“Ji bo Yûsifîyan 28ê Sibat hêj berdewam dike”

“Ji bo Yûsifîyan 28ê Sibat hêj berdewam dike”

Di daxuyanîya ku ji teref Koordînatorîya Edenê ya Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Darza FETO û 28ê Sibatê ve hat tertîpkirin de hat diyarkirin “Ji bo Yûsifîyan 28ê Sibat hêj berdewam dike.”

Li Qada 5 Ocaka Edenê piştî nimêja Înê ji teref Koordînatorîya Edenê ya Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Darza FETO û 28ê Sibatê ve ji bo mehkûmên Yûsifî yên ku bi kumpas û komployan hatin girtin û bi salan di zindanan de tên girtin daxuyanîya çapemenîyê hat  tertîpkirin.

Bernameya daxuyanîya çapemenîyê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û dû re  rayedar û temsîlkarên sazî û komeleyan bi dorê balan kişandin li ser neheqî, bêedaletî û mexdûrîyetên ku hêj berdewam dikin.

Rayedar û temsîlkarên sazî û komeleyan di bernamê de wisa axivîn:

Serokê Teşkîlata Edenê yê MGVyê Cuma Şahîn: “ Di pey wan bûyerên sîyasî û darbeyên li Tirkîyê de Amerîka û siyonîst îsraîl heye.”

Serokê Şaxa Edenê yê Mezlûm-Derê Parêzer Mehmet Elî Onal: Bi qerarên daraza ku bi talîmatan dixebitîn bi sedan însan cezayên hepsa giran standin.”

Serokê Bajêra Edenê yê Ozgur-Derê Recaî Aguş: “Bila ji bo wan birayên me yên ku di girtîgehan de tên girtin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”

Serokê Komeleya Hîlal-Derê Mustafa Torbîk: “Madem 28ê Sibatê operasyonek bû, naxwe bila ji wan birayên me yên di girtîgehê de rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”

Orhan Erkuşê Berdevkê Koordînatorîya Edenê ya Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Darza FETO û 28ê Sibatê: “ Di 28ê Sibatê de dest dirêjî hîcabên xwehên me hat kirin. Qursên Qur’anê û Îmam Xatîb hatin hedefgirtin. Ji bo Yûsifîyan 28ê Sibat hêj berdewam dike.Hêj bi sedan kesên ku mexdûrên darbeya 28ê Sibatê ne di girtîgehan de ne. Ew edaleta ku dereng maye û di wextê xwe de tecellî nekiriye ne edalet e.”(ÎLKHA)

 


Ê Berê Melayê ku ji teref dewleta kûr ve hatiye qetilkirin:Şehîd Mela Xiyaseddîn
Ê Li Pey “Ger ji cotkarî û heywandarîyê re piştgirî bê dayîn dê koçkirin kêm bibe"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.