YA NEBÎ BÊJE-1

YA NEBÎ BÊJE-1

Jİ QUR’ANA MECÎD ÇEND PEND Û ŞİRET

 

            (Ya Nebî! Tu ji wan re) bêje: Eger bi rastî li nêk Ellah Te’ala warê axretê (cennet) ne ê însanên din, bi tenê ê we ye û hûn (jî di vê baweriya xwe de) rastgone, de haydê êdî ji dil û can mirinê bixwazin. (Sûretê Beqere, ayet: 94)

(Ya Nebî!) Bêje: Kî ku neyarê Cebraîl be (bila ji qehra xwe bi ceḥime û baş bi zanibe) yê ku bi destura Ellah Te‘ala  ew (Qur’an) daxistiye ser qelbê te ew (Cebraîl) e. Ew (Qur’an) tişt(kitêb)ên berya xwe rast didêre û ji bo bawermendan  hîdayet û mizgîn e. (Sûretê Beqere, ayet: 97)

(Ya Nebî! Tu ji wan re) bêje: Ma qey hûn di derheqê Ellah Te‘ala de bi me re gengeşiyê dikin? Ḥal ev e ku ew hem Rebbê me û hem jî Rebbê we ye. ‘Emelê me ji me re ye û ‘emelê we jî ji we re ye. Em bi îxlas(ji dil û can) bi wî ve girêdayî ne. (Sûretê Beqere, ayet: 139)

(Ya Nebî! Ew) ji te dipirsin bê ka ew çi (ji bo Ellah Te‘ala ) înfaq bikin. (Ji wan re) bêje: Her çi tıştê ku hûn ji bo xêrê înfaq bikin ew tişt  ji dê û bav û nêzmeriv û sêwî û miskîn û rêwîyên rîyan re ye. Hûn bi navê xêrê çi qencîyê bikin bê şek Ellah Ta‘ala ji wê (qenciya we) agahdare. (Sûretê Beqere, ayet: 215)

(Ya Nebî! Ḥûkmê) qital (herb) a di meha ḥeram de ji te dipirsin. (Ji wan re) bêje: Bi rastî ḥerba di wê mehê de gunehkariyek mezin e. Lakîn pêşîgirtina riya xwedê Ta’ala (û vegerandina ‘ibadên wî ji wê rê), kafırbûna bi wî û (meni’kirina îsanan ji bo ziyareta)  Mescîdul-Heramê û derxistina ehlê wê ji wê derê li nêk Ellah Te‘ala  gunhakariyek mezintir e. (Bi rastî) fitne ji qetlê mestir e. Eger ew bikaribin dê bi we re ḥerb bikin hetta ku we ji dînê we vegerînin. Lê belê kî ji we ku ji dinê xwe vegere û bi kafirtî bimre îdi her ewin yên ku ‘emelê wan li dinya û axretê vala çuye. Û idî her ew in ehlê agir. Ew dê tim û tim di wir de bimînin. (Sûretê Beqere, ayet: 2017)

(Ya Nebî! Ew) ji te pirsa araq u xumarê dikin. (Ji wan re) bêje di herduya de jî gunehkariyeke mezin heye. Hem ji insanan re di wan de hinek menfe‘et jî hene. Lakîn gunehê wan ji menfe‘eta wan mestire. (Hem disa) Ji te di pirsin bê ka ew çi (ji bo Xweda) înfaq bikin. (Ji wanre) bêje: Zêdebarê hewcedarîyaya xwe (înfaq bikin). Xwedê  Te‘ala  bi vî rengî ayetên xwe ji we re şîrove dike. Hêvî heye ku hûnê li ser (wan ayetan) bi fikirin. (Sûretê Beqere, ayet: 219)

(Ya Nebî!) Di derheqqê dunya û axretê de, ew ji te pirsa  sêwîyan  dikin. (Ji wan re) bêje: Islaḥkirina  wan ji bo wan çêtir u bixêrtire. Lê eger hûn wan têxine nav xwe, îdî ew birayên we ne. Xwedê Te‘ala bi tevdanok û qencan baş di zane (wan ji hev vediqetîne.) Eger Xwedê  Te‘ala  bi xwesta dê ji we re zorî deraniya. Bê şek Ellah Tea’la ‘Ezîz û Ḥekîm e (Sûretê Beqere, ayet: 220)

(Ya Nebî) ji te pirsa halê ḥeydên jinan dikin. Bêje ew ketina kiras cefayek e. Di halê kiras de ji jinan veqetin u Hetta ku ew (ji ḥalê kıras) paqij nebin (ji bo munasbeta cima‘ê) nêzî wan nebin. Lê dema ku ew ji halê kiras paqij bûn îdi Xweda ji ku ve emir kiribe ji wir ve herin bal wan. Bê şek Xwedê Te‘ala  ji tobedaran û ji paqijan ḥez dike. (Sûretê Beqere, ayet: 222)

(Ya Nebî!) Ji kafiran re bêje: Hûn dê di nêz de meẋlûb bibin û bi bal cehennemê ve bên şandin. Ew hêwirgeh çi hêwirgehek pîs e. (Sûrtê Alî Îmran, ayet: 12)

(Ya Nebî!) Bêje: Ma ez tiştekî ji van (zewqên dunyewî) çêtir bo we bêjim? Bo mutteqîyan li nêk Rebbê wan cennetên ku di binê wan de çem di herikin hene. Ew dê di wir de ḥeta bi ḥetayê bi mînin. Û hem hevaljînên pak û paqij (ê ji hem û kêmasîyan bo wan) hene. (Hê ji van nî’metan bêtir û çêtir bo wan) razîbûna Ellah Te‘ala heye. (Bi rastî Ellah Te‘ala) ‘îbadên xwe bi heqqî dibîne. (Sûrtê Alî Îmran, ayet: 15 

 


Ê Berê “Armanca min ya herî mezin şehadeta di rêya Xwedê de ye”
Ê Li Pey JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.