftek da sazkirin. Li vê camiya ku hêj navê wî lê ye Şêx Zekî odeyên biçûk da çêkirin û van deran kir medrese. Di vê medresê de telebeyên ku êvarî ji bo razanê diman jî hebûn û yên ku tenê biroj dihatin dersê jî hebûn. Seyda Muhhammed Zekî ji temamê cemaeta mizgeftê re sohbetan dida û dersên Qur’an, fiqih, siyer û yên mîna wan dida wan.

MELA XIYASEDDÎN

 Mela Xiyaseddîn di sala 1966an de li gundê Yunkuşaka Qerqeliya Wanê ya ku bavê wî lê melatî dikir ji dayik bû. Mela Xiyaseddîn di sala 1974an de li Gercewsa Êlihê bi cî bû û li vê derê dest bi perwerdehiya xwe kir. Mela Xiyaseddîn li Gercewsê dema ku ji mektebê derdiket ji bo Qur’ana Kerîm hîn bibe diçû mizgeftê. Ew girêdayîbûna wî ya bi mizgeft û cemaetê ve, exlaq û serkeftîbûna wî ya li mektebê her tim ji teref kesên derdora wî dihat teqdîrkirin.

Mela Xiyaseddînê  dibistana destpêk, navîn û lîseyê li Gercewsê xwend û dû re li Sêrt, Gercews, Farqîn, Erxanî,Cizîr û Sasonê di medreseyan de ilm tehsîl kir û heta kitêba Mela Camî xwend. Piştî demekê Lîseya Îmam Xatîbê xelas kir û di sala 1990an de têkete îmtîhanê.  Mela Xiyaseddînê ku zîrek, bi exlaq û biserketî û serfiraz bû her tim ji teref derdora xwe ve dihat hezkirin. Heval û dostên wî ji ber sedaqata wî ya ji doza Îslamê re, ji ber exlaqa wî ya lihevkirinê, ji ber ku bi xortên Qur’an xwên re eleqedar bû, ji ber girêdayîbûna wî ya cemaet û mizgeftê  xweziya xwe lê dianîn.

Mela Xiyaseddîn pêlekê dikandarî kir û ji bo xort bi exlaqa Îslamî mezin bibin gelek zêde hewil da û di vê oxirê de gelek zêde fedakarî kir. Piştî ku melatiyê qezanc kir re 3 salan li benda kadroyê ma û dû re di sala 1993an de li Tatwana Bidlîsê dest bi muezzîntiyê kir. Mela Xiyaseddîn çawa ku dest bi wezîfê kir li Tetwanê hewil da da ku zarok werin mizgeftê. Di encama van hewildanan de zarok berê xwe dan mizgeftê û Mela Xiyaseddîn  li mizgeftê di serî de dersa Qur’anê û her wiha gelek dersên Îslamî da zarokan. Mela bi dengê xwe yê dawûdî qelbên Tetwaniyan fetih kir.

Ev xebatên ku Mela Xiyaseddîn li Tetwanê dikir di demeke kurt de ji teref temamê Tetwaniyan ve hat hînbûn. Ev xebatên ku Mela Xiyaseddîn dikir xalên şer nerihet kir. Ev xalên şer ji bo zarokên xwe neşînin camiyê malbatên xarokên ku dihatin mizgeftê tehdîd kirin. Lê ev yek jî nebû çare û dewleta kûr herî dawî li ser çareseriya qetilkirina Mela Xiyaseddîn da.

Destên qirêj di wan salan de gelek zilm û qetlîam li ser erdnigariya Kurdistanê dikirin ku qerar dan mîna van zilm û qetlîaman yekî jî li Tetwanê bikin. Ji bo vê yekê ji xwe re Mela Xiyaseddîn kirin hedef. Bi qetilkirina Mela Xiyaseddîn xwestin ku cinayetê bavêjin li ser PKKyê ku xwîna bi sedan Mislimanan rijandiye da ku li Tetwanê pêvajoyeke nû ya pevçûnê bidin destpêkirin.  Xalên şer û hezên dewleta kûr di bergeha vê plana ku kirin de Murat Kurtboganê îtîrafkerê ku li Bidlîsê di girtîgehê de bû ji girtîgehê derxsit û çek da destê wî û  îtîrafkerekî PKKyî yê bi navê Nurettîn da ku Mela Xiyaseddîn qetil bikin.

Di 24ê Sibata 1994an de Mela Xiyaseddîn piştî ku nimêja terawîhê bi cemaetê da kirin re rêya mala xwe girt. Mela Xiyaseddîn dema ku kir herê mala xwe ji teref xaîn û dewleta kûr ve hat qetilkirin. Wê şevê bêdengiya taritiya şevê bi dengên tekbîrê yên Mela Xiyaseddîn xera bû û Mela Xiyaseddîn li wê derê şehîd bû.

ESAD ERBÎLÎ

Di sala 1847an de li Erbîla Misûlê ji dayik bû.  Navê bavê wî Şêx Muhammed Seîd Efendî ye. Kalikê wî Hîdayetullah Efendî xalîfeyê Xalidê Baxdadî ye.Him ji alîyê dê û him jî ji alîyê bav ve seyîd e. Esad Erbîlî di gelek waran de îlmên dînî tahsîl kir. Dema ku li hecê bû bihîst ku şêxê wî wefat kiriye ku ji ber vê yekê vegerîya Stenbolê.

Dema ku Dewleta Osmanî hat hilweşandin û Komareya Tirkîyê hat damezrandin tekke hatin girtin ku Esad Efendî ji ber vê yekê biryar da ku dakeve kolanan li dijî vê qerara komarê. Esad Efendî her tim ji teref polêsên Kuva-î ve dihat taqîbkirin. Dema ku dîrok 23ê Berfanbara sala 1930î nîşan da Esad Efendî bi hinceta bûyera Menemenê hat desteserkirin û hat birin Menemenê ne. Li wê derê bi teleba îdamê hat darizandin. Ji ber ku emrê wî zêde bû cezaya wî ya îdamê kirin cezaya  hepsa muebbet. Lawê wî Elî Efendî jî hat îdamkirin. Di 3yê Adarê de dema ku li nexweşxaneya leşkerî tedawîya wî dihat kirin wefat kir. Tê diyarkirin ku  hinek kes jehrê dane Esad Efendî. Cenazeya wî nedan malbata wî û li Menemenê hat definkirin.

ŞÊX RAXIB HARB

Şêx Raxib Harb di nav malbateke şervan de li Libnanê hat dinyayê. Digel ku bavê wî dixwast ew bibe alimekî mezin jî Şêx di emrê xwe yê biçûk de beşdarî sefên fedaîyên Filistînê bû. Piştî demekê li Lubnanê di medreseya Seyyîd Huseyîn Fadlullah  dest bi dersan kir. Dû re li Necefê di medreseya Muhammed Bakir Sadir de 4 salan ilm tahsîl kir û piştî 4 salan ji teref rejîma Baasê ve ji Iraqê hat derxistin.Şêx Raxib piştî ku li Beyrûdê bi cî bû re di nav damezrînerên Hîzbûllah de cî girt. Di sala 1983yan de ji teref siyonîstên terorîst ve hat desteserkirin û piştî demekê hat berdan.

Şêx Raxib  li dijî rejîma terorê çalakîyên çekdar amade kir û di hinek çalakîyan de jî ew bi xwe jî cî girt. Di 16ê Sibata sala 1966an de di êrîşa siyonîstên terorîst de şehîd bû.

OMER EVDIRREHMAN

Di 3yê Gûlana sala 1935an de li Dekahlîyeya Misirê hat dinyayê. Hêj dema ku 10 mehî bû çavên wî kor bûn. Ji ber vê yekê di 5 salîya xwe de di Medreseya Nûrê ya Amayan de dest bi xwendina xwe kir. Evdirrehman di temamê zaroktî û xortanîya xwe de di gelek waran de ilmekî kûr tahîsl kir. Bi xutbe û waazên ku dida bû hedefa zaliman û çendîn caran ji teref zalim û taxutan ve hat desteserkirin û di zindanan de hat girtin.

Omer Evdirrehman bi xebatên xwe yên Îslamî hewl dida Mislimanan hişyar bike û wanan vegerîne li ser eslê wan; yanî Îslamê.  Evdirrehman xebatên xwe yên Îslamî li gelek welatan didomand û di vê çarçoveyê de konferansan dida ku ji ber vê yekê Amerîka ew kire hedefa xwe. Îstîxbarata Amerîkaya emperyalîst Omer Evdirrehman ji xwe re tehdîd didît. Ji ber vê yekê her tim ew taqîb dikir. Dema ku di sala 1993yan de li Amerîkayê navenda ticaretê hat bombekirin, îstîxbaratê vê yekê ji xwe re hincet hesiband Omer Evdirrehman desteser kir. Omer Evdirrehman bi çendîn “sûcan” hat sûcdarkirin û jê re 23 sal ceza hat dayîn. Omer Evdirrehman di sala 2017an de di zindanên Amerîkayê de şehîd bû û çû rehma Xwedê.

ZELÎMHAN YANDARBÎYEV

Di sala 1952an de li Kazakistanê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dewletê ya Înguş a Çeçen û Fakulteya Edebîyatê ya li Moskovayê perwerdehî dît. Dû re di nav sefên Partîya  Demokratîk a Vaynahê ya ku li Çeçenîstanê hat damezrandin de cî girt. Her wisa di Konfederasyona Gelan a Çîyayî ya Kafkasê de wezîfe kir. Di sala 1993yan de li Çeçenîstanê bû alîkarê serokomar.

Yandarbîyev di 13ê Sibata sala 2004an de ji ber înfîlakkirina teqemenîya ku ji teref îstîxbarata Rûs di wesayîta wî de bi cî kiribû şehîd bû.

METÎN YUKSEL

Di 17ê Tîrmeha sala 1958an de li Zozana Kolongoya Bidlîsê ji dayik bû. Navê bavê wî Sadreddîn Yuksel e. Dîya wî qîza Şêx Masûm Efendîyê Norşînî ye. Metîn Yuksel dema ku 9 salî bû digel malbata xwe çû Stenbolê. Dersa Qur’anê û ilmên Îslamî ji bavê xwe fêr bû. Metîn Yuksel dema ku hêj di pols 2yemîn de bû dev ji mektebê berda û dest bi xebatên Îslamî kir. Dema ku 18 salî bû temsîlkarîya Akinciyan a şaxa Fatîhê damezrand.

Metîn Yuksel him ji bo alîkarîya kesên feqîr û jar bike dixebitî û him jî ji bo neheqîyên ku tên kirin bîne zimên mîtîngan li dar dixist ku ev yek wan neteweperst û nîjadperestên ku dixwastin wê demê li Fatîhê tesîra xwe zêde bikin aciz dikir. Di sala 1977an de ew û 3 hevalên wî li rasta êrîşa çekdarî hatin. Dema ku dîrok 23ê Sibata sala 1979an nîşan dide roj ji rojan în bû. Metîn Yuksel piştî ku ji nimêja înê derket di hewşa Mizgefta Fatîhê de ji teref faşîstan ve hat şehîdkirin.

QETLÎAMA HAMAYÊ

Di sala 1970î de Hafiz Esad bi darbeyeke leşkerî hat îqtîdarê û ji bilî Baasê temamê felaîyet û partîyên din qedexe kir. Her kî/ê li dijî rejîma Baasê gotinek biçûk jî bigota li rasta zilma el-Muhaberatê dihat.

Hama warek bû ku Misliman li wê derê bi hêz û qewet bû.  Ji ber vê yekê Hafiz Esad bi temamê zalimtî û xedarîya xwe berê xwe da Hamaya ku di çavê wî de jê re muxalefet bû. Rifat Esadê ku birayê wî bû li meqama Sererkanîya Giştî bû li Hamayê dest bi wehşet û qetlîameke mezin  kir. Li gor hejmarên ne fermî wê rojê zêdetirî 40 hezar Hamayî şehîd bûn û bi deh hezaran Hamayî birîndar bûn.

QETLÎAMA EL-XELÎL

Rejîma terorîst û îşxalker ji roja ku Filistînê îşxal kiriye vir ve gelek qetlîamên mezin kir û gelek Mislimanan şehîd kir. Ji van qetlîaman yek jî di 25ê Sibata sala 1994an de li El Xelîlê hat kirin. Di êrîşa çekdarî ya ku ji teref siyonîstekî ve hat kirin û di êrîşên ku piştî wê li Mizgefta El Xelîlê hat kirin de 67 Mislimana şehîd bûn û 300 Misliman jî birîndar bûn.(ÎLKHA)


Ê Berê “Roja Dildaran ne exlaqa Îslamê, exqala Cihû û Xiristîyanan e”
Ê Li Pey “Neslê me yê ciwan beşdarî vê îmtîhanê bû ku ev yek qezenceke mezin e”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.