SEYDAYÊ MÛHEMMED SE’ÎD

SEYDAYÊ MÛHEMMED SE’ÎD

SEYDAYÊ MÛHEMMED SE’ÎD

 

Îro mê çawa bikne îd
Dilo kanî meznê seyyîd
Meznê hîzba Rebbê Mecîd
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Îro rojek çi hezîn e
Çav bi hêsir û girîn e
Te can da em xistin şîn e
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Tuj nesla seyyîd û tahir
Hatîw gîha jîr û mahir
Heta roja xwe ya axir
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Te ronî da wekî çira
Bûye dost û bav û bira
Fetih kirye qelbê pira
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Ey xwedyê ‘ilm û feraset
Sebr û mêrxasîw emanet
Qenc û zanayê cema’et
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Gelek xort û ciwan û kes
Li rê kar kir bê deng û hes
Heta daye ruh û nefes
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Tu bûy Bîlal bûyî Selman
Mûaz û Mûs’abê zeman
Fedekarê doza Rehman
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Dozvanê rêya Huseyîn
Hêjayê heya Selheddîn
Dîlawerê Meya Farqîn
Seydayê Mûhemmed Se’îd

D-oğira doza pêxember
Te heyata xwe seranser
Xemiland û kir seferber
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Bi girtin û bi zîndanê
Tu neseknî li jîyanê
Ta hîcreta d-remezanê
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Di bin wan îşkencê giran
Di ber xwe da tim bi îman
Hemî zalim kirne xusran
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Di îşkence li zîndana
Wekî şêrê li meydana
Îftîxara muslumana
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Pey zîndana wê deh salê
Dûrketî ji merv û malê
Çûy hîcreta bo îqbalê
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Dîtina te lew ji me ra
Bû hesret û bi kedera
Nabînim li tu devera
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Nel zîndana nel hîcreta
Te guh neda tu zehmeta
Xwe da ber derd û ezyeta
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Di wê dewra zor û ğeddar
Li ber fîtnew kufra gemmar
Doza Îslam parast b-qerar
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Razî be tim ji te Xweda
Bo de’wa wî canê xwe da
Em şahidin tu jêr feda
Seydayê Mûhemmed Seî’d

Em şahidin qesem bîllah
Teb îxlas û teqwa lîllah
Meşand doza Resûlûllah
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Ey mamostê şêr egîda
Seîdê doza Seîda
Xweda te têx nav şehîda
Seydayê Mûhemmed Seî’d

Xwedayê me roja giran
Te heşir ke bi şehîdan
Bi ensar û muhaciran
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Şahid û şehîdê dozê
Naskiryê te didin sozê
Li pey dozê ta pîrozê
Seydayê Mûhemmed Se’îd

Xweda şad ke bi lutfa xwe
Malbata we bi riza xwe
Serferaz ke pê doza xwe
Seydayê Mûhemmed Se’îd





Ê Berê Ew ê li Diyarbekirê panela “Qetlîama Helepçe” bê tertîpkirin
Ê Li Pey Mirina ku bi bêhna sêvê hat: Helebçe

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.