JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام علي خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Xwendevanên hêja!

Wek malbata kovara kelhaamed û malpera bangaheq li ba me bihar; teneffuskirina rehmetê ye, demsala çalakiyên wîladeta pîroz e. Di bin ‘ezmanê şîn de li bin tava verkirî minminîk difirin û reqsê dikin, hechecik zikir dikin, çûk bi dengê xwe yê zelal dixwînin û însanan bi hatina biharê dihesînin. Barana nîsanê, vebûna gulû kulîlkên cûrbecûr jî ji bo bibîrxistina rehmeten lîl’alemîn hatine neqişkirin. Şa’iran jî qesîde û beyt û ğezelên xwe bi remz û îşaret û mijarê biharê xemilandine. Yanî di esil de bi fexra kaînatê şi’rên xwe xemilandine.

Em malbata kovara kelhaamed jî gavên xwe li gora sunnetullahê davêjin, bi tebî’etê re hereket dikin. Şi’r û nesrên nivîskarên me yên vê hejmarê jî gelek ji wan yan raste rasta yan jî bi kînayet û îşaretan behsa rehmeten lîl’alemîn dikin.

Her wekî hûn jî dizanin mijarek heta nekeve nav edebiyatê, şi’r û meqale heta li ser neyên nivîsandin di rojev û dîrokê de bi cî nabe. Şi’r li ser rehmeten lîl’alemîn tên nivîsandin, xwe pê xweşik dikin; civak û dîrok jî xwe pê xwedî dikin. Şi’ra Kurdî di vê Noqteyê de serbilind e. Xwe bê xwedî nehiştiye, qedrê fexra kaînatê girtiye, lê xwedî derketiye, xwe pê xwedî kiriyew xweşik kiriye; gel jî pê bextiyar bûye. Di vê hejmara me de hûnê vana bi mîsalên nû, berhemên nûjen bibinin.

Xwendevanên hêja!

Ji hejmarên berê cudatir di vê hejmarê de me cî da hinek şi’rên Kurdiya başûr. Û ji bo ku fêmkirina van şi’ran ji xwendevanan re sehil bibe jî me me’neyên hinek kelîman li binî bi Kurmancî nivîsand. Zaravayê Soranî ji zû ve di mektebên başûr de bûye zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê yekê ji zaravayê Kurmancî bêtir pêşve çûye, niqaşên li ser esasên rêzimana wê qediyane, sîstema wê rûniştiye.

Piştî ku herêma başûrê Kurdisanê bû hukûmet zaravayê wê jî bû zimanê fermî. Bi vî zaravayî îdî çewa ku berhemên ‘ilmî, edebî, dîrokî tên nivîsandin, dayin û sitendinên fermî jî tên nivîsandin, di nivîs û beyanatê çapemenî de jî kâmilen tê bikaranîn. Yanî îdî li pêşiya vî zaravayî tu pirsgirêk nemane, bûye zimanê dewletê. Loma ku mecraa xwe dîtiye, li ser esasên xwe pêş ve diçe.

A dawî em dixwazin xwendevanên kovara kelhaamed kovara xwe bidin xwendin, wê bidin hezkirin. Çimkî Qur’an bi emirkirina xwendinê dest bi nuzûlê kiriye, me jî îman aniye ku di heyatê de karê qenctir û ‘ezîztir xwendin e. Her qewmê Musluman çewa ku bi hissiyatê xwe difikire, ne bi ê ğeyrî xwe; her wiha gerek bi zimanê xwe, yanî bi esasên xwe û li ser esasên xwe bixwîne û biaxive. Wê demê wê cewherê wan derkeve holê.

Ew çax, “bi navê Rebbê xwe bixwîne.”


Ê Berê YA NEBÎ BÊJE-1
Ê Li Pey Avrupa Yetîm Elî dest bi fealîyetên xwe kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.