“Ger ji cotkarî û heywandarîyê re piştgirî bê dayîn dê koçkirin kêm bibe"

“Ger ji cotkarî û heywandarîyê re piştgirî bê dayîn dê koçkirin kêm bibe

Welatîyên ku li Mûşê debara xwe bi heywandarîyê dikin destnîşan kirin “Ger ji cotkarî û heywandarîyê re piştgirî bê dayîn dê ji gund ber bi bajêr ve koçkirin kêm bibe.”

Welatîyên Mûşa ku bi deşt û zozanên xwe tê zanîn û lê karê xwedîkirina heywanan gelek zêde ye diyar dikin “Ger ji cotkarî û heywandarîyê re piştgirî bê dayîn dê ji gund ber bi bajêr ve koçkirin kêm bibe.”

 “Bila dewlet îmkanên baştir ji me re tesîs bike”

Fesîh Kayayê li Boxaza gundikê Karabeya gundê Mûşê dijî û debara xwe bi heywandarîyê dike destnîşan kir kawê xwedîkirina heywanan karekî bi zehmet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li herêma me 6 mehan zivistan e. Em li vê derê bi karê heywandarîyê mijûl dibin. Heywandarî karekî bi meşeqqet e. Em dixwazin ku dewlet îmkanên baştir ji me re tesîs bikin. Em rojê di 2 danan êm didin heywanan û wan av didin. Em serê şeveqê ji malê derdikevin û ber êvarî re tên malê.Taxûk dest û pîyên me ne. Em gîya û ka pê tînin. Dema ku nexweşekî me hebe, heta dera ku erebe dikarî bêyê em wanan bi taxûkan dibin.”

 “Xortên me bi karê heywandarîyê mijûl nabin û koçî bajêr dikin”

Kesê bi navê Mahmûd Kaya jî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir xort qîma xwe bi karê heywandarîyê nayênin û koçî bajêr dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku derfetên teknolojîk ên bajêran bi me re tune ye, li deşt û çolan karê heywandarîyê bi zehmet e. Em nêzî 5-6 mehan di bin berfê de ne. Em karê heywandarîyê de di nav zehmetîyê de dikin. Ji ber ku karê bav û kalên me ye û em bi dildarî vî karî dikin. Em dixwazin dewlet destekê bide me. Xortên me vî karî nakin û koçî bajêr dikin. Ji bo pêşîya vê koçê bê girtin em ji dewletê xwe rica dikin ku destekê bidin me.”

 “Em bi elf û du bela debara xwe dikin”

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin li herêma xwe karê xwe ya heywandarîyê pêşve bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo vê pêşvebirinê divê dewlet destekê bide me. Îro çûwala êm bûye 80 lîre. Em di vî şixûlî de kar nakin, ji ber ku tu karê me yê din tune ye em vî karî dikin. Em bi elf û du bela debara xwe dikin Divê ji heywandarîyê re destek bê dayîn.”

 “Heqê êm û gîya pir baha ye”

Elî Derîngolê ku li Xarika gundê Wartoya Mûşê karê heywandarîyê dike jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Havînî karê me parîkek hêsantir e; lê belê dema ku dibe zivistan karê me bi zehmet dibe. Ji ber berf û  bagerê em zehmetîyê dikşînin, ger hesp jî nebana em ê perîşan bûbana. Li gorî pîyasê heqê êm û gîya pir baha ye. Tonek êm bûye hezar û 500 tl.”(ÎLKHA)


Ê Berê “Ji bo Yûsifîyan 28ê Sibat hêj berdewam dike”
Ê Li Pey Evîndarên Pêxember Seferberîya Selewatan da destpêkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.