“Bes sûcekî xelkê Helepçê hebû ew jî Mislimanbûyîn bû”

“Bes sûcekî xelkê Helepçê hebû ew jî Mislimanbûyîn bû”

Kerîm Ewîl Muhammedê şahidê qetlîama Helepçê destnîşan kir ji ber ku xelkê Helepçê Misliman bû hatiye qetilkirin.

Ji ser qetlîam û komkujîya Helepçê 31 sal derbas bûn. Di qetlîama ku berî vê 31 salan hat kirin de zêdetirî 5 hezar Kurd bi çekên kimyewî hatin qetilkirin û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn. Digel ku 31 sal ji ser qetlîamê derbas bûbe jî êş û jana qetlîamê wek îro taze ye.

Kerîm Ewîl Muhammedê ku ji komkujîyê re bûbû şahid bîranînên xwe yên wê heyamê ji ÎLKHAyê re vegot. Muhammed di daxuyanîya xwe ya ku da destnîşan kir hêzên Xerbî yên ku tehemmûla wan ji Mislimanbûn û dîndarbûna Kurdan re tunebû nexasim li Helepçeya ku lê tevgerên Îslamî bi hêz bûn  çekên kimyewî dan bikaranîn. Muhammed di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir xelkê Helepçê ji ber ku Misliman hat qetilkirin.

 “Seddam li hember Helepçê xwedî dijmintî û kîneke taybet bû”

Kerîm di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser qetlîama ku li Helepçê ji teref Saddam ve hat kirin û diyar kir ji ber ku xelkê Helepçê Misliman bû Saddam li hember Helepçê xwedî dijmintî û kîneke taybet bû. Kerîm di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Divê em pêşî bersiva vê pirsê bidin: çima êrîş li Helepçê hat kirin?  Li Helepçê ne neft hebû û ji bo Îran û Iraqê jî ne xwedî warekî taybet û stratejîk bû. Ne nêzî Tahranê û ne jî Baxdayê bû. Bi êrîşa ku li Helepçê hat kirin di şerê heyî de pêşveçûnek jî nedihat bidestxistin. Her du teref jî li hember Helepçê kîndar bûn.Lê belê Saddam zêdetir ji Helepçê hez nedikir. Tê bîra min, di salên 1980an de ji ber ku Helepçe warekî xweş û mibarek bû dihat şibandin Medîneya Munewwer û jê re dihat gotin Medîneya Munewwer a Duyemîn. Saddam li hember Helepçê xwedî kîn û nefreteke taybet bû. Dema ku min dersa melatîyê digirt navê warê min ango Helepçê wek Medîneya Munewwer a duyemîn derbas dibû. Li exlebeyê Kurdistanê partîyên mîna laîk, komunist, sosyalist, nasyonalist, demokratîk û yên mîna van hebûn ku tevekan ji Helepçê hez nedikirin. A rastî van partîyan tevan dixwast ku li Helepçê ev qetlîam bê kirin.”

 “Dijmintîya wan a esil li Îslam û Mislimanan bû”

Kerîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir wê heyamê ew dihatin girtin ku sedema vê girtina wan jî Mislimanbûyîna wan bû û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Belê em Kurd bûn û ji ber vê yekê jî bi me re dijmintî dikirin.  Wê heyamê li Helepçê nêzî 70 mizgeft hebûn û li temaman bi cemaat nimêj dihat kirin. Li 50 camîyan jî nimêja înê dihat kirin. Ji ber  vê yekê dijmintîya wan a esil ev bû, ango Îslam û Mislimanbûyîna Helepçê bû. Saddam Huseyîn ji Urdun û Sûrîyê artêşek anî û Helepçê xera kir. Ev xerakirin berî bikaranîna kimyewî bi 3-4 salan bû. Dema ku azan dihat xwendin fermandarê Urdunî çûbû ba Mela Osman û jê pirsî bû ‘ma hûn Misliman in?’ Mela Osman jî gotibû ‘Belê em Misliman in, ma dengê azana şerîf a ku ji van camîyan tê xwendin hûn nabihîzin?’ Fermandar jê pirsîbûn ‘ma hûn Ehlî Sunnet wel Cemaat in?’ Mela Osman jê re gotibû ‘belê.’  Fermandar ji ber bersivên Mela Osman jê re got ‘Min ji Urdunê artêşek anîbû da ku we ji holê rakim. Lê belê ez ê îşev artêşê vegerenin Urdunê.’  Bi rastî jî wê şevê artêşê bir. Bi kurtasî kî ji Mislimanan hez nedikir xwestin ku êrîş bibin li ser Helepçê. Berîya êrîşa kimyewî kîn û nefreteke wan taybet li hember Helepçê hebû. Dixwastin wisa bibe. Li Helepçê ne farrîqayek, ne şîrketek hebû û Helepçe ne xwedî xaleke stratejîk bû û ne li ber behrê jî bû. Wê heyamê nifûsa Iraqê 19 milyon bû û ya Helepçê jî 70 hezar bû. Geli Saddam çima xwest êrîş bibe li ser Helepçê?”

 “Haya me jê tunebû ku Saddam hazirîya êrîşa kimyewî dike”

Kerîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir wê heyama ku ew ê lê êrîşa kimyewî bê kirin de Mela Osman li Kurdistanê  Bizutnewaya Harekata Îslamî ya Kurdistanê damezrandibû ku ew bi xwe jî Paveya Kurdistana Îranê bû. Kerîm dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Komereya Îslamî ya Îranê wê demê şandeyek şand ba me û ji me xwest ku em beşdarî herba Helepçê bibin. Mela Osman jî ji wan re got ‘Em wek Hareketa Îslamî beşdarî şer nabin.’ Ez jî wê demê wek Pêşmergeyekî li ba Mela Osman bûm. Wî got ku em bi tû awayî beşdarî vî şerî nabin. Lewra ew dizanibû ku ew ê ev yek bibe sedema tiştinan nebaş. Haya me jê tunebû ku Saddam hazirîya êrîşa kimyewî dike. Lê bi qasî ku me Saddam nas dikir me ji xwe re digot ku ew tiştekî wisa nake. Mela Osman ji hemû kesî zêdetir li xelkê difikirî. Bes derdekî tenê ya partîyan hebû ew jî îşxalkirina derekî bû û şirîkbûna hikûmeta Iraqê bû. Lê belê hedefa me; dîn û milletê me bû, parastina namûsa millet bû. Hemd ji Xwedê re me bîya Mela Osman kir û beşdarî şer nebûn. Em li çîyayên derdorê man.”

 “Temamê perçeyên bombeyan malê Alman û Rûsan bûn”

Kerîmê ku got temamê bombeyên ku hatin avêtin Helepçê malê Alman û Rûsan bûn di berdewama axavtina xwe de diyar kir “ Piştî ku ji ser êrîşa kimyewî ya li Helepçê 3 roj derbas bû re em ango pêşmergeyên Hareketa Îslamî xwe berda bajêra Helepçê. Fotografên wê demê temam ji teref pêşmergeyên Hareketa Îslamî ve hatin girtin. Temamê bombeyên ku hatibûn avêtin Helepçê tev malê Almanan bû. Tu kes nikaribû ji vê rewşê gazinan bike. Ji ber vê yekê qetlîama ku li Helepçê hat kirin wek qetlîam û qirkirinê nehat qebûlkirin û hikûmet jî cesaret nedikir ku derbarê vê mijarê de ji Amerîka û Almanya gazinan bike. Ez bi xwe ji vê yekê re şahid im ku temamê perçeyên bombeyên ku hatin avêtin malê Almanan bûn. Wê demê muxabîrên Almanan jî li wê derê bûn. Îranê bi lez ew ji wê derê dûr xistin. Temamê perçeyên bombeyan malê Alman û Rûsan bûn. Ew balafirên ku pê êrîş hat kirin malê Rûsan bûn. Ji ber vê yekê naxwazin ku mesele zelal bibe. Ji ber vê yekê het aniha qetlîama Helepçê wek qirkirin û jenosîdê nas nekirin û dê nas nekin jî.”

 “Her derê Helepçê bi cenazeyan tije bûbû”

Kerîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir êrîşa ku li Helepçê hat kirin ji ya ku li Japonyayê hat kirin tesîrtir bû û dû re wiah pê de çû: “Her derê Helepçê bi cenazeyan tije bûbû. Bi heman awayî derveyî bajêr jî wisa bû. Dû re temamê cenazeyan li derekî hatin komkirin û hatin definkrin.  Ew cihên niha bes kêlikên qebrê  lê hatine danîn; di rastîyê de ne qebrên wan in. Qebrên esil li Ababeyke û Anebadê ne. Me bi destên xwe li wê derê ew di çalên mezin de defin kir. Wê demê ez 20-21 salî bûm û ezeb bûm.  Dê, bav, bira û xuşkên min wê demê li Helepçê bûn. Di êrîşa ku hat kirin de dê û bavê min şehîd bûn û yên mayî jî sax filitîn. Ew li Îranê li Qebristana Beheştî Muhammed hatin definkirin. Li wê derê li ser kevirê qebrê wan nivîsa xelkê Helepçê nivîsandine.”

 “Me nizanibû ku ev êrîşeke kimyewî ye”

Kerîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir haya wan ji vê êrîşa ku hat kirin tunebû ku kimyewî ye û dû re wiha got: “Dema ku em hatin Helepçê me nizanîbû ku kimyasal çi ye. Dema ku em li çiyayan bûn, me cenazeyan dît. 10 hezar leşkerên hikûmeta Iraqê jî miribûn. Saddam bi çekên kimyewî xelkê xwe bi xwe jî ango leşkerên xwe jî kuştibû. Dema ku me çav li meseleyan kir me meselê fam nekir.  Me destê xwe dida cenazeyan û av dida kesên ku sax mabûn. Me nizanibû ku ev kîmyasal xazên fosfor, xardal e.  Me bes navên wan dizanibû. Lê belê bêhna xiyar û sêvan ji wan xazan dihat. Dema ku  me xwe berda xwarê me dît ku leşkerên Îranê maske dane ber rûyê xwe. Bi xwe re derman jî anîbûn û derzî li hinek ji me dan û feydeya wê jî çêbû.”

 “Hêj tesîra kimyasalê berdewam dike”

Kerîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir hêj tesîran kimyasalan berdewam dike û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Hêj tesîra wê kimyasalê li ser me heye. Di çavan de xera bûn, hêrs bûn, bêhn çikîn û nexweşîyên mîna van berdewam dikin. Hetta xuşkeke min pir giran nexweş e. Exlebeyê xelkê Helepçê niha nexweş e. Lê belê ew bi vê yekê nizanin. Ji wan were ew bi şobê ketine. Lê a rastî ne wisa ye, ev nexweşîya wan ji ber kîmyasal e.”

“Ew roj mîna roja mahşerê bû”

Kerîm di dawîya axavtina xwe de roja qetlîmê şiband roja mehşerê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Me zarokan didît destên wan de bes ferekî pêlava wan hebû. Hinek zarok destê xwe dirêjî dîya xwe dikirin û bi wî şiklî miribûn. Hinek zarok jî di hembêza dîya xwe de miribûn. Wek roja mehşerê bû. Dîneke me pir xweş heye. Enfal ji kimyasalê xerabtir bû. Lewra li Enfalê namûs ji dest çûbû. Di êrîşa kîmyasalê de bi şikleke giran be jî me hatin kuştin.”(ÎLKHA)


Ê Berê MEBê kontejan ji mamostetîya Kurdî re veneqetand
Ê Li Pey “Armanca min ya herî mezin şehadeta di rêya Xwedê de ye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.